Înterferon

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Înterferon beşek ji sîstema bergiriya giştî ye

Înterferon proteînên agahdariyê yên laşê mirov in.

Xane bi gelek rêbazan bi hev re di nav têkiliyêde ne, nîşanên (sînyal) cur be cur ji xaneyek ber bi yeka din ve wekî peyamber tên şandin. Navê gelemperi yê van molekulên peyamber, sîtokîn e. Gelek cureyên sîtokînan heye, înterferon jî yek ji van sîtokînan e[1]. Înterferon proteînên agahdariyê ne. Cara pêşîn di sala 1957an de ji aliyê bakteriyologê brîtanî Alick Isaacs û bakteriyologê swîsrî Jean Lindenmann ve hatê vedîtin (keşfkirin)[1]. Xaneyên bi virusan tûşbûyî, înterferon der didin. Înterferon xaneyên nêzîkî xaneya tûşbûyî ji vîrusan agahdar dikin, bi vî awayê xaneyên sax li hember zêdebûna vîrusan bergiriyê ava dikin[2]. Înterferon nê ji boy vîrusek diyarkirî, lê li dij hemû vîrusan bi heman şêweyê berevanî dabîn dike. Ji ber ev karê înterferonê, înterferon wekî beşek ji bergiriya giştî bi nav dibe. Înterferon rêgiriya zedebûna piraniya vîrusan dike, lê li ser hemû vîrusan bi bandor nîn e.

Bandora înterferonan[biguherîne]

Xaneya tûşbûyî înterferon berhem dike û der dide.
  • Înterferon xaneyên bergiriyê (xirokên spî) hander dike ku ber bi cihê tûşbûyî ve kom bibin û li dij hokarên nexweşiyê berevanî bikin[3].
  • Înterferon bandor li xaneyan dike ku rêjeya proteîna bi navê p53 bilind bike. p53 xaneyên tûşî vîrus bûne hander dike ku xwe bikujin, ev kar wekî apoptosîs tê binavkirin[3][4].
  • Li gel dabînkirina bergiriyê, înterferon çavdariya girêkên (timur) şêrpenceyê jî dikin. Înterferon bandor li ser xaneyên şêrpenceyê dike, ku di nav van xaneyan de rêjeya proteîna p53 bilind bibe, p53 dabeşbûna xaneya bi şêrpenceyê radiwestine, bi vî awayê rê li ber girbûn û belavbûna şaneya şêrpenceyî digire[5].
  • Înterferon rê li ber kopîkirina (transkrîpsiyon) asîdên nukleî yên vîrusan digirin, loma vîrus di nav xaneya tûşbûyî de êdî zêde nabe[6].

Cureyên înterferonan[biguherîne]

Li gor şêwe û pêkhateya wergirên li ser rûyên xaneyên ku înterferon lê bandor dike, sê komên înterferonan heye; înterferona alfa, înterferona beta û înterferona gama [5].

Xirokên spî, bi gelemperî lêkosît înterferona alfa berhem dikin û der didin.

Înterferona beta ji aliyê şaneya bestereşane, di xaneyên fîbroblastê de tên derdan.[7]

Înterferona gama jî ji xaneyên kujerê sirûştî û xaneyên T jehravî tên berhemkirin û derdan.

Înterferon û derman[biguherîne]

Ji salên 1980yan vir de, interferon li dij hin nesaxiyan wekî derman jî tê bikaranîn. Wekî mînak ji boy nesaxiya hepatid C , înterferonên alfa tê bikaranîn[2].

Çavkanî[biguherîne]

  1. a b https://www.britannica.com/science/interferon
  2. a b Villee, Claude Alvin, et al.( 1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4 p934
  3. a b OpenStax, Microbiology, openstax, 2016 p744,745 [1]
  4. http://www.bioinformatics.org/p53/introduction.html
  5. a b Interferons." World of Microbiology and Immunology. . Encyclopedia.com. 4 Jan. 2019 <https://www.encyclopedia.com>
  6. Cullen, Katherine E.( 2009) Encyclopedia of Life Science. Facts On File. p434 ISBN: 0-8160-7008-3
  7. ENCYCLOPÆDIA BRITANNICA, [2]