Îran

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
جمهوری اسلامی ايران
Jomhuri-ye Islāmi-ye Irān
Komara Îslamî ya Îranê
Alaya Îranê Nîşana Îranê
(Ala) (Nîşan)
Gotina netewî: Serbixwebûn, Azadî, Komara Îslamî
استقلال. آزادی. جمهوری اسلامی
Sirûda netewî: Sirûda Komara Îslamî
Iran (orthographic projection).svg
Zimanên fermî Farisî


Zimanên nefermî Azerî, kurdî, beluçî, erebî û turkmenî.
Paytext Tehran
35°41′Bk 51°25′Rh / 35.683°Bk 51.417°Rh / 35.683; 51.417
Bajarê mezin Tehran
Sîstema siyasî Komara îslamî
 - Serokê olî
 - Serkomar
Alî Xameneyî
Hesen Ruhanî
Rûerd
 - Giştî
 - Av (%)

1.873.959 km2
0,7
Gelhe
 - Giştî (2017)
 - Berbelavî

79.966.230 kes
48 kes/km2
Serxwebûn 1'ê avrêlê 1979 (Sazkirina Komara Îslamî)
Dirav Riyal
Dem UTC+3:30
Nîşana înternetê .ir
Koda telefonê 98

Îran an jî Komara Îslamî ya Îranê (bi farisî: جمهوری اسلامی ایران‎, lat. Jomhuri-ye Islāmi-ye Irān) welatekî Rojhilata Navîn e. Îran li bakur bi Ermenistanê, Azerbaycanê û Turkmenistanê re, li rojava bi Tirkiye û Îraqê re, li rojhilat bi Afxanistan û Pakistanê re û li başûr bi Kendava Farisî û Kendava Omanê re û li aliyê din ê wan herduyan re bi Kuweyt, Erebistana Siûdî, Bahreyn, Qeter, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî û Ommanê re hevsî ye.

Bi 1.648.195 km2 mezinahiya xwe ve di dinyayê de dewleta 18em e, Îran dewleteke piretnîkî ye û nûfusa Îranê li derdora 77 milyonî ye[çavkanî pêwîst e].

Navê Îran di nav zimanên Îranî de tê wateya Herêmên Aryaniyan[çavkanî pêwîst e].

Mezhebê fermî yê Îranê şî û zimanê fermî jî farisî ye.

Bi dirêjahiya dîrokê rola jeostratejîka Îranê giring bûye. Sedema vê giringiyê jî cihê wê li navenda Ewroasyayê ye. Îran yek ji damezrêner û endamên Neteweyên Yekgirtî, Welatên Alînegir û Rêxistina Welatên hilberînerê Petrolê (OPEC) ye.

Rojhilata Kurdistanê niha ji aliyê siyasî ve parçeyek ji Îranê ye.

Nav[biguherîne]

Peyva Îranê bi koka xwe ji peyva Aryanê re nêzîk e û ramana wê welatê Aryanan e. Hêjayê gotinê ye ku peyva Îraq anko Îrak a cîranê Îranê ye jî, bi koka xwe ve bi heman peyvê re têkildar e.

Di dîrokê da navê Aryanan û Parsiyan bi giştî ji bo wan herêman li kar bû ku niha Banî a Îranê pêktînin. Lê bikaranîna peyvên mîna Arî, Arya û Aryanayê li Îranê ji bo demên berî pêxemberê Îranî Zeradeştî tê gotin. Lê Zerdeşt bi aslê xwe kurde. Ev nav di Avestayê da (xeyîn ji parên ku dibêjinê Gat) hatine misogerkirin. Rengê ramana Ayîryaê tiştekê nêzîkî necîb, paqij an bilind e. Ayîrya daînhava bi ramana welatê Ariyan û Ayîryan Vaç bi raman welatê kok ê Ariyan ve girêdayî ye, ji wê hatiye.

Heta 1934ê jî Îran wek Persia dihate nas kirin. Reza Şah Pehlewî ev nav ji bo ku Qacarî û dîroka reş ya herêmê tîne hizra mirov guherand û bi fermanekê navê nû wek Îran da pejirandin.

Dîrok[biguherîne]

Desthilata Sefewiyan[biguherîne]

Li sala 1501ê de şerek di navbera Aqqoyuniyan û Sultan Îsmaîl de qewimî. Di encama şerî de desthilata Aqqoyunî ya li Tebrîzê hate xerab kirin. Îsmaîl şûna emîrên Aqqoyunî hikûmraniya xwe da dest pê kirin. Xwe wek Şahê Îranê da binav kirin û şahitiya xwe li gor çar bingehan damezrand:

  1. Siyaset: Îsmaîl li gor şecerekê ku ji aliyê bapîrên wî ve hatiye amade kirin, xwe wek neviyê Îmam Elî dihesiband
  2. Terîqet: Îsmaîl xwe wek Murşidê Kamil yê terîqeta Sefewî xwe dihesiband. Hêjayî gotinê ye ku damezrînerê vê terîqetê Şêx Sefyeddînê Erdebîlî bû
  3. Teşeyyû(şîekirin): Îsmaîl di yekem roja ragihandina şahitiya xwe de Şîetî kir mezhebê fermî yê dewletê. Ferman da ku êdî di xutbeyan de navê 12 îmamên Şîe bên xwendin û lenet li 3 xelîfeyên berî Elî bê kirin.
  4. Îranîbûn: Îsmaîl dixwast li axa qedîm ya Îranê de dewleteke yekgirtî ava bike û çanda Îranê zindî bike[1]

Şah Îsmaîl kesek Tirkê Azerî bû ku gelek caran helbestên xwe bi tirkî dinivîsand. Şah Îsmaîl di rêvebirina dewletê de alîkarî ji heft êlên Tirkan werdigirt; Şamlo, Rûmlo, Tekelo, Ustaclo, Qacar, Efşar û Zulqedîr. Hêjayî gotinê ye ku piştî binemala Sefewiyan, desthilata Îranê ket di bin destê binemalên Efşarî û Qacariyan de. Şah Îsmaîl mirovekê Şîeperest bû ji ber vê jî dijitiya wî li dijî Sunîyan pir xurt bû. Bi taybetî li wê demê Dewleta Osmanî hebû ku dewleteke Sunî bû, her wisa di navbera dewleta Osmaniyan û Sefewî de jî eşîretên Kurdan hebûn ku pirraniyan wan Sunî bûn. Ji ber vê sedema Sunîbûna Kurdan Şah Îsmaîl gelek zordarî li Kurdan dikir û polîtikayên taybet ji herêmên Kurdan dimeşand. Em dikarin li ser sê xalan siyaseta Şah Îsmaîl a dijî Kurdan aşkere bikin:

  1. Nehiştina desthilata serdarên xwecih ên Kurd, di cihê wan de danîna serdarên Qizilbaş bi eşîretên wan ve
  2. Naçarkirina xelkê navöeyên dagirkirî yên Kurdistanê ji mezhebê Sunî û çûyîna wan a li ser mezhebê Caferî Şieya Danzdeh Îmaman
  3. Ji bo tirsandina xelkê bikaranîna şîdeteke hişk û bêdengkirina bêmerhemetî ya her awa berxwedan û serhildanê[2]

Ev helwestên Şah Îsmaîl di nav du komên mezin ên rojhilata navîn de tovên dijminiyê çand. Di navbera dinyaya Sunnî û Şîe de, her wisa di navbera Kurd û Eceman(Tirkên Şîe-Azerî) de dijminiya bi sedsalan destpê kir. Zilm û zordariya Şah Îsmaîl li ser gelên Sunî bi taybetî jî Kurdan bû sedema şer di navbera Osmaniyan û Sefewiyan de. Li deşta Çaldiranê hêzên Osmaniyan û Sefewiyan şer kir û di encamê de heta Tebrîzê welatê Kurdan ket bin destê Osmaniyan. Hêjayî gotinê ye ku her çend gelek eşîrên Kurd li gel Osmaniyan bin jî, hejmareke zêde ya eşîrên Kurdan jî li gel Sefewiyan bûn.

