İlhan Sami Çomak
| Jidayikbûn | |
|---|---|
| Hevwelatî | |
| Pîşe |
İlhan Sami Çomak (jdb. 8ê adara 1973; li Kanîreş, Çewlîk) helbestvan û nivîskarekî kurd e.[1]
İlhan Sami Çomak di sala 1994an de dema ku li Stembolê xwendekar bû hatiye girtin ku ji bo heyamek heta bîst û pênc salan hatibû darizandin. Çomak heya sala 2024an de 30 sal wekê girtiyeke siyasî di girtîgehên Tirkiyeyê de dimîne. Di salên girtîgehê de bi zimanên tirkî û kurdî helbest nivîsandiye û pirtûkên helbestan çap kiriye. Helbestên wî bi ziman ên wekê îngilîzî, rûsî, norwêcî, galî û almanî hatine wergerandin û helbestên wî bi xelatên cûrbecûr hatine xelat kirin. Jiyana wî bûye mijara belgefîlma Şandêr: İlhan Sami Çomak ku di sala 2016an de hatibû kişandin. Otobiyografiya wî, di şanoya Hilwaşandina hêlîna mîrokan (2021), li Stembolê wekê şano hatiye pêşandan û Çomak wekî senarîstekî şanoyê hêjayî xelatan hatiye dîtin.
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]İlhan Sami Çomak wekê zarokê malbateke kurd û elewî li navçeya Kanîreşê ji dayik bûye[2]. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li Çewlikê diqedîne û di sala 1992an de, li fakulteya huner û zanistê ya Zanîngeha Stembolê beşa erdnîgariyê dixwîne. Piştî du salan, di sala 1994an de bi hinceta "endamtiya Partiya Karkerên Kurdistanê" ji aliyê Tirkiyeyê hatiye binçavkirin.[3] Di dema binçavkirinê 16 rojan li navenda midurîyeta ewlekarî ya Stembolê hatiye girtin û wî diyar kiriye ku di dema binçavkirina xwe de rastî her cûre îşkenceyê hatiye. İlhan Sami Çomak bi tohmetên "şewitandina daristanekê li ser navê PKKê" û "tevlîbûna çalakiyên cudaxwaz" ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibû girtin û wî şandibûn girtîgeha Bayrampaşa ya Stembolê. Her çiqas Çomak di îfadeya xwe ya di dema bin çavkirinê de hinek sûc qebûl kiribe jî lê di îfadeya xwe ya li dozgeriyê de gotiye ku îfadeya wî ya destpêkê di bin zext û îşkenceyê de hatiye girtin, ji ber vê yekê ew naçar maye ku wan sûcan qebûl bike. Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) di wî demê de biryar dide ku Çomak di dawiya dozê de were bidarvekirin. Tevger û kiryarên wî yên di dema darizandinê de wek sedema kêmkirina cezayê hatin hesibandin û cezayê wî di sala 2000an de veguherî cezayê heta hetayî.[4]
Dema ku di girtîgehê de bû dest bi nivîsandina helbestan bi zimanên tirkî û kurdî dike. Pirtûka wî ya yekem a helbestan, Gitmeler Çiçek Kurusu, İlhan Çomak (Çûyîn, gulên hişkkirî, İlhan Çomak), di sala 2004an de bi navê İlhan Çomak hate weşandin. Di vê pirtûka ku ji 107 rûpelan pêk dihat de, wî serpêhatî, raman û tişt ku tiştên jiyan kiriye bi şêwaza helbestan aniye ziman.[5]
Di duyem pirtûka xwe ya helbestan Açık Deniz (Deryaya vekirî) di sala 2006an de çap kiriye. Berî ku vê pirtûka binivîse birayê wî İlhan Çomak di qezayeke trafîkê de jiyana xwe jidest dide. Ji vê pirtûkê pê ve navê birayê xwe li navê xwe zide dike û navê "İlhan Sami Çomak" bikar tîne.[5]
Di serlêdana parêzerên wî ya ji bo DMMEyê di sala 2007an de biryar hatibû dayîn ku darizandineke dadwerî nehatiye kirin û divê darizandin ji nû ve bê destpêkirin. Serlêdanên ji bo darizandina derve ji aliyê dadgeha tirk ve nehatiye qebûlkirin.[6]
