Here naverokê

İsmet İnönü

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Îsmet Înonu hat beralîkirin)
İsmet İnönü
Image dans Infobox.
İsmet İnönü
Serokwezîrê Tirkiyeyê
-
İsmet İnönü
Suat Hayri Ürgüplü (en)
Serokwezîrê Tirkiyeyê
-
İsmet İnönü
İsmet İnönü
Serokwezîrê Tirkiyeyê
-
İsmet İnönü
Serokkomarê Tirkiyeyê
-
Serokwezîrê Tirkiyeyê
-
İsmet İnönü
Serokwezîrê Tirkiyeyê
-
İsmet İnönü
İsmet İnönü
Serokwezîrê Tirkiyeyê
-
İsmet İnönü
İsmet İnönü
Minister of National Education
-
Minister of National Education
1 -
Serokwezîrê Tirkiyeyê
-
İsmet İnönü
İsmet İnönü
Serokwezîrê Tirkiyeyê
-
İsmet İnönü
Serokwezîrê Tirkiyeyê
-
İsmet İnönü
Serokwezîrê Tirkiyeyê
-
İsmet İnönü
İsmet İnönü
Wezîrê Karên Derveyî
-
Yusuf Kemal Tengirşenk (en)
Şükrü Kaya (en)
Ottoman Minister of War (d)
-
Chief of the Turkish General Staff
-
Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê
Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê
Jidayikbûn
Mirin
Cihê goristanê
Anıtkabir (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Perwerde
Dibistana Leşkerî ya Osmanî (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Hevjîn
Mevhibe İnönü (en) (ji heta )Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Zarok
Özden Toker (d)
Ömer İnönü (d)
Erdal İnönü
Izzet Inönü (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Partiya siyasî
Artêş
Turkish Land Forces (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Payeya leşkerî
Birinci ferik (en) (-)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Şerên tevlêbûyî
Şerê Cîhanî yê Yekem
Greco-Turkish War (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
şanenava İsmet İnönü
Şanenav
Wêneyê goristanê

Mustafa İsmet İnönü (jdb. 24ê îlona 1884an li Îzmîrê, împeratoriya osmanî – m. 25ê kanûna pêşîn a 1973an li Enqere, komara Tirkiyeyê) efser û dewletmendekî artêşa tirkî bû ku ji 11ê mijdara 1938 heta 22ê gulana 1950an wek serokkomarê duyem yê Tirkiyeyê û sê caran wek serokwezîrê Tirkiyeyê kar kir: ji 1923 heta 1924, 1925 heta 1937 û 1961 heta 1965.

İnönü bi xwe di 1943an de rê li ber pergala pirpartîtî li welêt vekir û di pey re cihê serokkomariyê winda kir. Zêdetirî nîv sedsalê, hem di berpirsiyariya hikûmetê û hem jî wek serokê muxafeletê de herî zêde bandor li siyaseta derve û hundir a Tirkiyeyê xizmet kir, nemaze ku Atatürk ji zû de aliyên pratîkî yên siyaseta navxweyî û derve ji wî re hiştîbû.

Mustafa İsmet (İnönü) bi Kazım Karabekir

Mustafa İsmet di 1884an de wek kurê duyem ê Haci Reşit Efendi û Cevriye Temelli Xanım hatiye dinyayê.[1] Bavê wî ji Meletiyê ye û di malbateke kurd ji eşîra Kürümoğulları ku bi eslê xwe Bidlîsê bûn, bû.[1] Dayika İsmet İnönü ji bajarê Razgrad ê Bulgaristanê bû û di 1870an de tevî malbata xwe koçî Stembolê bûye.[1] Her du jî di 1880an de li Stembolê zewicîn. Piştî zayîna kurê mezin Ahmet Mithat, Mustafa hat dinê, paşê Hasan Riza, Hayri û Semiha. Bavê Mustafa İsmet wek parêzgerekî li Sêwasê dixebitî û Mustafa li wir dibistana yekem û duyem dixwîne.[1]

Kariyera leşkerî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dibin desthildariya osmaniyan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

İnönü ji 1892 heya 1895an akademiya leşkerî li Sêwasê qedand, paşê heya 1897an dibistanek sivîl xilas kir.[1] Di 1897an de ew diçe Stembolê, heta 1903an li akademiya topxaneyê û piştre jî heta 1906an li akademiya leşkerî ya artêşa osmanî dixwîne.[1][2]

