Împeratoriya Romê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Împeratoriya Romê

Senatus Populusque Romanus
Imperium Romanum
Βασιλεία Ῥωμαίων,
Basileía Rōmaíōn


Komara Romê
27 b.z. — 476/1453

Al Nîşan

Di sala 117ên piştî zayînê de
Di sala 117ên piştî zayînê de

Agahiyên gelemperî
 Rêveberî Otokrasî
 Paytext
 Ziman
 Dîn
 TBH {{{tbh}}}
 TBH/sal {{{tbh kes}}}
 Dirav {{{dirav}}}
 Dem {{{dem}}}
 Nîşana înternetê {{{nîşana înternetê}}}
 Kd. telefonê {{{koda telefonê}}}
 {{{agahîgelemp1 sernav}}} {{{agahîgelemp1}}}
 {{{agahîgelemp2 sernav}}} {{{agahîgelemp2}}}
 {{{agahîgelemp3 sernav}}} {{{agahîgelemp3}}}
 {{{agahîgelemp4 sernav}}} {{{agahîgelemp4}}}
 {{{agahîgelemp5 sernav}}} {{{agahîgelemp5}}}

Gelhe
{{{gelhe}}}
{{{gelhe2}}}
{{{gelhe3}}}
{{{gelhe4}}}
{{{gelhe5}}}

Rûerd
{{{rûerd}}}
{{{rûerd2}}}
{{{rûerd3}}}
{{{rûerd4}}}
{{{rûerd5}}}

Dîrok û bûyer
{{{bûyer3}}}
{{{bûyer4}}}
{{{bûyer5}}}
{{{bûyer6}}}
{{{bûyer7}}}
{{{bûyer8}}}
{{{bûyer9}}}
{{{bûyer10}}}
{{{bûyer11}}}
{{{bûyer12}}}

Serwerî
   Împerator
 27 b.z.17 p.z.
 475 p.z. – 476
 1449 – 1453
{{{serokA5}}}
   {{{sernav serokB}}}
{{{serokB1}}}
{{{serokB2}}}
{{{serokB3}}}
{{{serokB4}}}
{{{serokB5}}}
   {{{sernav serokC}}}
{{{serokC1}}}
{{{serokC2}}}
{{{serokC3}}}
{{{serokC4}}}
{{{serokC5}}}
   {{{sernav serokD}}}
{{{serokD1}}}
{{{serokD2}}}
{{{serokD3}}}
{{{serokD4}}}
{{{serokD5}}}
   {{{sernav serokE}}}
{{{serokE1}}}
{{{serokE2}}}
{{{serokE3}}}
{{{serokE4}}}
{{{serokE5}}}
{{{serokE6}}}
{{{serokE7}}}
{{{serokE8}}}
{{{serokE9}}}

Karîna qanûndanînê
{{{perleman}}}
{{{perleman1}}}
{{{perleman2}}}
{{{perleman3}}}
{{{perleman4}}}
{{{perleman5}}}

Ya berê Ya paşê
Komara RomêKomara Romê
Împeratoriya OsmanîÎmperatoriya Osmanî
Sînorên Împeratoriya Romê di dîrokê de

Împeratoriya Romê (wek Împeratoriya Romayê yan Împeratoriya Romî jî tê naskirin, bi latinî: Imperium Romanum) yek ji dewletên herî mezin ên di dîrokê de ye. Wê bi piranî bi paytexta Roma de, ji 6'emîn sedsala b.z. de heta sedsala 5'an serwerî ajotî bû. Dema serwerî ajot de li împeratoriyê gelek xelkan, zimanan û olan serwerî ajot.

Împeratorî dema împerator Trajan de gihîşte sînorên xwe yên herî mezin û li ser sê parzemînan xakên xwe hebûn. Di wan demên rind de bi tûnî xakên li dor Deryaya Navîn, Galya, bi piranî girava Brîtanya û xakên dor Deryaya Reş bin serweriya împeratoriya Romê de bûn. Ew bi 5 900 000 km² rûerda xwe ya wextekê împeratoriya herî mezin a ku di hatiye demazrandin.