İlhan Sami Çomak yek ji wan çar kesan bû ku di sala 2023an de di kampanyayeke li seranserê cîhanê de ji aliyê PEN a Navneteweyî ve hatibû nirxandin. Helbestên wî bi zimanên îngilîzî, norwêcî, rûsî, almanî û galî hatine wergerandin. Helbestên wî yên bijarte ku ji neh pirtûkên helbestan hatiye berhevkirin di pirtûka Haritadan Taşan (2023) (Bi ser nexşeyê ve qulubî) de hatiye çap kirin.[7]
Di meha tebaxa 2023an de, ji ber ku wî 29 saliya xwe ya di girtîgehê de temam kiribû, bi rêya parêzerên wî serlêdanek hate kirin ku ji mafê şertê sûd werbigire lê serlêdan nayê pejirandin. Lijneya rêveberî û çavdêriyê, roja berdana wî ya bi şert ê di 21ê tebaxa 2024an de, bi îdiaya ku Çomak ne di rewşek baş de bû û haya wî ji sûc çênebû, sê mehên din paşxistibû.[8] İlhan Sami Çomak piştî 30 sal, 3 meh û 6 rojan di 26ê mijdara 2024an de ji girtîgehê derdikeve.[9]
Pirtûkên wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Gitmeler Çiçek Kurusu (Weşanên Firatê, 2004)
- Açık Deniz (Weşanên Aram, 2007)
- Günaydın Yeryüzü (Weşanên Aram, 2011)
- Kedilerin Yazdığı İlahi (Weşanên Yasakmeyve, 2014)
- Bir Sabah Yürüdüm (Weşanên Yasakmeyve, 2017)
- Yağmur Dersleri (Weşanên Yasakmeyve, 2017)
- Dicle'nin Günlüğü (Weşanên Yasakmeyve, 2017)
- Geldim Sana (Manos Pirtûk, 2019)
- Hayattayız Nihayet (Manos Pirtûk, 2022)[10]
- Karınca Yuvasını Dağıtmamak (Weşanên İletişim, 2021)[11][12]
- Çiyayê Girtî (Weşanên Dara, 2023)
- Separated From the Sun (Smokestack publishing UK 2024)
- Words That Walk Through Walls –World Poets writing with İlhan Sami Çomak (Palewell Press 2024)
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ İlhan Sami Çomak (bi tirkî).
- ^ Bilişim, T. E. "Îlhan Çomak: Ger li cihê nasnameya min a Elewî û Kurd, nasnameyeke Sunnî ya Tirkî hebûya, wê min berdaba". Demokrat Haber - Bağımsız, Alternatif, Özgür Haberler (bi tirkî). Roja gihiştinê 30 îlon 2025.
- ^ "CAN DÜNDAR'IN TİYATRO SÜTUNU #28 | Gorki". www.gorki.de (bi almanî). Roja gihiştinê 30 îlon 2025.
- ^ Temizkan, Emrah (11 nîsan 2016). "Doza Çomak: Her tişt bi îdianameya 1994an a ku ji TEMê bo Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê hatiye şandin dest pê kir" (bi tirkî). Roja gihiştinê 30 îlon 2025.
- ^ a b Gazetesi, Evrensel. "Aşk olsun şiire, aşk olsun şaire!". Evrensel.net (bi tirkî). Roja gihiştinê 30 îlon 2025.
- ^ "Mala Wêjeya Stenbolê ya Kıraathane / Bernameya Serdemê / Jiyan Ez Ji Te Pir Hezdikim: Helbesta Îlhan Sami Çomak 2021". Kıraathane (bi tirkî). Roja gihiştinê 30 îlon 2025.
- ^ "PEN: ROJA NIVÎSKARÊN DI ZINDANÊ DE - Navenda PEN a Tirkiye". PEN Türkiye Merkezi (bi tirkî). 16 çiriya paşîn 2023. Roja gihiştinê 30 îlon 2025.
- ^ "30 sal + 3 meh ji Îlhan Samî Çomak hat dizîn". birgun.net (bi tirkî). Roja gihiştinê 30 îlon 2025.
- ^ "Îlhan Sami Çomak: Min 30 sal xeyal kir ku bibim helbestvanekî azad". bianet.org (bi tirkî). Roja gihiştinê 30 îlon 2025.
- ^ "İlhan Sami Çomak'tan yeni şiir kitabı: Hayattayız Nihayet". Evrensel.net. Ji orîjînalê di 16 tebax 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 kanûna pêşîn 2024.
- ^ Karınca Yuvasını Dağıtmamak - İlhan Sami Çomak (bi tirkî).
- ^ "Mustafa Orman | Güneşin görmediği yerleri hatıralar kaplar: İlhan Sami Çomak'ın "Karınca Yuvasını Dağıtmamak" kitabı". Independent Türkçe (bi tirkî). 26 çiriya pêşîn 2022. Ji orîjînalê di 22 nîsan 2024 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 kanûna pêşîn 2024.