Li aliyê rojava Osmaniyan tehdît li desthilata Sefewiyan dikir, her wisa li rojhilatê Îranê jî Ozbekan ku bixwe Sunî ne, tehdît li desthilata Sefewiyan dikir. Şah Îsmaîl ji bo ku rojhilatê welat biparêze eşîra Kurd a bi navê Qeremanlo li Xorasanê bicîh kir. Her wisa Şah Tehmasbê kurê Şah Îsmaîl jî gelek hozên Kurd ê bi navên Zengene, Çegnî, Zeyg û Kelhurî veguhestin sinorên Ozbekan yanî li Xorasanê. [3]

Di navbera salên 1533 û 1553ê de 20 salan Osmaniyan û Sefewiyan şer kir. Di van şeran de Osmaniyan bi alikariya Kurdan gelek herêmên Sefewiyan jê standin. Di dawiya vî şerî de Hevpeymana Amasyayê hate destnîşan kirin. Aliyên vê hevpeymanê Qanûnî Sultan Silêman û Şah Tehmasb bûn.

Piştî Şah Tehmasb gelek şah bi wextekê kin hatin guhertin. Di dawiyê de Şah Ebbas bû şahê nû. Di dema desthilata Şah Ebbas de gelek guherînên demografîk li Kurdistanê hatin kirin. Gelek zordarî li hoz û êlên Kurdan hatin. Ji bo mînak destana Kela Dimdimê(Xan Dimdim) di dewra Şah Ebbas de rûda bû. Bi taybetî li herêma Urmiyê guherînên gelek girîng hatin kirin. Hoza mezin ya Eceman Efşar li Urmiyê hatin bicîh kirin. Êlên Efşarî yên li Urmiyê hatin bicîhkirin ev in; êla Kunduzlo li melbenda Dolê, Êla Qerqelo li melbenda Rewzeyê, êla Kuhkelo li melbenda Nazloyê, eşîreta Îmanlo li derdora bajarê Urmiyê, êla Arşlo li Şino û Seldozê, eşîreta Qasimlo li Sayînqelayê hatin bi cîh kirin[4].

Desthilata Qacariyan[biguherîne]

Desthilata Qacariyan li sala 1780 heta sala 1921ê bi derbeya leşkerî dewam kir. Li sala 1921ê de ji aliyê Riza Şah ve darbeyek li Îranê çêbû û desthilata Îranê ket bin destê Riza Şah.Li sala 1925ê jî desthilata malbata Qacariyan bi dawî anî. Şahê dawiyê yê Qacariyan Ahmed Şah Qacar çû Parîsê.

Qacarî ji çend eşîran pêk tê. Di navbera salên 1780 û 1790an de bajêrên Îranê yek yek bidest istin. Li sala 1786an de bajarê Tehranê dagir kirin û ew der wek paytextê xwe îlan kirin. Li sala 1796an de jî Malbata Qacariyan ava kirin. Êdî li Îranê desthilata malbata Qacariyan destpê dike.

Dewleta Qacariyan ji aliyê Nasreddîn Şah ve dihate rêve birin. Dewlet xwediyê 9 wezaretan bû. 5 wezaret li ser kaxezê hebûn û 4 wezaret jî her çend bi aktîf kar kiribin jî burokrasîya zêde mezin di dewleta Qacariyan da nebû. 4 wezaretên aktîf; Wezareta Şer, Wezareta Darayî, Wezareta Dadê û Wezareta Karên Derve bû.

Wezareta Karên Derve li çend dewletên derve berpirsiyar hebûn, di nav wan de Îstanbul, Parîs, Washington hebû

Wezareta Darayî dema destpêka dewleta Qacariyan welat wek 38 herêmên bacê parve kiribû lê li salên 1910an de ev herêmên bacê kiribûn 18. Ji bo bac komkirinê li her herêmê mustavfiyek dihate hilbijartin. Mustavfî bi alikariya serokeşîrên herêmê bacên herêmê kom dikir û dibir Tahranê.

Wezareta şer 8 hezar peyadeyan bû 5 hezar ji wan topavêj bûn û xwedî 4 topan bûn. 3 hezar jî ji Lîwaya Qazaxan bû. Fermandeyê Liwaya Qazaxan ji Rusî bû. Leşkerên Liwaya Qazaxan hindek ji eşîra Şahseven bûn, hindek jî penaberên Tirk bûn ku ji Rusî revîbûn û hatbûn Erîvanê[5]. Lê bi dûçûna wezareta şer ew xwedî 200 hezar leşkeran bûn. Lê 200 hezar leşker, leşkerên eşîrî bûn û her yêk xwedî serokeşîrekî bûn. Ji bo ji biryarên Hikûmeta Qacariyan bêhtir biryarên serokeşîran girîngtir bûn[6].

Wezareta Dadê bêhtir li ser sûcên dijî dewletê kar dikir. Wek din gelek kar û barên têkiliyê edaletê li her herêmekê ji aliyê eşîran ve çareser dibû.

Ulemayên dewra Qaacariyan xweser bûn. Bacek bi navê Hums ji xwe re kom dikirin. Her wisa zekat jî kom dikirin.

Avabûna dînê Bahaî di dewra Qacaryan de ye. Ticarekê Şîrazî li sala 1840an de xwe wek derekî dide nasîn ku di wî derî de Îmam Mehdî dê borît. Piştî vê ev ticar tê darve kirin. Mirîdên wî li sala 1852an de sûîkastekê li dijî Nasreddîn Şah pêk tînin. Lê hemû tên girtin, wek zindiq tên binav kirin û ceza dikin. Gelek zanayên vî dînî direvin nav Osmaniyan.

