Here naverokê

Stembol

(Ji Îstanbul hat beralîkirin)
Stembol
İstanbul Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Şaredariyên bajarên mezin ên Tirkiyeyê, former capital, megacity, bajarê herî mezin, bajarê beravê, bajarê mezin û bajarê kevnare Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
İstanbul Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Stembol li ser nexşeyê
Map
Koordînat: 41°0′36″Bk 28°57′37″Rh / 41.01000°Bk 28.96028°Rh / 41.01000; 28.96028
ParzemînEwropa, Asya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletTirkiye
Li beşa îdarî
  • Stembol (parêzgeh) (1923–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Paytexta
Dema avabûnê29 gulan 1453 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Îdarî
 • ŞaredarEkrem İmamoğlu (2019–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Qada rûerdê
 • Giştî5343 km2 (2063 sq mi)
Bilindahî
100 m (300 ft)
Nifûs
15.462.452 (2020) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dem
Koda telefonê212, 216 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Plakaya erebeyê34 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malper
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Stembol[1] yan jî Stenbol (bi tirkî: İstanbul; bi yewnanî: Κωνσταντινούπολις; latîn: Konstantînopolîs) bajarê herî mezin ê Tirkiyeyê ye ku wekî navenda aborî, çandî û dîrokî ya Tirkiyê ye. Bajar li ser peravên Tengava Bosporusê hatiye avakirin ku beşek bajêr li hêla Ewropayê ye û beşek din jî li hêla Asyayê ye. Tê texmînkirin ku li Tirkiyê nifûsa herî zêde ya kurdan li Stenbol e û nifûsa bajêr zêdetirî 15 milyon kes e ku ji %19 ji nifûsa Tirkiyeyê pêk tîne.[2] Stenbol bajarê herî qelebalix ê Ewropayê ye û 15em bajarê herî mezin ê cîhanê ye.

Bajêr wekî Bîzans (bi yewnanî: Βυζάντιον, Bîzansyon) di sedsala 7an ê b.z. de ji aliyê niştecîhên yewnanî yên ji Megara ve hatiye avakirin.[3] Di sala 330 p.z. de, împaratorê Romayê Konstantînê Mezin bajêr wek paytexta xwe ya împaratoriyê radigihîne û pêşî navê bajêr wekê Romaya Nû (bi yewnanî: Νέα Ῥώμη, Nea Rhomē; bi latînî: Nova Roma) binav dike û piştre jî bajêr wekê Konstantînopolîs binav dike.[4] Di sala 1930an de navê bajêr bi fermî hatiye guherandin û bajêr wekê (bi tirkî) İstanbol hatiye binavkirin. Navê İstanbul ji navê ku xwemaliyên yewnanî bajêr ku li bajêr kirine ji navê εἰς τὴν Πόλιν bi romanî: eis tḕn Pólin; 'bajar' hatiye wergirtin.[4] Bajêr ji aliyê kurdan ve wekî Stembol û hinek caran jî wekî Stenbol tê binavkirin.

Bajêr nêzîkî 1600 salan wekî paytexta împeratoriyê xizmet kiriye ev împeratorî ne: di dema împeratoriyên Roma/Bîzansê (330-1204), Latînî (1204-1261), Bîzansiya Dereng (1261-1453) û Osmanî (1453-1922).[5] Bajar bi mezinahî û bandora xwe mezin dibe û di dawiyê de dibe yek ji bajarên giringên li ser Rêya Îpekê û yek ji bajarên herî girîng ên dîrokê. Bajar berî veguhertina wê ji bo keleha îslamî piştî Hilweşîna Konstantînopolîsê di sala 1453an de bi taybetî piştî ku di sala 1517an de dibe cihê xîlafeta osmanî di dema Roma/Bîzansê de di pêşkevtina xirîstiyantiyê de rolek sereke dilîze û malavaniya çar ji heft encûmenên yekem ên ekomenîkî dike. Di sala 1923an de, piştî Şerê Serxwebûna Tirkiyê, Enqere li şûna wî Stenbol bûye paytexta Komara Tirkiyê ya nû avabûyî.

Navçeyên Stembolê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi berfirehbûna bajêr re Stembol li 39 navçeyan hatiye dabeşkirin.