Piştî destpêkirina Şerê Cîhanî yê Yekem, di kanûna 1914an de, İnönü wekî albay hatî tayînkirin û di bin fermandariya alman Liman von Sanders de hate danîn û xizmet kir.[2] Di dema perwedahiya xwe ew bi Atatürk re heval dibe.[2] Di 1915an de ew bi Enver Paşa re kar dike.[2] Di şerê Galîpoliyê de serokatiya Beşa Operasyonê ya li Sererkaniya Mezin a Tirkiyeyê dikir.[2] Herwiha, ew wekî fermandarekî artêşê li Sûriyeyê (li dijî Hevalbendên Rojava) bi cih bû.[1] Di 1915an de bû Serfermandarê Giştî yê Eniya Qefqasyayê (li dijî Rûsyayê) û di 1917an de jî bû Fermandarê Giştî yê Sêyemîn a Hêzên Arteşa Filistînê.[1] Bi Artêşa Duyem re jî li Amedê bi cih bû. İsmet di 1916an de bi Mevhibe (jdb. 1897; m. 7ê Sibata 1992an li Enqere) dizewice.[1]

Piştî têkçûna Hêzên Navendî, împeratoriya osmanî di encama Peymana Aştiyê ya Sevrê de herêmên xwe yên li derveyî Anatolya û Trakyayê bi piranî winda kirin.[1][3]

Dibin hikûmeta Atatürk

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
İnönü û Atatürk, 1936

İnönü ji 1923 heta 20ê mijdara 1924an serokwezîrtiyê kir - İsmet "ji ber sedemên tenduristiyê" ji bo demeke kurt ji ofîsa xwe îstifa kir - lê dîsa di 3ê adara 1925an de ji bo têkoşîna li dijî Serhildana Şêx Seîd a li Bakurê Kurdistanê, hat wezîfedarkirin, ku 20 hezar sivîlîstên kurd ji aliyê artêşê Tirkiyeyê hatin kuştin.[4] Li şûna İsmet, di mijdara 1924an de Fethi Okyar hat guherandin, ji ber ku di nava Partiya Gel a Komarî de komeke xurt ku kemalîst bû, lê li dijî otorîter û navendîparêziyê derketibû.[4]

Piştî mirina Atatürk, İnönü di 11ê mijdara 1938an de wek serokkomarê duyem ê Tirkiyeyê hat hilbijartin û dîsa bû serokê partiyê.

İnönü dema ku bi serhildana Şêx Seîd re mijûl dibû, siyaseta nijadperestiya tirkî îlan kir û teşwîq tirkkirina gelên ne tirk ku li Anatolyayê dijîn kir. Piştî tepeserkirina serhildana Şêx Seîd, wî serokatiya Encumena Reformê ya Rojhilat kir, ku tê de pêşniyara astengkirina avakirina elîteke kurdî, qedexekirina zimanên ne-tirkî û avakirina yekeyên îdarî yên herêmî kir. Di derbarê kurdan de jî ev tişt gotin;[5]

"Em bi eşkereyî neteweperest in û neteweperestî yekane faktora me ya hevgirtinê ye. Beriya pirraniya tirk bandora pêkhateyên din tunebû. Bi her nirxî divê em niştecihên axa xwe bikin tirk û yên li dij derdikevin jî tune bikin."

Piştî vê raporê, li herêmên kurdan ku ji çend parêzgehan pêk tên, sê Mufetîşên Giştî hatin damezrandin. Li ser fermana İnönü li Geliyê Zîlan a Wanê di 12 û 13ê tîrmeh 1930an de Komkujiya Zîlanê hatê kirin ku bi hezaran kurdên sivîl ji aliyê Hêzên Bejayî yên Tirk ve hatin kuştin.[6][7][8] Dema ku di 1934an de rejîmeke nû ya niştecihbûnê hate danîn, avakirina neteweyê di qanûnê de hat pejirandin, ji bo avakirina dewleta tirk a homojen, alban, ebxaz, çerkez û kurd li herêmên rojavayê Anatolyayê ku piranî lê tirk dijîn hatin bicihkirin.[9]

Siyasiya sosyalî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 1928an de alfabeya tirkî bi tîpên latînî êdî hat nivîsandin û qanûnkirin, herwiha di 1934an de sernavên wek Efendi, Bey û Paşa hatin qedexekirin; û hin cil û bergên olî hatin qedexekirin, lê İnönü di nav gel de wek İsmet Paşa dihat naskirin û hîn jî tê naskirin.