Di 28ê gulana 1901ê de di navbera ticarekê ingilîz bi navê William Knox D'Arcy û Muzaffereddîn Şah de hevpeymaniyeke bi navê Hevpeymana Îmtiyazê ya D'Arcy îmze kirin. Bi dûçûna vê hevpeymanê ;

  1. Ji bilî 5 parêzgehên bakurê Îranê, li Îranê heqê petrolê 60 sal e
  2. Di avabûna yekemîn tesîsa şîrketê de 20 hezar sterlîn pare û bihayê 20 hezar sterlîna jî pişk dê were dayîn bo hikumeta Îranê. Her wisa salane %16e ji qezencê şîrketê dê were dayîn
  3. Dema hevpeymana 60 salî xelas dibe, hemû materyal û tesîsên şîrketê dê bibin malê dewletê [7].

Her wisa di dema lêgerîna petrolê de diz û çeteyên herêmê şîrketa petrolê gelek caran aciz dikir. Ji ber vê jî şîrketê li gel eşîrên herême bi taybetî Bextiyariyan pêkhatin. Ji bo ku ev eşîr ewlehiya herêmê biparêzin %3 pişka qezenca şîrket distandin. Lê ev pişk jî dema Şah Reza de bû malê dewletê. Hevpeymana D'Arcy heta şoreşa Îslamî di navbera Îran û Ingîlîzan de dibe sedema pirsgirêkan. Piştî lêgerînên şîrketê, petrol li sala 1908ê de li Mescîda Silêman hate peyda kirin. 14ê nîsana 1909ê de jî Anglo-Persian Oil Company hate damezrandin. Lê ji ber girîngiya petrolê ji bo artêşa Îngîlîzan, Îngîlîzan dest dana ser şîrketê û %55 pişk ji şîrketê kir malê dewleta Îngîlîzan. Li sala 1912ê de jî di gemiyan de şûna komirê, berhemekê petrolê fuel oil hate bikaranîn. Ev pêngav ji bo îngîlîzan, petrola Îranê binirxtir kir. Êdî Îran ji Îngîlîzan wek Hindistanê dibe welateke girîng.

Di pûşpera 1906ê de bi rêberiya Seyîd Evdilla Behbehanî û Seyîd Muhemmed Tabatabayî hezar xwendavên medreseyan protestoyek lidarxistin. Dixwastin ku li Îranê maf û hiquqa bidad were bicîh kirin. Eger gotina wan neyê cîh, dê xizmetên dînî werin rawestandin.Her wisa ticar û esnafên Îranê jî grevek giştî dan destpê kirin. Ev her du rûdan hêdî hêdî ber bi şoreşekê ve diçû. Bi hêza ticar, dînzana û rewşenbîrên Îranî di gelawêja 1906an de ji aliyê Muzeffereddîn Şah li Îranê şoreşa makezagonî hate kirin. Dû vê jî cotmeha 1906ê de meclîsa Îranê hate vekirin. Di meclîsê de ji 60an bêhtir t,car û esnaf, 25 dînzana û nêzî 50 kesan ji axa, rewşenbîr û karmend hebûn. Ev endam bi du fraksiyonan dihatin temsîl kirin; Mutedîlî û Lîberal. Bi vê şoreşê zimanê Îranê yê fermî bû Farisî û Şîîtî jî li Îranê bû dînê fermî. Di civata wezîran de wezaretî tenê ji bo Şîîyan hate destnîşan kirin. Piştî Muzeffereddîn Şah, kurê wî Muhemmed Elî Şah bû serokê dewletê. Bi serokatiya xwe mecbûr ma û makezagon pejirand. Di heman salê de Îngîlîzan û Rûsan hevpeymanek destnîşan kir û bi dûçûna vê hevpeymanê Îranê kirin sê parçe.Bakurê Îranê ket bin desthilata Rûsan, başûrê Îranê ket bin destê Îngîlîzan de û navenda îranê jî wek herêmeke bêalî hat qebûl kirin. Bi vê hevpeymanê hebûna meclîsê hate binpê kirin, tenê Şah hate nasîn, ev jî bû sedema krîzê. Muhemmed Elî Şah bi vê rûdanê bi alikariya liwaya Qazakan derbeya leşkerî kir. Meclîs hate girtin, parlamenter hatin binçav kirin. Piştî van bûyeran şerekê navxweyî li Îranê derket. Şah bi alikariya liwaya Qazakan her der dixist bin destê xwe. Mixalîfan jî bi alikariya partiya taşnak ya ermeniyan, bextiyariyan û karsazên mazenderanê berevaniya xwe kir. Di encamê de mixalîfan dest dana ser îdareyê. Şûna Muhemmed Elî Şah, kurê wî yê 12 salî bû Ahmed Şah Qacar bû şahê nû. Liwaya Qazakan her wekî xwe ma. Meclîsa duyem di mijdara 1910an de hate vekirin. Lê her çend meclîsa duyem û piştî vê jî meclîsa sêyem vebe jî, rêvebirina di kaosekê de bû. Her kesekê bihêz li herêmekê hikûm dikir. Jixwe paşî şerê cîhanê yê ‎yekem destpê kir. Osmanî heta Tebrîzê hatin û ev der xistin bin hikûmê xwe de. Bi dûçûna dîrokzanê Ermenî Ervand Abrahamian Osmaniyan alikariya Simkoyê Şikak dikir da ku şer li dijî ermenî, siryanî û leşkerên Îranê bikin[8]. Hêjayî gotinê ye ku di vî wextî de fraksiyonên meclîsê mutedîlî û demokratan li Kirmanşanê hikûmeteke netewî ava kiribûn. Her wisa Yeprem Xanê serokê partiya taşnakê ku ermenî ne, li vir hate kuştin.

Di vê kaosê de Îranê hewceyî bi hizûr û rêvebirineke nû heye, deng û nerazîbûn zêde dibin hem di nav gel de hem jî di nav bûrokratan de.

21ê Sibata 1921ê de Liwaya Qazakan bi serdariya Reza Xan ji Qazvîn çûn Tahranê. Tahran dagir kirin û dest danî ser rêvebiriya Îranê. Heta sala 1925ê rêvebirina hikûmetê dikir. Desthilata malbata Qacariyan destpê dikir lê sala 1926ê de ev desthilata malbata Qacariyan bi dawî anî û xwe wek Şahê Îranê îlan kir.

Desthilata Pehlewiyan[biguherîne]

Reza Şah dema hatiye ser rêvebirina dewletê, dewlet di halekê ne-navendî de bû. Hkûmeteke merkezî tune bû û li her derê kesekê bihêz ew der birêve dibir. Li Kurdistanê rêvebirin û nerazîbûna Simkoyê Şikak hebû li dijî desthilata Qacariyan, li Tebrîzê serhildanên Xiyabanî, li Gîlanê Xanê Biçûk û cengeliyan hwd. hebûn. Reza Şah ji ber van sedeman, artêşa xwe bihêz kir û ev rêvebirin û serhildanên herêmî jinav birin. Reza Şah Pehlewî dewleta xwe ber bi modernîzasyonekê ve dibir. Navên Erebî hemû kirine Farisî, navê dewletê guherand, her wisa paşnavê xwe jî ku îrana kevn tîne bîra mirov, wek pehlewî binav kir. Leşkeriya mecbûr ragihand û bi vê hêza dewletê mezintir lêhat.

