Îsraêl

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
מדינת ישראל
Îsraêl
Ala Îsraêlê Nîşana Îsraêlê
(Ala) (Nîşan)
LocationIsrael.svg
Zimanên fermî îbranî û erebî


Paytext Tel-Evîv
31°47′Bk 35°13′Rh / 31.783°Bk 35.217°Rh / 31.783; 35.217
Sîstema siyasî Komar
 - Serokkomar
 - Serokwezîr
Reuven Rivlin
Benyamîn Netanyahu
Rûerd
 - Giştî
 - Av (%)

20.991 km2
2
Gelhe
 - Giştî (2017)
 - Berbelavî

8.698.180 kes
392 kes/km2
Serxwebûn 14'ê gulanê 1948
Dirav Şekel (ILS)
Dem UTC +2
Nîşana înternetê .il
Koda telefonê +972

Îsraêl[1] (Îsraîl, Îsrayîl, Îzraîl) (bi îbranî: Derbarê ev deng מדינת ישראל ? / i‎, lat. Medinat Jisra'el; bi erebî: دولة إسرائيل‎, lat. Daulat Isrā īl) dewleteke rojhilata navîn a ber sînorên Libnan, Sûriye, Urdun, Urduna Rojava, Misir û Xeze ye.

Rojavayê xwe digihêje Behra Spî. Ji hemû dewletên cîhanê de tenê li wir pirraniya gel ji gelê cihû pêk tê.

Bi saya plana UNO ya 1947'an ji bo parkirina Fîlîstînê Îsraêl piştî dawiya bervedariya neteweyên yekbûyî ya ji bo Fîlîstînê di roja 14'ê gulanê 1948'an de weke komara parlamenter hate avakirin. Ev plana dewletên yekbûyî ya parkirina Fîlîstînê ji bo avakirina dewleteke îsraêlî û erebî bûyereke sereke bû ji bo qewimandin û pêkhatina pirsgirêka rojhilata navîn, ya ku hê jî berdewam e.

Hejmara şêniyên wê 7 milyon e. Welatê Îsraêlê piştî Şerê Duyem ê Cihanê ku bû sedema kuştina 6 milyon cihûyan li Ewrûpayê hat damezrandin.

Zimanên fermî yên Îsraêlê Hebrayî-Cîhûkî (Îvrît) û Erebî ne.

Li gorî rêxistina NGO ya bi navê Freedom House ew tek dewleta demokrasiyê ye li rojhilata navîn (li gorî rewşa sala 2009'an).[2]

Herwiha, li Îsraêlê hejmareke mezin Kurd jî dijîn, ku ji wan re Kurdên cihû tê gotin.

Nav[biguherîne]

Kevintirîn çavkaniya ku peyva "Îsraêl" bikartîne dîreka Merenptah a ji dema Misira kevnare ye û îro li Muzeya Misirî (Kahîre) tê parastin. Nivîsa li ser tê texmînkirin ku di sala 1211'an B. Z. hatiye çêkirin behsa şerekê dike li dijî geleke bi navê Îsraêl. Li gorî etîmolojiya gelan a tewratê peyva "Îsraêl" tê wateya "şervanên Xweda". Yakûb (patrîk) vê navê wergirt piştî ku li hemberî dijminekî nediyar biserket. Neslên piştî wî (12 eşîr) weke "zarokên Îsraêlê", "Îsraêlît" an bi kurtasî "Îsraêl" hatin binavkirin. Wek gelek navên samî, ev nav jî ji fîîleke dema bihûrî û navekê pêk tê. Fîîl wek 'şerkirin', nav jî weke 'Xweda' kare bê bi nav kirin. Herwiha, ev pevy kare wek hevok bê fehmkirin jî û li gorî vê yekê tê du wateyan:

  • Xweda hikm dike / Bila Xweda hikm bike
  • Xweda (ji bo me) şer dike / Bila Xweda (ji bo me) şer bike

Navê fermî yê welatê ji wir ve tê û weke "Medinat Israêl" derbas dibe.

Navên din ên alternatîv ên ku di dema damezirandina dewletê de dihatin giftûgokirin Eretz Israêl (Welatê Pîroz), Zion, Yûdea û Yûdeaya Nû bûn.

Erdnigarî[biguherîne]

Îsraêl weke li ser pireke erdnigarî ya di nava Asya û Efrîqa de, li ber ava rojavayê ya Behra Spî ye. Li gorî vê yekê ji aliyê erdnigariyê ve dikeve nava Asyaya pêşîn, lê ji aliyê jeolojîk ve beşeke Efrîqa ye, ji ber ku li ser lewheya qit'eyî ya efrîqî disekine. Li rojavayê, lewheya erebî peyda ye û sînora her dû lewheyan ji Wadiya Urdun pêk tê, ya ku beşeke qelişa mezin a vekirina efrîqî ye. Li bakûrê Îsraêlê Libnan, li bakûr-rojhilata wê Sûriye, li rojhilata wê Urduna rojava û Urdun, li başûr-rojavayê wê Xeze û Misir û li başûrê wê behra sor hene.