Siyasiya aborî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

İnönü bi destwerdana giran a hikûmetê, bi taybetî di dema Depresyona Mezin de, bi pêkanîna plansaziyek aborî ya ku ji Plana Pênc Salî ya Yekîtiya Sovyetê îlham girtibû, aboriyê welêt bi rêvebir. Bi vî awayî, wî gelek milkên taybet xist bin kontrola hikûmetê. Bi van hewldanan heya îro ji %70ê erdên Tirkiyeyê hê jî di destê dewletê de ye.[10]

Atatürk di 1937an de, ji bo ku sîstemeke aborî ya azadîxwaztir bixwaze, hikûmeta İnönü fesih kir û Celal Bayar, damezrînerê yekem banka bazirganî ya Tirkiyeyê, Türkiye İş Bankası, wek serokwezîr tayîn kir, bi vî awayî di navbera Bayar û İnönü de hevrikiyeke bi dehan salan dest pê kir.[10]

Serokkomarî (1938-1950)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kulta Kesayetiyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 3ê kanûna 1938an de, di 4emîn Kongreya Awarte ya Partiya Gel a Komarî (CHP) de, İnönü bi navê Serokê Netewî an jî Rêberê Netewî ("Millî Şef") û Serokê Partiya Neguherbar (Değişmez Genel Başkan) hat dayîn.[11] Ji ber vê yekê ji dema navbera 11.11.1938 û 22.05.1950 (li gorî çavkaniyên din tenê heta sala 1945an) tê gotin “Serdema Rêberê Netewî li Tirkiyeyê” (Türkiye'de Millî Şef Dönemi).[11]

Dijberên wî yên siyasî ew bi desthilatdariya otorîter tawanbar kirin, eger ne bi zulmê be.[11] Piştî 1950an, ew bû cihê rexneya yekane ya rejîma yekpartî ya salên di navbera 1923 û 1945 de, nemaze ku rexnekirina Atatürk tabû bû. İnönü bi xwe jî ev yek got, Atatürk jî ji ber rexnekirina siyaseta İnönü sûcdar kiribû.[11] Ji bilî vê, İnönü ne amade bû ku di salên şer de biryarên xwe nîqaş bike an jî rewa bike.[11]

Di navbera du pevçûnan a şerê cîhanî ya duyem

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di Şerê Cîhanî yê Duyem de, İnönü dev ji planên xwe yên lîberalîzekirina welêt berda.[12] Di bin serokatiya wî de, Tirkiyeyê bêalîbûna xwe heya demeke kurt beriya bidawîbûna şer parast, tevî ku dijberên şer hewl didan ku welat bi dest bixin.[12]

Roosevelt, İnönü û Churchill li Qahîrê, 1943

Serokwezîr Winston Churchill, ku ji dawiya 1942an ve mêldar bû ku Tirkiyeyê bi hevalbendan ve bikişîne, di 30ê çileya 1943an de çû Enqere ji bo ku Tirkiyeyê teşwîq bike ku bibe endamekî hevalbendan.[12] Churchill di rêbendana 1943an de li Yenice li, nêzîkî Edeneyê, bi dizî bi İnönü re danûstandin kir.[12] Wî hewl da ku İnönü razî bike ku bingehên Hêza Hewayî ya Brîtanî ava bike, da ku ew zeviyên petrolê yên Romanya bombebaran bikin, lê İnönü girtina biryarekê dereng xist.[12] Tenê dema ku eşkere bû ku dê Hêzên Hevalbendan têk biçe, İnönü bi eşkere bi serokê Dewletên Yekbûyî Franklin D. Roosevelt û Churchill re di Konferansa Duyemîn a Qahîreyê de ji 4-6ê kanûn 1943an de hevdîtin kir. Lê Tirkiyeyê dudiliya xwe berdewam kir, loma Londonê di 3ê sibata 1944an de ji nişka ve muzakereyan qut kir û piştî demeke kin amûr û mamosteyên xwe vekişand.[12] Têkiliyên dîplomatîk gihîştin asta herî nizm dema ku London ji ber derbasbûna keştiyên şer ên alman ên nixumandî nota protestoyê ji İnönü re şand.[12]