Di dema Qacariyan de ji bilî pişka hikûmeta Îranê, şîrketa petrolê ji ewlehiya herêmê %3 pişk jî da bû eşîrên Bextiyarî û hindek eşîrên Ereban. Şah Reza ev pişka petrolê jî kir malê dewletê. Her wisa li sala 1932an de pişka Îranê ya petrolê her çend %16 be jî, li vê salê li gor salên din kêm pare hate dayîn bo Îranê. Ev jî bû sedema pirsgirêkê di navbera Şah Reza û Îngîlîzan de. Ji ber vê 28ê Gulana 1933ê de hevpeymaneke nû di navbera wan de hate destnîşan kirin. Bi vê hevpeymanê pişka Îranê bû %20 û her wisa hevpeyman ji 60 salên din jî hate dirêj kirin [9]. Her wisa navê şîrketê jî wek "Anglo-Iranian Oil Company" hate guherandin. Piştî dahatên dewletê zêde bûn; Reza Şah rê çêkirin, artêşa hewayî bi firokeyan bihêztir kir. Reza Şah ewqas ber bi modernîzasyonê ve çû ku heta peçe û cilûbergên dînî hemî qedexe kirin û kulavê fotr mecbûr kir.

Li sala 1935ê li Meşhedê Mollayekê Şîî li dijî Şahê Îranê weezek da û rûdanên bixwîn li vir derketin ji sed kesan bêhtir mirov li vî bajêrî dînî ji aliyê leşkerên şahî ve hatin kuştin. Wê demê Şerê Cîhanî yê Duyem destpê kiribû. Her çend Îran di vî şerî da bêteref xwe îlan kiribe jî, ji ber erdnigariya îranê ya stratejîk ji welatên şerker, Îran jî bû cihê hêznîşandanê. Li sala 1941ê İngilîzan başûrê Îranê, Sovyetan jî bakurê Îranê dagir kir. Wek dema Qacariyan, Îran dîsa bû sê parçe. Parçeyê navendî jî ji bo dewleta Îranê ma. Bi vê dagirkirinê Reza Şah ji kar hate dûrxistin.Hate sirgûnkirin li welatê Afrîkaya Başûr û li wir jî mir. Şûna wî, kurê wî Muhemmed Reza Pehlewî bû desthilatê nû yê Îranê. Lê di dema Muhemmed Reza da dewleta Îranê di bin tesîrên dewletên İngîlîzan û Sovyetan de bû. Tesîra Şah li ser hikûmetê kêm mabû. Rêvebirina dewletê ji bo hikûmet û meclîsê hêla bû.

Li sala 1941ê de meclîsa 14emîn hate ava kirin. Di vê meclîsê de çar fraksiyonên sereke hebûn; Fraksiyona Azadî,fraksiyona eşaîrî, frksiyona îtîhadî millî û fraksiyona mîhan. Hêjayî gotinê ye ku serokê fraksiyona eşaîrî serokeşîrê kelhûran Ebbas Qubadiyan(Emîr Mexsûs) bû. Serkêşên îttîhadî millî jî Seyîd Muhemmed Tabatabayî û Seyîd Ehmed Behbehanî bûn. Hêjayî gotinê ye ku kesek jî hebû di meclîsê de girêdayi ti fraksiyonan nebû; Muhemmed Museddiq. [10]. PHer wisa bi rêberiya Îrec Îskenderî partiyeke komûnîst hate ava kirin; Hizba Tudeh. Di dewra Reza Şah de kesên komûnîst dihatin zîndankirin. Îrec Îskenderî jî yek ji wan bû. Gelek partî û rêxistinên din jî hatin vekirin. Destilata Muhemmed Reza Şah di bin van şert û mercan da destpê kir.

Li salên 1945an Sovyetan wek Îngîlîzan, li bakurê Îranê îmtiyaz ji hikûmeta Îranê xwast, her çend partiya Tudeh dijatiya xwe nîşanî Sovyetan da be jî, parastina wê yekê dikir ku dê Sovyet ji Îngîlîzan bêhtir pişkê bide Îranê. Her wisa bi piştgiriya Sovyetan li Azerbaycanê û Kurdistanê du herêmên xweser bi navên Komara Kurdistan û Hikûmeta Netewî ya Azerbaycanê hatin ava kirin. Tudehê piştgiriya van partiyan jî dikir ku herêmên xweser ava kirin. Dagirkirina Sovyetan bû sedema netewperestiya Îraniya û piştgiriya Tudehê bo Sovyetan jî bû sedema qedexekirina Tudehê di reşemeha 1049an de. Piştî qedexekirina Tudehê bayekê netewperestî li nav rêvebir û parlamenterên Îranê de derket. Gulana 1946an de Sovyet ji herêm vekişiyan û Îranê ev her du herêmên xweser serûbin kirin.

Li sala 1947ê de hilbijartinên giştî hatin kirin; Ehmed Qavam bû serokwezîrê nû. Lê ji ber dijatiya parlamenteran ji bo hevpeymana wî û Sovyetan, îstîfa kir. Şûna wî Îbrahîm Hakîmî bû serokwezîr. Li sala 1949ê de hilbijartineke din ya giştî hate kirin. General Razmara bû serokwezîrê nû. Cepheya Millî jî di vê hilbijartinê bihêztir bû.

Her wisa hêza Fedaiyên Îslamê jî her roja diçû zêdetir dibû. Ayetulah Seyîd Ebdulqasim Qaşanî jî têkildarî vê rêxistinê bû. Vê rêxistinê navê xwe bi sûîkastan anî rojevê. Dîrokzan Ahmed Kesrewî Tebrîzî bi kêran ji aliyê terefdarên wan hate kuştin. Gelek bûrokrat û zanayên din jî kuştin. Di dawiyê de serokwezîr Razmara jî bi hinceta piştgiriya imtiyazên Îngîlîzan bi sûîkastekê jiyana xwe ji dest da. Armanca Fedaiyên Îslamê dewleteke şerî bû. Her wisa dixwastin gelek burokrat ji wan bin. Bi vê mebestê gelek caran Museddiq jî tehdîd dikirin.

Piştî van bûyeran Muhemmed Museddiq derket sehneya siyasî ya Îranê de. Museddiq dijî Îngîlîzan bû. Li sala 1952ê de petrola Îranê ya ku Îngîlîzan derdixist bi rêya meclîsê kir malê dewletê. Piştî vê pêngavê ji aliyê Şah ve wek serokwezîr hate tayîn kirin. Piştî vê hemleya wî derbeyeke leşkerî bi alikariya DYA û İngîlîzan çêbû û Museddiq ji kar hate dûr xistin. Ev buyer di dîrokê de wek Operasyon AJax tê binavkirin. Ev rûdane destpêka têkiliyên Îran û DYAyê ye jî. DYAyê îdîa dikir ku Museddiq piştgirê Sovyetan e û alikariya Tudehê dike. Lê ev tenê hêcet bû. Piştî vê derbeya leşkerî qedemên hereketên netewperest û komûnist şikest. Hêdî hêdî tevgerên Îslamî zêde dibûn.