Li împeratoriyê gelek ziman dihat axaftin jî, latinî zimanê împeratoriyê yê fermî bû. Latînî ji pê Rom hilwaşiya re, demaka dirêj wek zimanakê zanist ma. Li zava romî-katolîk de latînî heta sedsala 20'an wek zimanê peyxam dihat pejirandin. Li ser zanistiyên wek biyolojî û bijîşkî latînî îroj jî bandoreke mezin heye. Wek wê li ser dad û teşeyê kargeriyên Ewropaya îroj bandoreke mezin a sîstemên Romê heye.

Colosseum li Romê

Demazrandin û Dema Komarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gorî Destana damezrandina bajarê Romayê mezringeha împeratoriya Romê û bajarê Romê nêzî sala 750 b.z bû, lê ew ne vebirî ye. Di wê demê de dewletê bin bandora etruskan de bû. Dewlet di wê dema de wek Keyaniya Romayê tê nav kirin. Dema etruskan de keyîtiyê li dor Romê tenê serwerî dajot.

Çanda etruskan gelek bandor li Romê kiri bûn. Hejmarên xwe yên etruskan bûn û heta wan alfabeya latînî peresandin alfabeya etruskan bikaranî bûn. Nêzî 500 b.z. de Rom li serweriya etruskan filitî. Di wan salan de gelê Romê keyê etruskan ê dawî Tarkîn (Tarquin) li Romê mişext kirin û kargerî wergera komarê kirin. Ji pê re çaxa Komara Romê dest pê kir.

Li wê demê monarşiya Romê wiha bû: li dewletê du konsul her sal dihat hejmertin hebûn. Ser wan konsulan re senato hebû û wê ew herdu konsulan dager dikirin. Li wan bêtir li kargerîye Aedilis (latînî: Aedilis), patrîsî û preator jî karbedest bûn. Konsul demê peşîn ji patrîsiyan tenê pêk dihat. Li serîhildaneke şûnda plebeyan re jî va bû. Wê demê yek derba li Forûma Romê (Forum Romanum) peşervan, zanyar û gel beraftîn dikirin.

Gelê Romê wiha par va di bû: li peşengê, malbatên kevin ên Romê bi navê patrîsî (latînî: Patrician) he bûn. Lê, gel bi piranî ji plebeyan pêk dihat û ewna nedikanîn teva polîtîka bin. Kole wek mal dihat dîtin û ji azadbûnê bêtir tu mafan xwe tune bûn.

Paş şerê hundir ê gelan di Romê derketî bû, dor 150 salan ajotî bû, şûnda plebey di 367 b.z. de hatin bi patrîsiyan re di politîkayê de wek hev bûn.

Belavbûna Romê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 3'emîn sedsala b.z. de Romê dest bi belavbûna li ser xakên Îtalyayê kir. Di 275 b.z Kartacayê, dewleteke li Tûnisa îroj, êrîşa Romê kir û navbera wan de şerên Pûnîk derketin.

Di vê Şerê Pûnîk ê yekem (264–241 b.z.) de Rom bi Kartacayê va li ser parva kirina Sîsîlya li hev hatin. Romê Sîsîlya dest xwe xist. Lê çend salan din Kartacayê di deryayê re êrîşa Romê kir û bin xist. Ji pê re Romê ji bo Kartacayê re baş bikin komkeştî çêkirin û bi dawî Kartaca bin xistin û Sîcîlya li wan şûnda standin. Sîcilya û ji pê re jî Sardînya ji dest Kartacayê de derbaza destên Romê bûn. Kartaca bi mebesta wê ya giravan şûnda dest xwe xin li Hispania (îroj, nîvgirava Îber) keyîtiyeke kolonî çêkirin.

Di Şerê Pûnîk ê duyem de (218–201 b.z.) keyê Kartacayê Hannibal (Hanîbal) Rom bin xist. Hannibal başûrê Galiyayê (îroj, Fransa) hel girt, çiyayên Alpê derbaz kir û êrîşa Îtalyayê kir. Wî gelek artêşên Romê tune kirin. Di Şerê Cannae (Şerê Kaneyê, 216 b.z.) de Hannibal dîsa Rom bin xist, lê Rom bi tûnî dagir nekir. 204 b.z.an de Rom derbaza Afrîkayê bû û li wir êrîşa Hannibal kirin û di 202 b.z. de Hannibal bin xistin. Kartacayê xakê xwe ya Afrîka û komkeştiyên xwe bi tûnî wunda kirin. Di wê demê de Romê Hispania jî dest xwe xistî bû.

