Înterfaz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
%90ê jiyana xanêyê di qonaxa înterfazê de derbas dibe.

Qonaxa nevber an jî qonaxa înterfazê (bi înglîzî: interphase) dema jiyana asayî ya xaneyê ye.

Du qonaxên sereke yên çerxa xaneyê heye, a yekem Înterfaz, a duyem jî Qonaxa M-ye[1] Bi mîkroskoba ronakî, dabeşbûna kromozom û sîtoplazmayê di qonaxa M-yê da bi hesanî tên dîtin.[1] Dema xane di bin mîkroskobê de tê lekolînkirin, eger ev dem tu nîşanên dabeşbûna xaneyê xuya nebe, xane di qonaxa înterfazê da ye.[2]Wateya ‘inter’ navber e. Ango navbera du Qonaxên M-yê.[3] Di qonaxa interfazê de xane xwe amade dike ji bo dabeşbûna mîtozî an jî ya miyozî .

Li dawiya qonaxa mîtozî, du xaneyên keç çêdibin. Xaneyên keç dikevin qonaxa înterfazê.%90ê jiyana xanêyê di qonaxa înterfazê de derbas dibe.[4] Xane di qonaxa înterfazê de geşe dibe û digihîje qebareya xwe ya asayî. Xane ji bo geşebûnê, ARN, endamok û proteînan çêdike.[5][6] Di înterfazê de xane karê xwe yê asayî dike. Wekî mînak xaneyek gedeyê dibe ko di dema întefazê de ji bo herisa proteînan enzîm der bide, an jî dibe ko xaneyek pankreasê insulîn berhem bike.

Înterfaz sê jêrqonax lixwe digire, qonaxa G1, qonaxa S û qonaxa G2.[7] Tîpa G ji terma Gap’e tê. Ji bo navberdana reaksiyon an jî bûyerek domdar di înglîzîde li gel peyva “interval” peyva “gap” jî tê bi kar anîn. Ango wateya G1 , navbera1 e.

Qonaxên G1 û G2, bi navberê ji bo geşebûna xaneyê dem dabîn dikin. Herwisa qonaxên G1 û G2 derfet didin xaneyê ko xane çavderiya hawirdora navxweyî û derveyî bike. Bi vî awayî xane piştrast dike ko ji bo dabeşbûnê rewş guncav e.[8]

Qonaxa G1[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di jiyana xaneyê de dema ji kotahiya mîtozê heta destpêka qonaxa S-yê, wekî qonaxa G1 tê navkirin.[1] Ev qonax wekî qonaxa yekem a girbûnê jî tê navkirin. Bi peyva “qonaxa G1” tê diyarkirin ko bi vî qonaxê, navbera sîtokînez û duhendebûna ADNyê tê tijîkirin.[9] Di dawiya qonaxa sîtokînezê de du xaneyên nû çêdibe, ev herdu xaneyên piçûk, di qonaxa G1ê de tên hesibandin. Bi dirêjiya Qonaxa G1ê, endamokên nû tên çêkirin, hejmara endamokan zêde dibe, mêjera madeyên endamî (organîk) û nêndamî (înorganîk) yên di nav sîtoplazmayê zêde dibe. Bi vî awayî xane gir dibe.[10] Xaneyên lixwe sentrozom digirin, sentrozoma xwe duhende dikin.

Qonaxa G1 bi du awayên gengaz dawî dibe. An xane derbasî qonaxa S-yê dibe û çerxa xaneyê didome, an jî xane ji çerxa xaneyê der dikeve û dikeve qonaxa G0ê.

Qonaxa G0[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piraniya xaneyên laşê mirov di qonaxa G0ê de ne. Evan xaneyan bi eslê xwe zindî ne û hemû reaksiyonên metabolî yê pêwist pêk tînin.[11] Xaneyên di qonaxa G0ê wekî xaneyan bêdeng û rawestî tên pejîrandin, loma ji bo qonaxa van xaneyan bêjeya ‘qonaxa G0 ’( G sifir) tê bikaranîn. Masûlkexane û demarexane dabeş nabin, loma hertim di qonaxa G0ê de dimînin. Lê hin caran jî hin xaneyên laş piştî çendin rojan, hefteyan an jî salan ji qonaxa G0ê derdikevin û amadekariyên dabeşbûnê dikin.[8] Wekî mînak, xaneyên kezebê di hin şert û mercan de Qonaxa G0ê diterikînin û derbasî qonaxa S-yê dibin.[12]

Qonaxa S[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Her xaneyek laşê mirov 46 heb kromatîn lixwe digire. Kromatîn ji ADN û proteînên hîston pêk tê. Ji bo duhendebûnê, ADNya li ser hîston pêçayî, xwe vedike û ji hîston cihê dibe. Duhendebûna ADN û çêkirina hîston di vî qonaxê de rû dide.[1] Ji ber ko hemû ADNyên kromatîdan xwe duhende dikin, mêjera ADN Zêde dibe, û hejmara kromatîdan dibe du qat. Di xaneyên mirov de, di dawiya qonaxa S-yê, 46 kromozomên ko her yekê wan ji du kromatîdên xwîşk pêk tê, çêdibin. Duhendebûna sentrozomê jî di vê qonaxê de rû dide.[13]

Qonaxa G2[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xaneya bi têra xwe gir bûye û ADN yên xwe duhende kiriyê, wê dabeş bibe. Divê pêşî ji bo dabeşbûnê hin amadehiyên din jî bên kirin. Di vî jêrqonaxê de xane çavderiya ADN yê dike, eger ADN bi awayek rast duhende nebû be, divê çewtiyên ADN yê bêne sererastkirin.[5] Di qonaxa G2 de xanê hê bi leztir gir dibe û hin proteîn, endamok û enzîman çêdike.[6] Wekî mînak berhemkirina proteîna tubulîn zêde dibe ko di qonaxa mîtozî de çêkirina mîkrotubulan rû bide.[5]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c d Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  2. ^ Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  3. ^ Berk, A., Kaiser, C. A., Lodish, H., Amon, A., Ploegh, H., Bretscher, A., & Krieger, M. (2005). Molecular Cell Biology (5th ed.). CA.
  4. ^ Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  5. ^ a b c Jones, M., Fosbery, R., Gregory, J., & Taylor, D. (2014). Cambridge International AS and A Level Biology Coursebook with CD-ROM (4th ed.). Cambridge, MA: Cambridge University Press
  6. ^ a b McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  7. ^ Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  8. ^ a b Alberts, B., Johnson, A., Lewis, J., Morgan, D., Raff, M., Roberts, K., & Walter, P. (2014). Molecular Biology of the Cell (6th ed.). NY: Garland Science.
  9. ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  10. ^ Cell biology and histology / Leslie P. Gartner, James L. Hiatt, Judy M. Strum. — 6th ed.
  11. ^ Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  12. ^ Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  13. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,