Piştî rêvebirinên meclîsê, bi vê derbeya leşkerî rêvebirin ket destê Şahê îranê. Şah Muhemmed Reza êdî bi dilê xwe reform kirin. Li sala 1957ê de bi alikariya Mossad û CIAyê Savak hate ava kirin. Şoreşa Sipî da destpê kirin. Reforma axê kir. Hindî reform hatibin kirin jî ji bo ferqa tebeqeyên civakê nebû çareserî. Di navbera feqîr û zengînan de gelek ferq hebûn.

Di navbera hereketên Îslamî de jî hêdî hêdî cûdabîn zêde bûn. Piştî salên 1960an du fraksitonên serekê yên Îslamî navdar bûn. Fikrên Elî Şerîetî di navbera zana û rewşenbîrên ciwan de her roja diçû zêde dibû. Şerîetî wek îslamparêzên din ne dijê sosyalîzmê bû; bilakis fikrên wî têkeliya Îslama şîî û sosyalîzm bû. Yekemîn pirtuka wî li ser Ebû Zer bû. Di pirtukê de Ebû Zerî wek mislimanekê sosyalîst dide nasîn.Her wisa ulema û dîndarên Îranê her rexne dikir ku mislimanan pê dîn bêhiş dikin. Hetta dijberê bikaranîna peyvên Ayetulah û Huccetul Îslam jî bû. Hêjayî gotinê ye ku gelek terefdar û piştgirên wî bi navê Micahîdên Gel rêxistineke gerîla ava kirin. Berî şoreşa Îslamê li sala 1977ê li Brîtanya bi awayeke gumanbar mir. Li aliyê din di navbera ulema û dîndarên Îranê de fikrên Ayetula Xumênî dibişkivîn. Bi nêrîna Xumênî divêt heta Mehdî tê dewlet di destê muctehîdan de be. Ev fikrên xwe jî bi pirtuka bi navê Velâyeti Fakih yâ Hukûmeti İslamî weşand.

Li sala 1971ê de ji aligirên partiya Tudeh û Cepheya Millî rêxistineke bi navê Fedaiyên Gel hate ava kirin. Micahidên Gel û Fedaiyên Gel gelek caran bi hevra çalakî li dijî malbata Şah û burokratên Şah re lidardixist.

Di adara 1975ê de du partiyên sereke yên meclîsê bi fermana Şah Muhemmed Reza hatin girtin. Şûna van her du partiyan; Hizbi Ristehîz (Hizba Vejîn) hate damezrandin. Bi vê partiyê Şah dixwast Îraniyan bike yekdeng. Lê ev bi dilê Şah birêve neçû. Li gelek cihan nerazîbûnên dijî vê partiyê li kolanan peyda bû. Bi taybetî di nav molla û xwendevanên wan de nerazîbûn zêde bûn. Li gelek cihan şer derketin. Kuştî û brîndar peyda bûn. Li Abadanê jî agir bi saloneke sînemayê ket û di encamê de nêzîkî 400 karkeran jiyana xwe ji dest da. Ev jî bû sebeba nerazîbûnên mezin. Çepgir û dîndarên Îranê bi hevra çalakî lidarxistin, şerên aktîf di navbera wan û leşkerên Şahî de derketin. Di van çalakiyan de rola Ayetulahê Mezin Şerîetedarî gelek mezin bû. Piştî van bûyeran 1ê reşemeha 1979ê Ayetula Xumênî vegeriya welat. Mixalîfan derbeya mezin li meydana Jale li leşkerên Îranê da. Fedaiyên Gel û Micahîdên Gel li vê meydanê li gel mihafizên qesra Şah şer kir. Di encamê de leşker binketin û vegeriyan[11]. Şah Muhemmed Reza ji welat reviya û di radyoya Tehranê da ev deng belav bû: Ev der dengê Îranê ye, dengê Îrana rasteqîn, dengê Şoreşa Îslamî...[12].

Desthilata Şoreşa Îslamî[biguherîne]

Piştî îlankirina şoreşê ji hemû aliyan hikûmeteke demkî hate ava kirin. Serokwezîrê hikûmetê endamê Cepheya Millî, Mehdî Bezirgan bû. Ji Tudehê, ji mollayan ji hemû aliyên dijî Şah Muhemmed Reza di hikûmetê de hebûn. Lê belê her çend hikumetek hebe jî bi rêberiya Xûmênî dewleteke paralel dihate ava kirin. Gelek tişt bi biryara Xûmênî dihate kirin. Hêjayê gotinê ye ku şoreşa Îslamî ji aliyê hemû fraksiyonan dihate pejirandin lê aliyên Tudeh, Cepheya Millî dixwast wek îslama demokratîk bê binav kirin. Ev jî ji aliyê Xumênî nehate qebûl kirin. Di vê van navberan de Xûmênî teşkîlatên xwe bihêztir dikir. Di warê leşkerî de projeyên xwe bicîh dianî. Di navbera aliyên şoreşger de niqaş derketin ku aliyê Xûmênî dixwaze rêjimeke axûnd(rûspî, molla) ava bike.

Mixalîfên Xûmênî ne tenê sosyalîst û netewperest bûn. Her wisa di nav Şîeyan de jî hebûn. Yek ji wan Hesen Şerîetmedarî bû. Şerîetmedarî dixwast ji hemû aliyan dewletek bê ava kirin û xwe dûr ji Velayetî Fiqh didît. Jixwe esasê fikrên Xûmênî Velayetî Fiqh e. Di nîsana 1979ê de Xûmênî Partiya Cumhuriya Îslamî ava kir. Şerîetmedarî jî li dijî vê Partiya Gel ya Cumhuriya Îslamî ava kir.

Di nav van gengeşî û kaosa siyasî de serokê DYAyê Jimmy Carter rê da Muhemmed Şah ku were li DYAyê tedawiya kanserê bibîne. Ev sedema pirgirêkeke mezin di navbera Îran û DYAyê de. 400 xwendevan ên bi navê Xwendevanên Misliman ên di Rêya Îmam de derûdorên balyozxaneya DYA ya Tehranê girtin û çûn hundir. Êdî piştî vê 444 rojan Qeyrana Rehîneyan destpê dike. Di encama vê qeyranê de serokwezîrê Îranê Bezirgan îstîfa kir. Di vê navberê de makezagona Xûmênî amade kirî çû giştpirsiyê. Micahîdên Gel, Fedaiyên Gel û Cepheya Millî ev giştpirsî boykot kirin. Her wisa di vê giştpirsiyê de li Kurdistanê, Belûçistanê û li memleketê Ayetulahê Mezin Şerîetmedarî Azerbaycanê boykoteke berbiçav hebû[13]. Hêjayî gotinê ye ku li adara 1979ê de jî giştpirsiyek hatibû kirin û gel xwedî li vê giştpirsiyê derketi bû. Lê di vê giştpirsiya makezagonê de gelên sunî Kurd û Belûçan boykotek nîşan da ku ew naxwazin dewleteke axûnd, molla were ava kirin. Em dikarin bibêjin ku mixalîfên niha yên rêjima îslamî ev fraksiyon in. Jimmy Carter ji ber têkçûna wî ya di qeyrana rehîneyan de hilbijartinên DYAyê winda kirin. Hêj serokê nû yê DYAyê dest bi kar nekirî, Xûmênî rehîneyên balyozxaneya DYAyê berdan. Ev jî wisa tê şirove kirin ku Xûmênî nexwast ev qeyran ji serokê DYAyê yê nû Ronald Reagan nebe serkeftin.