Paş serkeftinên hembera kartaciyan di Şerê Pûnîk de Romê li bakura Deryaya Navîn bi tenê serwerî dest xwe xist. Di wê demê şûnda Romê êdî Helena Yewnanistana antîk jî doz dikir. Rom hembera seleukiyan jî serkeftî bû. Bi alîkariya bajarên Anatoliyayê jî, Romê 192 b.z.188 b.z. de seleukî bin xistin. Romê li wê serkeftina şûnda xakên anatolî bi piranî dest xwe xistin. Paş makedon jî di 168 b.z. de bin xistin, Romê yek bi yek xakên Yewnanistanê dest xwe dixistin. Di 146 b.z. de Yewnanistan êdî bi tûnî hundira Romê bû. Di wê demê de Romê dîsa Kartacayê di Şerê Punîk ê sêyem de di 150–146 b.z. de bin xistin.

Împeratoriya Romê de dema Trajan de (98 - 117)

Pergama (îroj, Bergama) di 133 b.z. de bi peymaneke hundira Romê bû. Di 64/63 b.z. seleukî edî bi tûnî hundira Romê bûn.

Cenga Hundir[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Komara Romê di 2'emîn sedsala b.z. de li hundira Romê Şerê Gel derket. Plebey ji berê de ji bo rewşa aborî û polîtîk dilxweş nebû bûn. Paş birayên Tiberius Gracchus (Tîberius Grakus) û Gaius Gracchus (Gayus Grakus) hatin kuştin şûnda li Romê plebeyan serhildan û patrîsiyan re ceng kirin. Ew cengê navbera gelê Romê de derketî bû di 91 b.z. de heta 89 b.z. dewam kir.

Li wê cengê şûnda di 60 b.z. de Triumvîrata pêşîn ("Kergariya Sêkesan") hat sazkirin. Gorî wê dewlet bi wan sê kesan: Iulius Caesar, Gnaeus Pompeius Magnus û Marcus Licinius Crassus dihat kergerand.

Caesar (Sezar) di 44 b.z. de hat kuştin. Ji pê wê re dîsa cenga li hundir derket. Octavianus, paşê re Augustus het binavkirin (31 b.z,), bi Marcus Antonius ve, hevaniyên Caesar kuştine, di Şerê Fîlîpî de (42 b.z.) Brutus û Cassius bin xistin. Paş re Marcus Antonius û Octavianus li Şerê Actium (Şerê Aktiyumê) hatina hembera hev. Di wê cengê de Octavianusî hem Marcus Antonius, hem jî fîloya Kleopatrayê ya ku hatibû alîkariya wî şikandin.

Palmura (en)

Dema Împeratoriyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sînorên Împeratoriya Romê ya herî mezin ên di 116'an de.

Paş Octavian li hundira dewletê ewleyî pêkanî re senato ew wek "Augustus" (latînî, mirovê bilind) bi nav kir û kire serokê Romê. Di dema Augustus de Imperium Romanum li dor Deryaya Navîn bi tûnî serwerî dajot. Dîsa di dema Augustus de peymana Romê (Pax Romana) hat kirin. Li împeratoriyê hejmertina nifûsê kir. Augustus çandeyî jî tiştên mezin kirin. .

Li Augustus şûnda, dema Claudius de, Brîtanya jî hat hundira împeratoriyê kirin.

Trajan di 98an de derbaza texta Romê bû. Trajan împeratorê herî pêşî yê ku na îtalî bû lê hîspanî bû, ji Îtalîkaya Hispaniayê (îro, Sevilla ye) bû. Dema împeratoriya Trajan de sînorên Împeratoriyê heta Skotland, Portûgal û Mezopotamyayê fireh bûbûn. Li Trajan şûnda 98an da heta 180an de împeratoriyê dema xweya herî rind dijî.

Di sedsala 3'an de êrîşên qomên germanan, ango koça qoman, wek alman û got û vandalan dest pê kir. Li rojhelata împeratoriyê jî hembera sasiyan re şêren mezin dibûn.

Diokletian di 284'an de derbaza textê bû û di dema xwe de kargerî wek leşkeran û neferman kire du paran. Wî tetrarşî (anku, kergariya çarî) Rom saz kir. Gorî wê du împeratorên bi navê Augustus du jî bi navê Caesar Împeratorî wek a rojhilat û a rojava di du paran de kergar dikirin.

