Here naverokê

Îndeksa aştiya gerdûnî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Îndeksa aştiya gerdûnî
  • Îndeks
  • International rankings by country Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Îndeksa Aştiya Cîhanê ya sala 2022an (welatên ku bi rengê kesk kûrtir hatine diyarkirin welatên aştiyane ne.  Welatên ku zêdetir bi rengê sor hatine diyarkirin jî welatên ku asta tundtûjî ya wan zêdetirin hatine diyarkirin).
Îndeksa Aştiya Cîhanê ya sala 2022an (welatên ku bi rengê kesk kûrtir hatine diyarkirin welatên aştiyane ne. Welatên ku zêdetir bi rengê sor hatine diyarkirin jî welatên ku asta tundtûjî ya wan zêdetirin hatine diyarkirin).
Malperwww.economicsandpeace.org/global-peace-index/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Îndeksa aştiya gerdûnî yan jî Pêrîsta aştiya gerdûnî, (bi inglîzî: Global Peace Index (GPI)) raporek e ku ji hêla Enstîtuya Aborî û Aşitiyê (IEP) ve hatiye amadekirin û helwesta têkildarê aştiya netewe û herêman analîz dike.[1] GPI 163 dewlet û herêmên serbixwe yên cîhanê (ku bi temamî ji sedî 99,7ê nifûsa cîhanê pêk tînin) li gorî astên wan ên aştiyane rêze dike. Di nav deh salên borî de, GPI meylên zêdebûna tundûtûjiya gerdûnî û kêmtirîn aştiyane pêşkêşê cîhanê kiriye.[2]

GPI bi şêwirmendiya panelek navneteweyî ya pisporên aştiyê ji enstîtûyên aştiyê û navendên ramanê re bi daneyên ku ji aliyê Economist Intelligence Unitt ve hatine berhev kirin û mûqeyesekirin ve, hatiye pêşve xistin. Îndeks yekem car di gulana sala 2009an de hate destpêkirin û bi raporên paşîn re her sal hatiye weşandin. Xebatên îndeksa aştiya gerdûnî di sala 2015an de ji 121 welatê gihîşte 165 welatan. Lêkolîn ji aliyê karsazê teknolojiyê yê Awistralya Steve Killelea ve hat destpêkirin û ji aliyê kesên wekî sekreterê giştî yê berê ya Neteweyên Yekbûyî Kofi Annan, Dalai Lama, Metran Desmond Tutu, serokê berê ya Fînlenda û xwediyê Xelata Nobelê ya Aştiyê ya sala 2008an Martti Ahtisaari, xwediyê Xelata Nobelê Mihemed Yunus, aborînas Jeffrey Sachs, seroka berê ya Îrlendayê Mary Robinson, cîgirê sekreterê giştî yê berê yê Neteweyên Yekbûyî Jan Eliasson û serokê berê yê Dewletên Yekbûyî Jimmy Carter ve hatiye berdewam kirin. Îndeksa rojanekirî her sal li civînên li London, Washington, DC û li sekreteriya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê tê weşandin.

GPI di sala 2022an de diyar kiriye ku Îslenda, Zelanda Nû, Îrlenda, Danîmarka û Awistirya welatên herî aştiyane ne û Efxanistan, Yemen, Sûriye, Rûsya û Sûdana Başûr jî welatên herî kêm aştiyane ne. Vedîtinên demdirêj ên GPI ya sala 2017an de di deh salên borî de cîhanek kêmtir aştiyane vedihewîne ku di deh salên borî de ji sedî 2,14 xirabûna asta aştiyê ya cîhanî, zêdebûna newekheviya di aştiyê de di navbera welatên herî kêm û herî zêde aştiyane de, kêmkirina demdirêj a qada mîlîtarîzyosona GPI û bi berfirehkirina encamên êrîşên terorê ve, di 10 salên borî de jimara kesên ku di bi êrîşên terorîstî de hatine kuştin ji hêla dîrokî ve bilind bûye.[3]

Di deh salên dawiyê de yek ji gelên herî zêde ku bûye armanca êrîşên terorîstî kurd in.[4][5][6] Di deh salên dawiyê de êrîşên terorîstî yên ku li herêmên Kurdistanê û li herêmên din ên ku li dijî kurdan pêk hatiye ev in: Komkujiya Enqereyê, Komkujiya Amedê û Komkujiya Suricê ye. Bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê êrîşên terorîstî ya DAIŞê û komên wekhev ên DAÎŞê di van salên dawiyê de hêj jî didomin.