22yê îlona 1980ê de artêşa Îraqê ji hidûdê Îranê borî û bi fermî şer li dijî Îranê da destpê kirin. Ev şer di çi hesabên avakerên şoreşa Îslamî de nebû. Sedam Huseyn ji ber vê şoreşê ditirsî ku li welatê wî jî şoreşeke Şîîyan çêbe û her wisa li Şettulereb hêj jî pirsgirêkên hidûdî hebûn. Bi vî şerî gelên Îranê piştgiriya hikûmet û dewleta xwe kirin. Ji bo Xûmênî ev nîmetek bû ku cihê xwe saxlemtir kir. Bi vî şerî Supaya Pasdaran ên Şoreşa Îslamî hate ava kirin ku şoreş û dewleta Îranê biparêze. Her wisa ji bo ku rêber û rêbazên şoreşa Îslamî biparêze ji Supaya Pasdaran de 2-3 hezar kes hatin hilbijartin û ji wan jî Hêza Qudsê hate ava kirin. Her wisa ji bilî van hêzan, hêzek din jî hebû ku ew ji dilxwazên Îraniyan pêkhatibû. Kesên bi dilxwazî beşdarî şer bûn bi navê rêxistina Besîc ava kirin. Şerê Îran û Iraqê 8 salan berdewam kir û di xizîrana 1988ê de bi agirbestekê bidawî bû.

Hêj ev şer berdewam dike Micahîdên Gel li xizîrana 1981ê de li dijî hikûmeta ji aliyê Xûmênî ve hate avakirin re derbeyek pêk anî. Gelek wezîr, parlamenter, bûrokrat û rêvebirên pîlebilind yên aligirên Xûmênî di van çalakiyan de hatin kuştin. Hetta serokkomarê nû were tayîn kirin Ekber Haşimî Refsencanî û rêberê nû yê şoreşa îslamê Elî Xameney jî di van çalakiyan de brîndar bibûn. Lê ev derbeya Micahîdên gel negihişt armanca xwe û Xûmênî li dijî mixalîfan bihêztir lêhat. Xûmênî gelek endamên Micahidan, Kurd, Behayî bidarve kirin. Her wisa fetwaya kuştina Selman Ruşdî jî da. Di dema rêberiya Xûmênî de serokkomarê dewletê jî Elî Xameney bû. Lê di vî dewrî de gelek biryarên têkildarî rêvebirina dewletê ji aliyê Xûmênî ve dihatin dan. Piştî dewrê Xûmênî di dewletê de duserî destpê dike. Rêvebirin dikeve destê serokkomar. Lê rêberê şoreşê bixwaze dikare hemû tiştan betal bike.

5ê gulana 1983yê hemû endam û parlamenterên Tudehê bi hêceta casûsiya Sovyetan hatin girtin û Tudeh hate qedexe kirin.

Hêj Xûmênî di sekeratê de konseyeke nû tayîn kir ku wezîfeya wan ew bû rêberê nû tayîn bikin û kontrol bikin. Di xizîrana 1989ê de Xûmênî mir û şûna wî Ayetula Elî Xamaney wek rêberê nû, Ekber Haşimî Refsencanî jî wek serokkomarê nû hate hilbijartin. Refsencanî ji tîrmeha 1989ê heta gulana 1997ê serokkomarê dewletê bû. Di rêvebirina Refsencanî de gelek kesayetên mixalîf û Kurd bi sûîkastan hatin. Serokên PDK-Î; Ebdulrehman Qasimlo û Mihemed Sadiq Şerefkendî, rêvebirên Micahîdên Gel Muhemmed Huseyîn Nexdî, Muhemmed Hesen Erbab û gelek mixalifên din li derveyî welat bi sûîkastan hatin kuştin.

Di hilbijartinên gulana 1997ê de namzetê lîberal lê ew jî ji pola dînzana de ye Muhemmed Xatemî bû serokkomarê nû. Xatemî bi taybetî di polîtîkaya derve de pêngavên nû avêtin. Dixwast li gel dewletên rojava têkiliyên nû ava bike. Heta cihekî jî serkeft. Politîkayên lîberal sepandin, givaşa li ser gelê Îranê kêm kir. Ji ber Qeyrana Rehîneyan poşmaniya xwe anî ziman, her wisa rêvebirên DYAyê jî ji derbeya dijî Museddiq poşmaniyên xwe anîn ziman. Ji bo nekuştina Selman Ruşdî garantî da hikûmeta İngilîzan. Ji ber vê jî İngilîzan mîsyonên xwe yên di sala 1979ê de qut bûn, cardîn geş kirin. Dest bi têkiliyan kirin. Wek tê zanîn gelek mixalîf bi sûîkasta hatibûn kuştin di dewra Refsencanî de. dihate îdîa kirin ku klîkek heye di wezareta Îstîxbaratê de ew van karûbarên kuştina dikin. Ew klîkên kujer ji wezaretê hatin derxistin. Wek tê dîtin di dewra Xatemî de sistbûneke îdeolojîk jî tê dîtin, nermbûnek jî li dijî mixalifan tê dîtin.

Di îlona 2001ê de li dijî DYAyê Êrîşên 11 Îlonê pêk hatin. Di encama vê êrîşê de polîtîkaya derve ya DYAyê tûjtir lêhat. George W. Bush di axiftineke xwe de Îran, Koreya Bakur û Iraq wek Xetên Xerabiyê binav kirin. Piştî vê axiftinê dîngirên Îranê li dijî reformgirên Îranê bûn xwedî hêzeke psîkolojîk. Vê jî tesîra xwe li hilbijartinên tîrmeha 2005ê kir û di encamê de Mehmûd Ehmedînejadê namzetê dîngiran bû serokkomarê nû.

Rêvebirina Komara Îslama[biguherîne]

Komara Îslamî ya Îranê bi makezagonê ve tê birêve birin. Ev makezagon rehên xwe ji şoreşa makezagonî ya di sala 1906ê de di dema Qacariyan de hatiye kirin werdigire. Piştî makezagona 1906ê, di desthilata Pehlewiyan de jî hindek guherandin hatin kirin. Lê guherandinên esas piştî şoreşa Îslamî hate kirin. Makezagona şoreşa îslamî bi dûçûna rê û rêbazên Velayetî Feqih hatiye hûnandin.