Li hêla Ewropayê

Li hêla Asyayê

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bajêr di sedsala 7an berî zayînê bi navê Byzantion ji aliyê yewnanan ve hatiye ava kirin. Berhemên neolîtîk ên ku di destpêka sedsala 21an de ji hêla arkeologan ve hatine kifş kirin, destnîşan dikin ku nîvgirava Stenbolê ji hezarsala 6em ê b.z. ve ji aliyê mirovan ve hatiye bi cih kirin.[6] Ev bi cih bûna destpêkê ku bi belavbûna Şoreşa Neolîtîk ve ji Rojhilata Nêzîk berbi Ewropayê ve ku ji bo Ewropayê girîng bû, berî ku ji hêla bilindbûna asta avê ve binav dibe nêzîkî hezar sal dewam kiriye.[7] Yekemîn bicih bûna mirovan a li aliyê Asyayê, Girê Fikirtepe ye ku ji Serdema Kalkolîtîk be ma ye ku berhemên cihwarê ji salên 5500 heta 3500 b.z. ye.[8] Li aliyê Ewropî, nêzîkî xala nîvgiravê (Sarayburnu), di destpêka hezarsala 1ê b.z. de cihwarek trakyayî heye. Nivîskarên nûjen cihwarê bi toponîma trakyayî Lîgos ve girê didin ku ji hêla Pliny Elder ve wekî navek berê ya cihê Bîzansê hatiye destnîşan kirin.[9][10]

Dîroka bajêr dema ku niştecîhên yewnanî ji Megara Bîzans li aliyê Ewropî yê Bosporus ava dikin, bi taybetî li dora 660 b.z. dest pê dike.[11] Niştecihan akropolek li tenişta Kevana Zêrîn li cîhê niştecihên destpêkê yên Trakyayê ava kirin û aboriya bajarê nû geş kirin.[12] Bajar di destpêka sedsala 5an b.z. de serdemek kurt a desthilatdariya farisan derbas dike lê yewnaniyan bajêr di dema Şerên Yewnanî û Persan de ji nû ve ji destê farisan derxist.[13] Berî ku bîzansiyan di sala 355 b.z. de serxwebûna xwe bi dest bixe, bajêr wekî beşek ji Yekitiya Atînayê û şûngirê wê û beşek ji Yekitiya Duyemîn a Atînayê bû. Bajêr demek dirêj bi romayiyan re hevalbend bû ku Bîzans di sala 73ê b.z. de bi fermî bûye beşek ji Împeratoriya Romayê. Biryara Bîzansê ya ku alîgirê Romî Pescennius Nîjer li dijî împêrator Septimius Severus bû jê re dibe sedema zirarek mezin ku di dawiya sala 195an de teslîm dibe û di du salên dorpêçkirina bajêr de Stembol wêran dibe. Piştî pênc salan Severus dest bi ji nû ve avakirina Bîzansê kir û bajar ji nû ve bi dest xist û li gorî hinek hesaban di vî heyamê de bajêr ji aramiya xwe ya berê zêdetir aram dibe.

Navdarên bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîmenên ji bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ MUHAMMED, HUSEIN (10 nîsan 2013). "Stembol û dengnasiya kurmancî". nefel.com.
  2. ^ "TÜİK Kurumsal". data.tuik.gov.tr. Roja gihiştinê 9 tebax 2023.
  3. ^ Herrin, Judith (28 îlon 2009). Byzantium: The Surprising Life of a Medieval Empire (bi îngilîzî). Princeton University Press. ISBN 978-0-691-14369-9.
  4. ^ a b "Istanbul | History, Population, Map, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). 7 tebax 2023. Roja gihiştinê 9 tebax 2023.
  5. ^ KURDOGLU, Çelik (1 kanûna paşîn 1993). "Les milieux d'affaires et l'aire turque". CEMOTI (15): 243–252. doi:10.4000/cemoti.334. ISSN 0764-9878.
  6. ^ "Istanbul's ancient past unearthed" (bi îngilîziya brîtanî). 10 kanûna paşîn 2009. Roja gihiştinê 9 tebax 2023.
  7. ^ "Bu keşif tarihi değiştirir". www.hurriyet.com.tr (bi tirkî). 3 çiriya pêşîn 2008. Roja gihiştinê 9 tebax 2023.
  8. ^ "REPUBLIC OF TURKEY MINISTRY OF CULTURE AND TOURISM". web.archive.org. 12 îlon 2007. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 12 îlon 2007. Roja gihiştinê 9 tebax 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  9. ^ Janin, Raymond (1918). "L'exarchat bulgare". Échos d'Orient. 18 (114): 266–271. doi:10.3406/rebyz.1918.4208. ISSN 1146-9447.
  10. ^ "PLINY". web.archive.org. 29 kanûna pêşîn 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 29 kanûna pêşîn 2016. Roja gihiştinê 9 tebax 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  11. ^ Bloom, Jonathan M.; Blair, Sheila S., edîtor (1 kanûna paşîn 2009). "The Grove Encyclopedia of Islamic Art and Architecture". doi:10.1093/acref/9780195309911.001.0001. {{cite journal}}: Ji bo journal parametreya |journal= hewce ye (alîkarî)
  12. ^ KURDOGLU, Çelik (1 kanûna paşîn 1993). "Les milieux d'affaires et l'aire turque". CEMOTI (15): 243–252. doi:10.4000/cemoti.334. ISSN 0764-9878.
  13. ^ KURDOGLU, Çelik (1 kanûna paşîn 1993). "Les milieux d'affaires et l'aire turque". CEMOTI (15): 243–252. doi:10.4000/cemoti.334. ISSN 0764-9878.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]