Îndûs

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Çemê Sindê, nêzîkî Skardu li Gilgit-Baltistan (Pakistan).
Çemê Sindê, nêzikî bajarê Hîderbadê (herêma Sindh, Pakistan), bêrî ketina deryayê.
Şaxên sereke yên rûbarê Îndûsê

Îndûs, Sînd, Sind an jî çemê Sindê çemekî Asyayê û yek ji çemên herî dirêj ên dinyayê ye. Dirêjbûna wî 3.200 km ye.[1] Çem li Tîbeta Çînê dest pê dike, di nav Hindistan û Pakistanê ve diherike û li nêzîkî bajarê Keraçiyê digihêje Deryaya Erebî.

Firehbûna tejaneya çemê Sindê digihêje zêdeyî 1.165.000 km2 (450.000 sq mi) û herika wî ya salane qederê 243 km3 (58 cu mi) tê texmînkirin, du caran zêdeyî ya Çemê Nîlê û sê caran ji Çemên Dîcle û Firatê bi hev re zêdetir e û ji bo herika wî ya nîvekî ya salane mîna yek ji rûberên herî mezin ê cîhanê tê hesibandin.

Navê Îndûs ji peyva sanskrîtî ya sindhu (çem) tê. Navên Hindistan û Sindh her du jî ji heman peyvê tên.[2] Navê wî bi yewnaniya kevn: Ἰνδός, lat. Indós û bi latînî: Indus bû. Ji navên latînî India (Îndûs-stan) derket. Navên yewnanî û latînî ji peyva farisiya kevn a 𐏃𐎡𐎯𐎢𐏁, hindūš hatine wergirtin. Ji navê farisiya kevn navê Hindistan hatiye wergirtin.

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  1. "Indus River | Definition, Length, Map, History, & Facts". Encyclopedia Britannica (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 8 tebax 2021.
  2. Everett-Heath, John (2020). Indus River (bi îngilîzî). Oxford University Press. doi:10.1093/acref/9780191905636.001.0001/acref-9780191905636-e-3161. ISBN 978-0-19-190563-6. Derived from the Sanskrit sindhu 'river'. It gives its name to India and the Pakistani province of Sindh.