Împerator Romê feda dide

Konstantînê Mezin li bavê xwe şûnda di 312'an de derbaza textê bû. Wî heta 324 ji bo li împeratoriyê ewleyiyê peyda bike têkoşîn kir. Paş wî serwerî li ser împeratoriyê peyda kir şûnda paytext bire Konstantînopolîsê.

Di 375'an de paş Valentiniyano I mir şûnda Gratiyano û Valens derbaza textê bûbûn. Kengê Valens hembera cotan di Şerê Adrianapolisê de mir Gratiyano Têyodosiyo I wek împeratorê rojava da zanîn. Têyodosiyo di 394 bi tenê bû imperatorê Romê, lê ew salek neçûbû jiyan ji dest da. Di 395an de paş Têyodosiyo I mir re împeratorî êdî vebirî wek rojhilat û rojava bû du paran: Împeratoriya Romê ya Rojhilat, piştre dibe Bîzans û Împeratoriya Romê ya Rojava. Di dema Têyodosiyo I de xiristiyanî bû ola fermî. Li Têyodosiyo I şûnda lawên xwe Honorius li rojava, Arcadius jî li rojhilat derbaza textê bûn.

Ruxîn li Rojhelat û rabûn li Rojava[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

"Rom ji aliyê vandalan ve tê talankirin" (ev bûyer di sala 455'an de çêbûye)
Tabloyeke Heinrich Leutemann (sedsala 19-em)

Paş hunan ji Asyaya Navîn de berve Ewropayê koç kirin re, vê li Ewropayê wek bandora domîno kir û qomên dinên wan deran yek bi yek berve rojava û hundira Ewropayê koç kirin. Pê gotan hembera hunan bin ketin re, koç û êrîşa xakên Romê kirin. Di cenga Adrianopolisê de Rom hembera gotan bin ket û pê re Împeratoriya Romê ya Rojava gelek lawaz bû. Di navîna sedsala 5'an de xakên Galya û Hispaniayê bi piranî qomên germanan wek vandal, frank û gotan ketin. Di wê demê de di 435 an de Afrîka jî bi dest vandalan ket. Paytexta Rojava di wê demê de ji Milan de hatî bû birina Ravennayê. Di 410an de bajarê Romê bi dest vîzîgotan ket. Di 455an de jî bi dest vandalan ket.

Împeratoriya Romê ya Rojhilat roj bi roj keta bin bandora germanan. Di 476an de germanê Odoaker kire împeratorê Romê yê Rojhilat. Lê împeratorî rojava Odoaker xwe wek navçeyeke rojhilat didît.

Împeratoriya Romê (zer) di sala 476

Di wê demê da xemgîniya Împeratoriya Romê ya Rojava ji bo êrîşên germanan tune bû. Di împeratoriya Yustiniyano I (Justinian I) de, serdarî wî Belisar, sînorên Bîzansê heta bi piranî Mexrib, Îtalya û Hispania fireh bû. Bîzansê di wê wextê de li rojava bi sasaniyan re ceng dikirin. Di sedsala 7'an de împeratorî cara pêşî ji aliyê sasaniyan ve hat dagirkirin. Lê, wan bi dawî di dema Herakliyo (Herakleios) de ewna bin xistin. Lê ji pê wan re jî êrîşên ereban dest pê kir.

Paş dema Herakliyo de Bîzans şûna zimanê latînî zimanê yewnanî kire zimanê fermî û di navê imperatoran da şûna imperium navê Basileus hat bikaranîn, ew ji Rom bi tûnî bû. Ew êdî na împeratoriya Romê ya Rojava, paşpêkî bi paytexta Konstantînopolîs Bîzans bû û heta navîna sedsala 15'an serwerî ajot.

Dewletên Pêmavan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li împeratoriya Romê şûnda hin dewletan xwe wek pêmavana Romê didît. Wekok Împeratoriya Romê ya Pîroz xwe wek pêmavana Împeratoriya Romê didît. Çarên rusan jî xwe wek pêmavanê împeratoriya Romê ya Rojava didît. Navê împeratorên Romê ya Pîroz Qeyser û navê împeratorên rûsan çar ji navê împeratorên Romê Caesar de dihat.

Herwiha[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]