Di nirxandina aştiyane de, GPI lêkolîn dike ka çiqas welat di nav nakokiyên navxweyî û navneteweyî yên domdar de ne û hewl dide ku asta lihevhatin an nakokiya di nav neteweyekê de binirxîne. Bi deh nîşaneyan bi berfirehî tiştê ku dibe ku wekî ewlehî û ewlehiya civakê were binav kirin dinirxîne. Daxuyaniya nirxandinê ev e ku rêjeya tawanên kêm, bûyerên herî kêm ên kiryarên terorîstî û xwenîşandanên tundûtûjiyê, têkiliyên lihevhatî bi welatên cîran re, dîmenek siyasî ya bi istîqrar û rêjeyek piçûk a nifûsa ku di navxwe de jicîhûwarkirî an penaber in, dikarin asta aştiyaneya welatan nîşan bidin.

Di sala 2017 de, ji bo her welatekî 23 nîşane (nîşanname) hatine bikar anîn. Nîşaneyên di destpêkê de bi alîkariya panelek pispor di sala 2007an de hatine hilbijartin û ji hêla panelê pispor ve her sal têne vekolîn kirin. Pîvana astê ji bo her nîşaneyek li ser pîvanek 1-5 têne normalîzekirin, bi vî rengî nîşaneyên kalîteyî li pênc koman têne dabeş kirin û nîşaneya ku ji 1-5, heya xala sêyem, bi bilindbûniya dehek têne xal kirin. Tabloya nîşaneyan li jêr e. Di tabloya jêr de saziyên wekî, UCDP ku tê wateya Bernameya Daneyên Pevçûn a Uppsala ya ku ji hêla Zanîngeha Uppsalayê ya ku aliyê Swêdê ve tê parastin, EIU ji bo Yekîneya Agahdariya Aborî, UNSCT ji bo Lêkolîna Neteweyên Yekbûyî ya Meylên Cezayê û Operasyonên Sîstemên Dadweriya Cezayê, ICPS Navenda Navneteweyî ye ji bo Lêkolînên Girtîgehê li King's College London, IISS ji bo weşana Enstîtuya Navneteweyî ya Lêkolînên Stratejîk The Military Balance û SIPRI ji bo Enstîtuya Lêkolînên Aşitiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê Database Veguheztina Çekan heye.

