Şêx Eskerî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Şêx Eskerî
biguhêreBelge

Şêx Muhemmed Eskerî (1898-1952) nivîskarekî kurd e.

Ew di sala 1316 an (1898/99) de li gundê Axtepe ji dayîk bûye û di sala 1952 an de çûye ber dilovaniya Xwedê, li gundê Çolê jî di wargeya xwe ya timî de veşartî ye. Şêx Muhemmed Eskerî, kurê Şêx Ebdurehmanê Axtepî ye û piçûkê birayê xwe Muhemmedê Kerbelayî ye. Eskerî destpêka xwendina xwe, pêşî li nik bavê xwe di xwendegeha Axtepê de kiriye. Di pey dilovaniya bavê xwe de jî, li nik birayê xwe M.Kerbela xwendiye. Di hin deman de bi malîtî li gundê Hiler (Çêrmûk) û Bîrsinê (Egil-Dîyarbekir) jî maye. Di salên 1964-1968 an de, dema ku bavê min li gundê Bîrsinê meletî dikir, mala me û mala zarûkên Şêx Eskerî cînar bûne. Cînartiya me bi hevdu re pir xweş dibihurî. Du kur û du jî keçên wî hene. Navê kurê wî yê mezin Kerbela ye, navê yê piçûk jî Ebdurehman e. Şêxê me yê hozan û nivîskar, li paş xwe sê pirtûkên hêja bo me diyarî hiştine. Yek DÎWAN e, ya din jî IQDÊ DURFAM[Girêdan daimî miriye] û Keşkol e. Şêx Eskerî bi xwe gotiye ku wî pirtûkek li ser feleknasiyê nivîsiye û yek jî Mem û Zîn a Ehmedê Xanî ji ber çend nusxeyên cuda ji nû ve amade kiriye. Iqdê Durfam jî wek Dîwanê helbest in, lê bi naveroka xwe çîrokên kurdî ne. Yanî çîrokên kurdî bi helbestkî nivîsîne. Helbestên pirtûkê, tev bi kêş û qafîye ne û bi yazde kiteyan dikişin. Her du rêzên malikan jî, bi yek tîp qafiye ne. Jimara wan, 2584 heb in. Şêx Eskerî, wê pirtûka çîrokan, bi daxwaza kurapê xwe Behcet nivîsîye û di sala 1938 an de li gundê Bîrsinê dest bi nivîsandina Iqdê Durfam kiriye. Lê piştî ku dest pê kiriye, kurmamê wî miriye. Îcar dest ji nivîsandina pirtûkê berdaye. Lê piştî ku demek dirêj bi serve derbas bûye, birayê wî M.Kerbela û hinek dostên Malbata wan, çûne cem û lê doza kutakirina Pirtûkê kirine. Ew jî bêçare maye û xatirê wan girtiye, dîsa dest bi nivîsandina pirtûkê kiriye, di sala 1942an de kuta kiriye. Dema ku Eskerî dest bi nivisandina bi zimanê kurdî kiriye, temenê wî 39 sal bûye. Şêxê nemir di wan demên teng û tarî de ku "Komar"a Tirkiyê, Bakurê Kurdistanê wêran dikir, bizav kiriye û di şûna şûr de xameya rengîn hejandiye û ji me re çîrok nivîsîne. Lê mixabin ji bêçareyî heta vê gavê yek ji wan jî çap nebûye. Lê mele Zeynulabidîn Amedî di sala 198Oyî de, her yekê ji wan nusxeyek bi destxetên xwe dîsa bi tîpên Erebî, ji nûve nivîsîye.

Zeynelabidin Zinar wan herdukan jî, ji tîpên Erebî veguhaztin tîpên Latînî. Dîwançeya Şêx Eskerî hêj nehatiye çapkirin. Lê Iqdê Durfam li Swêdê di 1989an de ji aliyê weşanxaneya APC Tryk ve çap bûye. Nivîsa pirtûka Iqdê Durfam a bi tîpên Erebî 2O3 rûpel û tev 13 beş in. Her du rêzên malikan jî bi yek tîp qafiye ne û bi yazde kiteyan dikişin. Çîrok ji beşa heftan dest pê dikin û heta beşa dawiyê, kuta dibin. Çîrok bi awayekî wisan xweş hatine gotin, dema ku meriv wan dixwîne, meriv navê ku dev jê berde. Li ser derwêşekî û lawikekî sêwî û qijikekê û roviyekî hatine gotin, heta ku digîje ser nêçîrvanekî û dawî lê tê. Me van çend malikên li jêr, wek nimûne ji Iqdê Durfam jêderk kirin û ji xwendevanan re li jêr nivîsîn. Dizanim vî zemanî pare nake Ji vî derdê mi re kes çare nake Gelek şêrîn e ev ezmanê Kurdan Derîxa! me ji dest yekcarî berda...Pesindîde nîne kurmancî ye saf Xuya ye ne huner tev gotin û laf. Hîkayeçêkirin ba nezm û eş'arGelek zor e me xame nade îş'ar.

Pirtûk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]