Li Berlînê ev demeke siyaseta Tirkiyeyê û bi taybetî jî siyaseta Atatürk bi baldarî tê şopandin.[13] Dema ku Atatürk mir, gotarek dirêj li ser cîgirê wî di 12ê mijdarê de di Völkischer Observer de derket.[13] Hitler bi telegramê İnönü pîroz kir, lê serokê Îtalyayê a Benito Mussolini ev yek nekir. Di bihara 1941an de, hema hema tevahiya Balkanan di destê Îtalya û berî her tiştî Almanya de bû.[13] Lêbelê, dema ku serfermandariya tirk, mîna beşên mezin ên serkirdayetiya leşkerî, ber bi Almanyaya ku heta wê gavê serketî bû, meyla dikir û li pey armancên welateke tûranî yên ku heta Asyaya Navendî dirêj dibû, İnönü bi guman ma.[13] Şükrü Saracoğlu, ku niha serokwezîr e, ji von Papen re got ku ew ê pir kêfxweş bibe, ger împeratoriya Almanyayê Yekîtiya Sovyetê hilweşîne, ev dê bibe "karê herî mezin Führer (serok)". Lê ev hewce dike ku nîvê nifûsa Rûsyayê were kuştin.[13]

Tirkiye ji bo tedbîrê hemû pirên li ser çemê Marîtsa (Kosova-Serbistan) yê sinor teqandin.[14] Di dema danûstandinan de Von Papen gefa bombekirin û wêrankirina Stembolê xwar. Lêbelê, Tirkiye berdewam kir ku maddeyên xav ji bo Hêzên Hevalbend re heta ku boykotkirina Hevpeymanan neçar kir ku ew welat di gulana 1944an de dabînkirina kromê rawestîne.[14] Di heman demê de, tûranîstên (nijadperêstên tirk) pêşeng hatin girtin û rêxistinên wan hatin hilweşandin. Tirkiye heta tebaxa 1944an bi Almanyayê re têkiliyên dîplomatîk domand.[13] Hejmara leşkeran ji 120.000 zêde bû milyonek, tevî ku Tirkiye tenê 17 milyon niştecihên wê hebûn.[14] Tenê dema ku têkçûna Hêzên Axîs diyar bû, Enqereyê di 2ê tebaxa 1944an de têkiliyên dîplomatîk bi Berlînê re qut kir.[14]

Piştî şer, İnönü polîtîkaya xwe bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re, ku zêdetir mudaxeleyî siyaseta Ewropa û Deryaya Navîn e, dikir.[14] Di vê navberê de, têkiliyên bi Yekîtiya Sovyetê re piştî bidawîbûna peymana bêalîbûnê di tebaxa 1946an de, bi rengek berbiçav xirabtir bûn.[13] Ji bilî cudahiyên îdeolojîk, xala sereke ya nakokiyê tengavên di navbera Deryaya Navîn û Deryaya Reş de man.[14] Di adara 1947an de, Dewletên Yekbûyî rola Hêza Parastinê ya Brîtanî ji bo Yewnanistan û Tirkiyeyê girt ser xwe, ku wan jî deyn standin ji bo berevajîkirina berfirehbûna hêzê piştî daxwazên axa Sovyetê li Tirkiyeyê.[14] Ji ber van nakokiyan, Tirkiyeyê herî dawî dev ji bêalîbûna xwe berda û di 18ê sibata 1952an de bi Yewnanistanê re tevlî NATOyê bû, ku sê sal ber ve hatibû damezrandin.[14] Di 31ê cotmeha 1959an de, Enqere li ser şandina mûşekên menzîla navîn ên Amerîkayê razî bû.[13] Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di 9ê çileya 1948an de dest bi şandina malzemeyên leşkerî kiribû. Di 14ê tîrmeha 1948an de 14 komunîst bi mehkemeya şoven hatin mehkûmkirin.[13] Di dawiya salê de Tirkiye tevlî UNESCOyê jî bû.

Demokratîzekirin (1943 ve) grûpên dînî û sîstema pirpartîyî (1946-50)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

İnönü di siyaseta navxweyî de demokratîkbûneke bi hişyarane da destpêkirinê. Di 1943an de wî destûr da hejmareke zêde ya endamên serbixwe yên parlamenterê.[11] Di axaftineke xwe ya di 19ê gulana 1945an de, veguherandina Tirkiyeyê bo demokrasiyê ragihand.[11] Di 12ê tîrmeha 1947an de dijberiya hizbeyê demokrat rewa îlan kir û bi vî rengî pergala pirpartî derket holê.[11]