Di ser hemî rêvebirinan de rêberê dînî heye, ew kontrolkirina her sê esasên dewletê dike; qanûnçêkirin, darazî û rêvebirin. Her wisa ne tenê ji layê qanûnî ve, ji layê dînî û mezhebî ve jî rêberê hemî misliman e. Qanûnçêkirin ji aliyê Meclîsa Şuraya Îslamî(parlamentoya îranê) ve tê bicîhanîn. Ev meclîs ji parlamenteran pêk tê. Piştî çêkirina qanûnan Konseya Parastina Makezagonê van qanûnan kontrol dike û red dike an jî erê dike. Rêvebirin ji aliyê serokkomar û dîwana wezîran tê rêv birin. Serokkomar û wezîr ji aliyê gelê Îranê ve tê hilbijartin. Mekanîzmeya darazî jî di bin rêvbirina wezîrê dadê û bi kontrolkirina rêberê dînî birêve diçe. Wek tê zanîn Îran ne tenê dewleteke qanûnî ye, her wisa dewleteke dînî ye jî. Bo mînak endamên Konseya Parastina Makezagonê ji aliyê rêberê dînî ve tên tayîn kirin lê serokkomar û wezîr ji aliyê gel. Di rêvebirina dewletê de gelek caran ji aliyê otoriteyên siyasî û dînî ve tevlîhevî çedibin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên van otoriteyan dezgehekê bi navê Konseya Teşxîsa Meslehetên Pergalê heye.

Bi dûçûna madeya 110ê ya makezagona Komara Îslamî, erkên rêberê dînî:

  1. Diyarkirina siyaseta giştî ya Komara Îslamî li gel Konseya Teşxîsa Meslehetên Pergalê
  2. Kontrolkirina siyasetên giştî yên dewletê
  3. Biryardana giştpirsiyê
  4. Îlankirina şer û aşitiyê
  5. Tayînkirin, ji kar dûrxistin û pejirandina îstifayan; endamên Konseya Parastina Makezagonê, Hakimên herî bilind yên Darazî, Gerinendeyê radyoya Komara Îslamî ya Îranê, Serleşkerê Arteşê, serleşkerê Supaya Pasdaran ên Şoreşa Îslamî, serleşkerên pîlebilind yên artêş û asayişê.
  6. Îxtîlafen di navbera sê hêzan de çareser kirin; qanûnçêkirin, rêvebirin û darazî
  7. Pejirandina serokkomarê komara Îslamî
  8. Efûkirin û sivikkirina cezayên girtiyan[14]

Konseya Parastina Makezagonê ji 12 endaman pêk tê 6 ji wan zanayên dînî ne û ji aliyê rêberê dînî tên tayîn kirin. 6 ji wan jî dadnasin û ji aliyê meclîsê ve tên diyar kirin.

Rêberê dînî ji aliyê Meclîsa Pisporan ve tê diyar kirin û meclîsa pisporan jî ji aliyê gel ve tên hilbijartin.

Parlamenterên Şuraya Îranê ji aliyê gel ve tên hilbijartin, jimara wan 285 e û ji bilî van yek Zerdeştî, yek Kelimî, yek Fele û du jî Ermenî bi giştî 5 parlamenterên kêmaniyan jî hene.

Li gor amarên 2011ê nifûs û jimarên parlamenterên parêzgehên Îranê

Parêzgeh Gelhe Jimara Parlamenteran
Welat bi giştî 75149669 285
Azerbaycana Rojhilat 3724620 19
Azerbaycana Rojava 3080576 12
Erdebîl 1248488 7
Îsfahan 4879312 19
Elburz 2412513 3
Îlam 557599 3
Buşehr 1032949 4
Tahran 12183391 35
Çaharmahal û Bextiyarî 895263 4
Xorasana Başûr 662534 4
Xorasana Rezevî 5994402 18
Xorasana Bakur 867727 4
Xuzistan 4531720 18
Zencan 1015734 5
Semnan 631218 4
Sîstan û Belûcîstan 2534327 8
Fars 4596658 18
Qazwên 1201565 4
Qûm 1151672 3
Kurdistan 1493645 6
Kirman 2938988 10
Kirmaşan 1945227 8
Kûgîluyî û Buwêr Ehmed 658629 3
Gulistan 1777014 7
Gîlan 2480874 13
Luristan 1754243 9
Mazenderan 3073943 12
Merkezî 1413959 7
Hurmizgan 1578183 5
Hemedan 1758268 9
Yezd 1074428 4

Tevgerên etnopolîtîk û dijrêjimî li Îranê[biguherîne]

Tevgerên Kurdan[biguherîne]

Information icon.svg Gotara bingehîn: Şoreşa Rojhilata Kurdistanê

Tevgerên Belûcan[biguherîne]

Gelê Belûç li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê dijîn. Her wisa hejmareke mezintir jî li Pakistanê dijîn. Ev gel di navbera Îran û Pakîstanê de dijîn. Ji layê mezhebî ve Sunî ne û nijadeke aryanî ye. Di navbera van her du welatan de welatê wan heye û li vir gelek caran ticaretê dikin, hatinçûnan dikin. Ev jî dibe sedema binpêkirina qanûnên Îranê û Pakîstanê. Ji ber vê jî pirsgirêkên mezin li navbera van dewletan û gelê Belûc de heye. Bi vî alî dişibin Kurdan. Ji aliyê din ji mezhebê Sunî ne, ev jî ji bo rêjîma ŞÎe ya Îranê wek tehdît tê dîtin. Ji ber van sedeman ji aliyê gelê Belûc têkoşîna rizgarkirina welatê wan heye.

Rojane[biguherîne]

  • Li 6ê berfanbara 2018ê de li bajarê Çebehara girêdayî parêzgeha Sîstan û Belûcîstanê êrîşek bi wesaîteke bombekirî pêkhat, di êrîşê de 2 kes hatin kuştin û çendîn kes jî hatin brîndar kirin[15]. Ensar El-Furqan hate ev êrîş kir stûyê xwe[16]

Tevgerên Ereban[biguherîne]

Piştî derbeya leşkerî 1958ê li Îraqê, Evdilkerîm Qasim li ser Ervendrûd(ŞettûlEreb) û Xorremşehr mafê dewleta xwe îlan kir ku ev der axa Ereban e, ji ber vê jî Cepheya Azadî ya Ahwazê ava kir. [17]

Tevgerên Azeriyan[biguherîne]

Erdnîgarî[biguherîne]

Nexşeya topografiya Îranê.

Welatê Îran li navberî welatên Îraq li rojava, Tirkiye, Ermenistan û Azerbaycan li bakurê rojava, Pakistan û Afxanistan li rojhilatê, Turkmenistan li bakurê rojhilatê ye. Herwisa li bakurê Îranê gola Kaspiyen an jî Derya Mazenderan heye. Li başûrê Îranê jî Kendava Farisî û derya Omanê hene.

