Çaqmaqa

(Ji Îsmaîlê Kuderî hat beralîkirin)
Çaqmaqa
Çakmak
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Erzîrom
Navçe Xinûs
Nahiye Xinûs (navend)
Demografî
Gelhe (2012) 369[1] kes
Eşîr Dimilî, (Kuderî)
Erdnîgarî
Koordînat 39°26′56″Bk 41°46′12″Rh / 39.44889°Bk 41.77000°Rh / 39.44889; 41.77000
Bilindayî 1.821 m
Koda postayê 25600
Koda telefonê (+90) 442
Çaqmaqa li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Çaqmaqa
Çaqmaqa
Çaqmaqa (Bakurê Kurdistanê)
Çaqmaqa li ser nexşeya Ewropa nîşan dide
Çaqmaqa
Çaqmaqa
Çaqmaqa (Ewropa)
Çaqmaqa li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Çaqmaqa
Çaqmaqa
Çaqmaqa (Tirkiye)
Map
Dûrahî
Bajar gund Navçe
? km ? km

Çaqmaqa an jî Çaqmaqan (1928: چاقمق , "Tchakmak" (Çaqmeq)[2], 1946: Çakmak[3], bi tirkî: Çakmak), gundekî Xinûsê ye.[4]

Gund, di derdorê salên 1830an de ji aliyê Osmanê kurê Îsmaîl ve hatiye avakirin, navê bavê Osman jî Îsmaîlê Kuderî ye. Îsmaîlê Kuderî bi xwe dimilî bûn, ew jî di sala 1800î de ji Bîngolê qezaya Bongilan (Solxanê) hatiye Xinûsê gundê Sowaran ji wir jê hatiye Mîrseîdê bi cîh bûye. Piştê çend sala disekine Îsmaîlê Kuderî li Mîrseyîdê wefat dike, kurê wî Osman jî di zewice tê Çaqmaqa ava dike.

Piştî çend salan disekine sê zarokên Osman çê dibe yê mezin Eyûb diçe Pornagê, yê ortê Yûsif diçe Gomikê ava dike, ê piçûk Hesenxan jî di Çaqmaqa de dimîne. Çaqmaqa, Gomikan û Pornak hemî pismamên hev in.

Navê bavê gund Hesenxan û Navê dêya gund jî Fatê ye.

Gundî hemî misilman in û bi eslê xwe kurd in û kurmancî qise dikin (diaxivin).

Di gund de 65 mal heye lê belê 45 mal jî li derve heye, bi piranî li Fransayê, hinekî jî li Almanyayê ne.

Ji berku Pornag û Gomik ji Çaqmaqa veqetiyane ji bo wî Çaqmaqa wek paytexta gundên Kuderiyan tê zanîn.

Navê gund[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji bo navê gund her çiqas çavkanî tinebe jî, li gorî pirrê mezinên Kuderiyan demê berê di gund de çaqmaqê çekan hatine çêkirin,

Her waha hacetekî ji pola hebûye ku ew haceta dema li kevir dixistin çirûsk dida û ji ber wî tiştên bibarûd dikarîbûn vêbixin û ji bo çekên wisa jî dixebitandin.

Ji ber wê yekê navê gund danîne Çaqmaqa.

Lê tê zanîn ku dema Osmanê kurê Îsmaîl hatiye gund ava kiriye gund valabûye.

Çanda gund[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xwirakên gund[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Nanê loş: bi ar, xwê û hevîrtirş tê çêkirin. Bi desta tê vekirin û di tendûrên bin erdê de tê pijandin;
  • Dolme: hundirê dolman ji bulxur, lorik, pîvaz û ji îsota sor tê çêkirin. Bi pelên rezan tê pêçandin û tê kelandin;
  • Dîz: goşt, xwê (sol), qatix û îsot bi hevre rojekê tên terbiye kirin. Roja din di dîzikê de tê kelandin;
  • Girara Dew: bi birxwir, qatix, û noka ve tê çêkirin.

Gelhe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gundê Çaqmaqa birawêjî nêzikî 369 gelhe ye.

Sal Gelhe[5]
2012 369
2000 372
1990 365

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gundê Çaqmaqa, gunde kuderiyan yê herî mezin e. Her wiha ji gundên Xinûsê ên ji herî xweşan e.

Hûdûdên gund li bakûr bi Axwêranê ve, li rojava bi Sogiltî û Qizmûsa ve, li başur bi Gomik û Çamûrlîyê ve û li rojhilat jî bi Pornagê ve tê girêden.

Çiyayên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gund di ber Çiyayê Reş û Çiyayê Gewrik de ye.

Çem û gol[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çemê gund ji Pornagê ji çiyayê têxtabê tê ser gund û piştê Çaqmaqa diçe gundê Qizmûsayê.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ tuik 2012, ji orîjînalê di 20 çiriya pêşîn 2013 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 13 îlon 2014
  2. ^ Son Teşkilat-ı Mülkiyede Köylerimizin Adları. İstanbul: Hilal Matbaası, T. C. Dahiliye Vekaleti Nüfus Müdiriyet-i Umumiyesi Neşriyatından. 1928.
  3. ^ Türkiye'de Meskûn Yerler Kılavuzu I-II. Başbakanlık Devlet Matbaası, Ankara, 1946.
  4. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 5 adar 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 20 çiriya pêşîn 2014{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  5. ^ Yerelent, Çakmak, ji orîjînalê di 30 hezîran 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 13 îlon 2014

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]