İnönü di siyaseta dînî de ji alîkî ve sekulerîzm xurt kir û bandora dîndaran li ser dewletê bisinor kir, lê ji aliyê din ve perwerdekirina dîndarên ciwan pêş xist. Di 1932an de hejmara saziyên ku bi navê Diyanetê di nav saziya dewletê ya bi heman navî de (Diyanet İşleri Başkanlığı, paşê Başkanlığı, ango Midûriyeta Karên Diyanetê) yên ku Qurana pîroz tê de hafiz dikirin, daket di asta 9an di cihanê, bi tevahî 252 xwendekaran. Di navbera 1934-35an de ev hejmar rabû nozdeh, ku li vir 231 xort û 15 keç hatin perwerdekirin. Piştî mirina Atatürk, di navbera 1938-1939an de ev hejmar rabû 48 saziyan, ku 1239 kur û 142 keç bi bîrî fêr bûn. Ji aliyê din ve di 1939an de mijara perwerdehiya olî ji dibistanên gundan winda bû, belkî jî nakokiya Diyanetê û Wezareta Perwerdehiyê nîşan dide. Her çend dewlet îdia kir ku tenê çavdêriya li ser ragihandina naveroka olî dike, lê piştî ku medrese, Tûrbe û Tekke hatin girtin jî, tenê çend sazî man, wekî mela û hocayan, ku hînkirina wan li ber qanûnîbûnê bû. Tevnên cûrbecûr derketin holê, ku yek ji wan Nurciyan (damezrandin ji aliyê Seîdê Nûrsî; 1876–1960an) û Sileymancî derdikevin pêş. Seîdê Nûrsî yê ku xwest Îslam û nûjenîtî bi hev re bike, di navbera 1934 û 1943an de pêşveçûnên wiha hatin dîsa qedexe kirin, lê di 1948an de ji aliyê Diyanetê ve karê wan bi qanûnî hatin qebûlkirin.[11]

Reformeke axê, ku İnönü bi xwe pir girîng dihesiband, mal û milkên dewletê di nav gundiyan de parve kir. Lê di sermaweza 1947an de CHPê xwe nêzî Partiya Demokratan dikir, ji ber ku niha jî banga arizîkirinê û qutkirina qanûna parvekirina axê dikir. Fevzi Çakmak û endamên din ên netewe-muhafizekar heta rastgir ên tundrew, di Partiya Tevgera Neteweparêz bûn.[11] İnönü ji berbijêrên muhafizekar, profesorê teolojiyê Şemsettin Günaltay wek serokwezîr destnîşan kir, ku di wê baweriyê de bû ku têkiliya di navbera şeklê desthilatdariya kemalîst û îslamê de mimkun e. Mezinbûna aborî ji 1946 heya 1949an bi navînî %10 bû, lê di bin guheztinên xurt de bû; Herwiha rêjeya enflasyonê jî zêde bû.[11]

Piştî têkçûna CHPê ya di hilbijartina 14ê gulana 1950an de, İnönü îstifa kir; partiya wî tenê 69 ji 487 kursiyan bi dest xistibû, tevî ku %39.8 dengdêran dengê xwe dabûn CHPê.[11]

Serokê muxafeletê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

İnönü deh salan serokê muxalefetê bû. Di muxalefetê de, CHP şaxên xwe yên ciwanan û jinan ava kir. Di 22ê hezîrana 1953an de, avakirina sendîka û odeyên pîşeyî hate pêşniyar kirin û mafê grevê ji bo karkeran li bernameya partiyeyê hate zêdekirin. CHP ji bo hilbijartinên 1957an bi Partiya Neteweya Komarî û Partiya Azadiyê re tifaqek hilbijartinê çêkir, ku ji hêla hikûmeta DPê ve hate asteng kirin.[15]

Tirba İnönü li Anıtkabirê, Enqere

Di 25ê kanûna peşîn a 1973an de, İsmet İnönü di 89 saliya xwe de ji ber krîza dil mir. Ew di 28ê kanûnê de li Anıtkabîrê li hembera goristana Atatürkê hate definkirin. Piştî derbeya 1980, Kenan Evren diwanzdeh gor ji Anıtkabîrê hatin veguhastin, lê ya İnönü li cihê xwe ma.[16]