Cewherên binerd[biguherîne]

Li Kirman, Yezd û Xorasana Rojhilatê ji aliyê hesin ve zengîn e. Her wisa li Serçeşme û Çehar Gonbeda girêdayî Kirmanê ji aliyê mis,sifirê ve zengîn e. Risas û kalay li Yezd, Îsfahan û li herêmên Elburzê peyda dibe. Li Kirman û li Xorasana Başûr komira bisûd heye. [18]

Aborî[biguherîne]

Li Îranê şeş herêmên serbest yên ticaretê hene;

  1. Herêma Serbest ya Kîşê: Kîş navê hemû giravên li Kendava Besrayê ye. Li vê derê ticaret di navbera Dubaîyê û Îranê tê kirin.
  2. Herêma Serbest ya Geşmê :Geşm li astengiya Hûrmûzê ye. Ticaret li gel Dubaiyê d-ye li vir.
  3. Herêma Serbest ya Çabahar: Li okyanûsa Hindê ye.
  4. Herêma Serbest ya Anzalî :Li behra Hezarê ye. Têkiliya ticaretê di navbera dewletên cîran ên Hezarê de ye.
  5. Herêma Serbest ya Arasê: Di navbera Îran, Ermenîstan, Azerbaycan û Nahcîvanê da ye.
  6. Herêma Serbest ya Ervendê: Li kendava Besrayê ye, nêzîkî Kuwêt û Iraqê ye.

Ziman[biguherîne]

Zimanê fermî yê Îranê farisî ye, lê kurdî, azerî, beluçî, erebî, turkmen û gelek zimanên din jî lê tên peyivîn.

Dîn[biguherîne]

98% ji akinciyên îranî misilman in; 89% şiî û 9% sunî ne. 2% mesihî, êzîdî, bahaî, yahudî û zerdeştî ne. [19].

Mezheba fermî ya dewleta Îranê baskê Caferî Şieya Danzdeh Îmamane. Ev mezheb nayê guherandin[20]

Dabeşkirina Îranê[biguherîne]

Bingeha dabeşkirina Îranê digehe Dewleta Sefewiyan. Hemû Kurdistana modern di wê demê de di bin kontrola Safawiyan û di dewra Şah Ebbas de bû. Bi dûçûna sîstema Safawiyan dabeşkirina Îranê ya siyasî xwedî 22 parêzgehan bû. Hêjayî gotinê ye ku parêzgeha Kurdistan yekemîn car di dewra Safawiyan de hatiye bikaranîn. Parêzgehên Safawiyan :

  1. Şîrvan
  2. Qerebax
  3. Çoxir Seed(erîvan9
  4. Azerbaycan(tebrîz)
  5. Erzîncan
  6. Elî Şeker(Hemedan)
  7. Îraqa Ecem
  8. Kirmanşan
  9. Fars(şîraz)
  10. Îraqa Ereb
  11. Diyarbekir
  12. Behbehan
  13. Kirman
  14. Qendehar
  15. Belh
  16. Merv
  17. Meşhed
  18. Herat
  19. Esterabad
  20. Xuzîstan
  21. Kurdistan
  22. Loristan[21], [22]

Li Îranê di dewra Qacariyan de 8 parêzgeh hebûn, piştî Reza Şah dest dana ser desthilata Îranê hindek reform pêkanîn; parêzgehên Îranê ji 7 zêde kirin û bûn 15. Tehran, Azerbaycan, Fars, Gîlan, Mazenderan, Hemedan, Îsfahan, Kîrman, Kirmanşan, Xorasan, Erebîstan, Kurdistan, Loristan, Belucîstan û Benderên Kendavê

Bi dûçûna amarên dawî li Îranê 31 parêzgeh hene, 392 wilayet, 986 navçe hene û ji 1144 bajêr û ji 2513 gundan pêk tê. Hêjayî gotinê ye ku Parêzgeha Elburzê li sala 2010ê de unwana parêzgehê wergirt.

  1. Parêzgeha Tehran
  2. Parêzgeha Qom
  3. Parêzgeha Merkezî
  4. Parêzgeha Qazwên
  5. Parêzgeha Gîlan
  6. Parêzgeha Erdebîl
  7. Parêzgeha Zencan
  8. Azerbaycana Rojhilat
  9. Azerbaycana Rojava
  10. Parêzgeha Kurdistan
  11. Parêzgeha Hemedan
  12. Parêzgeha Kirmaşan
  13. Parêzgeha Îlam
  14. Luristan
  15. Xûzistan
  1. Çarmihal û Bextiyarî
  2. Kûgîluyî û Buwêr Ehmed
  3. Parêzgeha Bûşêhr
  4. Parêzgeha Fars
  5. Hormozgan
  6. Sîstan û Belûçistan
  7. Parêzgeha Kirman
  8. Parêzgeha Yezd
  9. Parêzgeha Îsfehan
  10. Parêzgeha Simnan
  11. Mazenderan
  12. Gulistan
  13. Xorasana Bakûr
  14. Xorasana Rezewî
  15. Xorasana Başûr
  16. Elburz
IranNumbered.png

Çavkanî[biguherîne]

  1. Kurd û Ecem, Dîroka Siyasî ya Kurdên Îranê, Salih Mihemed Emîn,r:36
  2. Kurd û Ecem, Dîroka Siyasî ya Kurdên Îranê, Salih Mihemed Emîn,r:39
  3. Kurd û Ecem, Dîroka Siyasî ya Kurdên Îranê, Salih Mihemed Emîn,r:42
  4. Kurd û Ecem, Dîroka Siyasî ya Kurdên Îranê, Salih Mihemed Emîn,r:52
  5. M.Mirzayi, Tarihe Berigard ve Diviziyune Kazak
  6. Military Attache, Memorandum on the Persian Army
  7. http://www.academia.edu/8891882/Anglo_Persian_Oil_Companyden_British_Petroleuma_İngilterenin_İrandaki_Petrol_Macerası
  8. Ervand Abrahamian, The Modern History Of Iran, r:79
  9. http://www.academia.edu/8891882/Anglo_Persian_Oil_Companyden_British_Petroleuma_İngilterenin_İrandaki_Petrol_Macerası
  10. Ervand Abrahamian, Modern İran Tarihi,r:138
  11. Ervand Abrahamian, Modern İran Tarihi,r:211
  12. Ervand Abrahamian, Modern İran Tarihi,r:212
  13. Ervand Abrahamian, Modern İran Tarihi,r:220
  14. http://www.servat.unibe.ch/icl/ir00000_.html
  15. https://www.tasnimnews.com/en/news/2018/12/06/1892548/at-least-2-killed-in-terrorist-car-bomb-attack-in-se-iran-video
  16. https://www.middleeasteye.net/news/bomb-attack-hits-southeast-iran-city-chabahar-1117591427
  17. Muhammed R. Hafiziniya, İran Jeopolitiği ve Siyasi Coğrafyası, r:269
  18. İran Jeopolitiği, Muhammed R. Hafeziniye,r:89
  19. [1]
  20. Makezagona Cumhuriya Îslam ya Îranê, r:64
  21. Muhemmed Purkemal, Teqsimatî Siyasiyî Îdarîyî Îran, r:7
  22. Ezîzullah Beyat, Kulliyati Coxrafyayî Tabiî ve Tarixiyî Îran, r:106

Girêdanên derve[biguherîne]