Nîşane Çavkanî Kodkirin
1 Hejmar û dema nakokiyên navxweyî UCDP, IEP Hejmara tevahî
2 Hejmara kuştiyên ji pevçûnên organîze yên derve Daneyên Pevçûnên Çekdar ên UCDP Hejmara tevahî
3 Hejmara kuştiyên ji pevçûnên organîze yên navxweyî Enstîtuya Navneteweyî ya Lêkolînên Stratejîk, Daneyên Pevçûnên Çekdar Hejmara tevahî
4 Hejmar, dem û rola di pevçûnên derve de Daneyên Mirinê yên girêdayî Şerê UCDP, IEP Hejmara tevahî
5 Zêdebûna nakokiyên navxweyî yên organîze EIU Pîvana kalîteyê, di rêza 1an heta rêza 5an de
6 Têkiliyên bi welatên cîran re EIU Pîvana kalîteyê, di rêza 1an heta rêza 5an de
7 Asta sûcdariya ku di civakê de tê dîtin EIU Pîvana kalîteyê, di rêza 1an heta rêza 5an de
8 Hejmara penaber û kesên jicîhûwarkirî wek rêjeya nifûsê UNHCR û IDMC Nifûsa penaberan li gorî welat an herêma jêderê, zêdeyî hejmara mirovên jicîhûwarkirî yên welatekî (IDP) wekî rêjeya ji nifûsa giştî ya welat
9 Bêîstîqrara siyasî EIU Pîvana kalîteyê, di rêza 1an heta rêza 5an de
10 Bandora terorê Endeksa Terorîzmê ya Cîhanî (IEP) Pîvana hêjmarî, ji 1ê heta 5ê rêzkirî ye
11 Terora siyasî Amnesty International û Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî Pîvana kalîteyê, di rêza 1an heta rêza 5an de
12 Hejmara kuştinan ji 100,000 kesan Lêkolînên UNODC li ser Meylên Sûc û Xebatên Sîstemên Dadweriya Cezayê (CTS); texmînên EIU Hejmara tevahî
13 Asta sûcê tund EIU Pîvana kalîteyê, di rêza 1an heta rêza 5an de
14 Îhtîmala xwepêşandanên tund EIU Pîvana kalîteyê, di rêza 1an heta rêza 5an de
15 Ji 100,000 kesan re hejmara kesên girtî Kurteya Girtîgeha Cîhanê, Enstîtuya Lêkolîna Siyaseta Tawanan li Birkbeck, Zanîngeha London Hejmara tevahî
16 Hejmara efserên ewlekariya navxweyî û polîs ji 100,000 kesan UNODC CTS; texmînên EIU Hejmara tevahî; Hêza polîsê sivîl ji cerdevanên neteweyî an mîlîsên herêmî cuda ye
17 Lêçûnên leşkerî wekî rêjeya GDP Balansa Leşkerî û IISS Xercên dravê yên hukûmeta navendî an federal ji bo peydakirina lêçûnên hêzên çekdar ên neteweyî, wekî sedî GDP, ji 1 heya 5ê li gorî sedî
18 Ji 100,000 hejmara personelên leşkerî Balansa Leşkerî û IISS Hemî personelên karûbarê çekdarî yên tev-demjimêr
19 Hejmara veguheztina çekên konvansiyonel ên sereke wekî wergir (îthalat) ji 100,000 kesan Database Veguheztina Çekan a SIPRI Ji 100,000 kesî îtxalata çekên konvansiyonel ên sereke
20 Hejmara veguheztina çekên kevneşopî yên sereke wekî dabînker (îxracat) ji 100,000 kesan Database Veguheztina Çekan a SIPRI Hinardekirina çekên konvansiyonel ên sereke ji 100.000 kesan re
21 Beşdariya darayî ji bo mîsyonên aşitiyê yên Neteweyên Yekbûyî Komîteya Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî û IEP rêjeya "dravên nemayî yên welatan li hember nirxandina wan ya salane ya ji bo budceya mîsyonên aşitiyê yên heyî" di navanserê sê salan de, ji pîvana 1-5ê li gorî rêjeya beşdariyên sozdar hatine destnîşankirin.
22 Kapasîteya çekên nukleerî û giran Balansa Leşkerî, IISS, SIPRI, Tomara Çekên Konvansiyonel a Neteweyên Yekbûyî û IEP Pîvana 1-5 li ser bingeha xalên berhevkirî; Ji her wesayiteke zirxî û topê re 1 xal, her tankekê 5 xal, her balafireke şer 20 pûan, her keştiyek şer 100 xal, ji bo keştiya balafiran û keştiya nukleerî 1000 xal
23 Bi hêsanî gihîştina çekên piçûk û çekên sivik EIU Pîvana kalîteyê, di rêza 1an heta rêza 5an de