  • İsmet İnönü: Hatıralar (= Bilgi yayınları. Özel dizi. Bd. 21, ZDB-ID 2299579-1). 2 Bände. Bilgi Yayınevi, Yenişehir – Enqere 1985–1987.
  • Metin Heper: İsmet İnönü. The Making of a Turkish Statesman (= Social, economic and political Studies of the Middle East and Asia. Bd. 62). Brill, Leiden sal. 1998, ISBN 90-04-09919-0.
  1. ^ a b c d e f g h i j Pope, Nicole; Pope, Hugh (1997). Turkey unveiled: Atatürk and after. Woodstock New York: Overlook Pr. ISBN 978-1-58567-096-3.
  2. ^ a b c d e Administrator. "Kurtuluş Savaşı Öncesi - İnönü Vakfı, İsmet İnönü, İsmet İnönü Kimdir, İsmet İnönü Hayatı, İsmet İnönü Resimleri, İsmet İnönü Biyografisi, Mevhibe İnönü, Mevhibe İnönü Kimdir, Mevhibe İnönü Hayatı,İnönü Vakfı, Lozan Antlaşması, Lozan, Lozan Antlaşması Maddeleri, Pembe Köşk, Özden Toker". www.ismetinonu.org.tr (bi tirkî). Ji orîjînalê di 8 çiriya paşîn 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 8 hezîran 2025.
  3. ^ "İzzet (1919 – 1921) – İnönü Vakfı, İsmet İnönü, İsmet İnönü Kimdir, İsmet İnönü Hayatı, İsmet İnönü Resimleri" (bi tirkî). Roja gihiştinê 8 hezîran 2025.
  4. ^ a b Dag, Rahman (23 hezîran 2017). Ideological Roots of the Conflict between Pro-Kurdish and Pro-Islamic Parties in Turkey (bi îngilîzî). Cambridge Scholars Publishing. ISBN 978-1-4438-7443-4.
  5. ^ "Turkey : issues and relations with the U.S. and the Kurds of Iraq | WorldCat.org". search.worldcat.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 8 hezîran 2025.
  6. ^ Jongerden, Joost, edîtor (2010). The settlement issue in Turkey and the Kurds: an analysis of spatial policies, modernity and war. Social, economic, and political studies of the Middle East and Asia 1385-3376. Leiden, the Netherlands Boston: Brill. ISBN 978-90-474-2011-8.
  7. ^ "Dewlet şopên komkujiya Zîlanê ji holê radike!". ANF News. Roja gihiştinê 8 hezîran 2025.
  8. ^ Barışamadık.
  9. ^ Pamukoğlu, Osman (2004). Unutulanlar dışında yeni bir şey yok: Hakkari ve Kuzey Irak dağlarındaki askerler (Çapa 1. basım). İstanbul: Harmoni. ISBN 978-975-6340-00-4. OCLC 59000446.
  10. ^ a b Itzkowitz, Norman (1 kanûna paşîn 1966). "Ataturk: A Biography of Mustafa Kemal, Father of Modern Turkey. By Lord Kinross. (New York: William Morrow and Company. 1965. Pp. ix, 615. $7.50.)". The American Historical Review. 71 (2): 631–632. doi:10.1086/ahr/71.2.631. ISSN 1937-5239.
  11. ^ a b c d e f g h i j k l Howard, Douglas Arthur (2001). The history of Turkey. The Greenwood histories of the modern nations. Westport (Conn.): Greenwood. ISBN 978-0-313-30708-9.
  12. ^ a b c d e f g "How War Came: The Immediate Origins of the Second World War, 1938-1939". The SHAFR Guide Online. Roja gihiştinê 8 hezîran 2025.
  13. ^ a b c d e f g h i Marchand, Jérôme (1 kanûna paşîn 2006). "VISIONS OF VICTORY. THE HOPES OF EIGHT WORLD WAR II LEADERS , Gerhard L. Weinberg, Cambridge, Cambridge University Press, 2005, 297 pages". Politique étrangère. Printemps (1): VIII–VIII. doi:10.3917/pe.061.0171h. ISSN 0032-342X.
  14. ^ a b c d e f g h Brown, L. Carl; Mango, Andrew (2004). "The Turks Today". Foreign Affairs. 83 (6): 158. doi:10.2307/20034185. ISSN 0015-7120.
  15. ^ "İSMET İNÖNÜ'YE DE SALDIRMIŞLARDI" (bi tirkî). Roja gihiştinê 8 hezîran 2025.
  16. ^ "Ankara Anıtkabir İsmet İnönü Galerisi – İnönü Vakfı, İsmet İnönü, İsmet İnönü Kimdir, İsmet İnönü Hayatı, İsmet İnönü Resimleri". www.ismetinonu.org.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 8 hezîran 2025.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]