Dîrok[biguherîne]

Lî domahîka sedê nozdê, mûvmantek cihuyan çêbî ew jîk Siyonîzm bî bi rêvebrna Siyodor hêrtzêl, ku armanca wan avakirna davletek cuhî bo hamî cihuyet di cîhanê da li ser erdêt Filistînî. Piştî şerê yekê cîhanê û ji nav çûna îmbratorya Osmanî û peymana Sykes-Pikot, erdêt osmanî hatne dabeşkirin di nav beyna Fransa û Îngilistan da. Filistîn bo Îngilistan çû. Hîngê Înglîza gelek harî Ziyonîsta kirin jibo damezrandina devlata cuhî bi rêka Dêklarasiyona Balfur û koçberya cihuyan ji devletêt Polonya, Romanya, Rusya... û davlatêt avrupî yêt dî bo Filistînê. Heta sala 1948 û domahîk hatina mandêta anglêzê, Cihuyan davlata xo dêklar kir belê şar çêbî di nav beyna Arab û cihuyan da û bi domahîk hat bi feydebîna Cihuyan û dabaşkrna Filistînê bo sê parta: Îsraêl, Urduna rojava, û Şirîta Xezeyê. Di bêjine vê Partêsiyonê el nekbe an النكبة الفلسطينية Anjîk Karesata Filistînî.

Gelhe[biguherîne]

Di dawiya sala 2011'an de jimara gelheya Îsraêlê (teva herêmên îşqalkirî) 7'837'500 bû, ji wan nêzî 5'901'000 cihû (75%) û 1'611'100 jî ereb bûn.[3]

Li ser lîsteya welatên serbixwe li gorî jimara gelheyê  Îsraêl di sala 2011'an de raya 97'mîn digire (hema piştî Swîsreyê). Ji gelheyê nêzî 91% li herêmên bajarî, 25% jî li bajarên mezin ên welêt dijîn. Gelhe her sal 1% meztir dibe, nêzî 70% li herêmên derveyî bajaran jidayikbûne û 30% jî ji 14 saliyan biçûktir in. Bi guraniya gelheyê be, li ser her metrekareyekî 300 kes dijî.[4]

Mirov hemwelatiyê bi rêya serlêxistinê an jî bi jidayikbûnê distîne. Bi saya yasaya vegerînê her cihû kare xwe li Îsraêlê bicihbike û mafê hemwelatiyê bixwaze.

Ol[biguherîne]

Orşelîm: Navenda sê olên cîhanê

Îsraêl ji aliyê olî ve xwediyê taybetiyên bêhempa ye, ji ber ku weke navenda sê olên mezin ên cîhanê tê zanîn û lewra bona olên cihûtî, xirîstiyantî û misilmantî warekî pîroz e. Ji bilî vê yekê, Îsraêl tek dewlet e ku ola pirraniya gelheyê cihû ye. Îsraêl dewleteke cihû ye, lê ne dewleteke teokrasî; li wir olên din jî azad in.

Li gorî daxuyaniyên wezareta hindurî ya îsraêlî heta 31'ê berfanbarê 2006'an ji 7,1 mîlyon nîştecîhanên Îsraêlê 80.01% cihû ne, ji van dîsa 94.6% wek cihûyên bi bawer qeydkirî ne.[5] Kesa/kesê ku bavê wê/bavê wî cihûyekî oldar e, bi xwe jî kare xwe wek cihûyeke oldar bi nav bike. Cihûyên oldar ên ku li Urduna rojava dijîn wek 'bê îman' tên hesibandin. Ji xeynî vê yekê, 0.5% cihûyên ku bûne xirîstiyan jî hene û ji wan 4.9% ji aliyê olê ve ne qeydkirî ne. Herwiha, 19.7% ê gelheyê ereb in ku ji wan 83% misilman, 8.5% erebên xirîstiyan û 8.3% drûs û yên din in (bûdîst, hîndu, samarîtan).[6]

Li gorî qanûna vegerandinê[7] kesên ku dayika wan cihû ye an jî derbasî ola cihûtî bûne weke cihû têne hesibandin û lewra karin xwe li Îsraelê bi cih bikin. Cihûyên bê bawerî û ateîst jî dikevin nava wan, lê jimara wan ne diyar e.

Çavkanî[biguherîne]

  1. Şirîn (1996) English-Kurmanji/Kurmancî-Inglîzî Word List.
  2. chenrechte/38794/demokratische-staaten Belawbûna dewletên demokratîk, Navenda komara Elmanya ji bo perwerdehiya siyasî, dîtin: 23'ê îlonê 2009
  3. [http://www.cbs.gov.il/www/yarhon/b1_e.htm The State of Israel, Central Bureau of Statistics, dîtin: 5'ê tîrmehê 2012}}
  4. {{internetquelle| url= http://www.swissjews.ch/pdf/de/factsheet/SIG_Fa ctsheet_Israel_Bevoelkerung_Religionen20121.pdf Factsheet: Israel. Gelhe û Ol, Schweizerischer Israelitischer Gemeindebund (Yekbûna Komelên Îsraêlî-Swîsrî, dîtin: 27'ê sermawêzê 2012
  5. Israel – Central Bureau of Statistics: „Statistical Abstract of Israel 2007 – Introduction“ (PDF) r. 1, dîtin: 27'ê sermawezê 2012.
  6. Israel – Central Bureau of Statistics: „Israel in figures 2007“, r. 10 wek PDF kare bê dîtin.
  7. Agahiyên derheqê qanûna vegerê karin li ser vê rûpelê bên dîtin: Webcitation.org.

Girêdanên derve[biguherîne]


Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)