Rêzeya îndeksa aştiya cîhanê 2022

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
WelatRêzPîvan
Îslenda11.107
Zelendaya Nû21.269
Îrlenda31.288
Danîmarka41.296
Awistirya51.300
Portûgal61.301
Slovenya71.316
Çekya81.318
Sîngapûr91.326
Japon101.336
Swîsre111.357
Kanada121.389
Mecaristan131.411
Fînlenda141.439
Xirwatistan151.440
Almanya161.462
Norwêc171.465
Malezya181.471
Bhûtan191.481
Slovakya201.499
Holenda211.522
Belçîka221.526
Qeter231.533
Bulgaristan241.541
Polonya251.552
Swêd261.564
Awistralya271.565
Maurîtius281.570
Spanya291.603
Taywan301.618
Romanya311.640
Îtalya321.643
Estonya331.662
Keyaniya Yekbûyî341.667
Letonya351.673
Makedonyaya Bakur361.704
Lîtvanya371.724
Kosta Rîka381.732
Kuwêt391.739
Gana401.759
Albanya411.761
Mongolya421.775
Koreya Başûr431.779
Viyetnam441.786
Gambiya451.792
Ûrûgûay461.795
Îndonezya471.800
Botswana481.801
Montenegro481.801
Sierra Leone501.803
Laos511.809
Serbistan521.832
Yewnanistan531.838
Timor-Leste541.839
Şîlî551.840
Zambiya561.841
Urdun571.849
Bosna Hersek581.850
Gîneya Ekwatorê591.863
Mîrgehên Yekbûyî yên Ereban601.865
Panama611.876
Kamboca621.882
Moldova621.882
Oman641.889
Fransa651.895
Malawî651.895
Kîpros671.903
Namîbya681.908
Arjentîn691.911
Senegal701.916
Kosova711.938
Rwanda721.945
Nepal731.947
Maroko741.969
Gabon751.973
Lîberya751.973
Paraguay771.976
Angola781.982
Ekwador791.988
Bolîvya801.989
Komara Domînîk811.990
Jamaîka811.990
Ermenistan831.992
Madagaskar841.995
Tunis851.996
Tanzanya862.001
Ûzbekistan862.001
Trînîdad û Tobago882.005
Çîn892.010
Srî Lanka902.020
Qirgizistan912.028
Tacikîstan922.031
Eswatînî932.033
Papûa Gîneya Nû942.046
Gurcistan952.065
Bengladeş962.067
Qazaxistan972.071
Kûba982.083
Behreyn992.085
Lesoto1002.089
Peru1012.091
Togo1022.094
Taylenda1032.098
Tirkmenistan1042.116
Benîn1052.125
Gûatemala1062.139
Gûyana1072.140
Peravê Diranfîl1082.144
Cezayîr1092.146
Gîne-Bîsaû1102.156
Komara Kongoyê1112.184
Morîtanya1122.193
Djîboûtî1132.213
El Salvador1142.231
Haîtî1152.254
Belarûs1162.259
Hondûras1172.269
Afrîkaya Başûr1182.283
Erebistana Siûdî1192.288
Kenya1202.303
Ûganda1212.309
Mozambîk1222.316
Gîne1232.332
Nîkaragûa1242.334
Fîlîpîn1252.339
Misir1262.342
Zîmbabwe1272.350
Azerbaycan1282.437
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê1292.440
Brezîl1302.465
Burundî1312.470
Erîtrea1322.494
Filistîn1332.552
Îsraêl1342.576
Hindistan1352.578
Çad1362.591
Meksîk1372.612
Libnan1382.615
Myanmar1392.631
Nîjer1402.655
Îran1412.687
Kamerûn1422.709
Nîjerya1432.725
Kolombiya1442.729
Tirkiye1452.785
Burkîna Faso1462.786
Pakistan1472.789
Venezuela1482.798
Etiyopya1492.806
Malî1502.911
Lîbya1512.930
Koreya Bakur1522.942
Ûkrayna1532.971
Sûdan1543.007
Komara Navendî ya Afrîkayê1553.021
Somalî1563.125
Iraq1573.157
Komara Demokratîk a Kongoyê1583.166
Sûdana Başûr1593.184
Rûsya1603.275
Sûrî1613.356
Yemen1623.394
Efxanistan1633.554
  1. ↑ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. 1 nîsan 2019. Ji orîjînalê (PDF) di 1 nîsan 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 11 kanûna paşîn 2023.
  2. ↑ Wang, Monica. "The World's Most And Least Peaceful Countries In 2016". Forbes (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 11 kanûna paşîn 2023.
  3. ↑ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. 1 nîsan 2019. Ji orîjînalê (PDF) di 1 nîsan 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 kanûna paşîn 2023.
  4. ↑ dan (bi tirkî), roja gihiştinê 12 kanûna paşîn 2023
  5. ↑ "Suruç Katliamı: Yedi yıldır süren adalet arayışı – DW – 20.07.2022". dw.com (bi tirkî). Roja gihiştinê 12 kanûna paşîn 2023.
  6. ↑ "7 yıl geçti, Ankara Gar Katliamı'nda sorumlular yargılanmadı – DW – 10.10.2022". dw.com (bi tirkî). Roja gihiştinê 12 kanûna paşîn 2023.