Şêx Evdirrehîm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Şêx Evdirehîm, birayê Şêx Seîd

Şêx Evdirrehîm (1897 - 1938). Li gundê Qollhêsarê yê bi Xinûsa Erziromê ve girêdayî hatiye dinyayê. Lawê Şêx Mehmûd Fewzî û birayê Şêx Seîd ê biçûk e. Dema Şerê Cîhanê yê yekem dest pê kir bi malbatî koçî navçeya Amedê ya bi navê Pîranê kirin. Perwerdehiya xwe li Qollhêsarê dest pê kiriye û li medreseyên curbicur domandiye.

Di nav tevgera azadiyê de cih digire. Serhildana Kurdan ya 1925an li cihê ku ew lê îqamet dike Pîranê rûdide. Ji destpêka şer hetanî dawiya şer Şêx Evdirrehîm di navê de cih digire. Ji ber wêrekî û mêrxasiya wî leqeba wî wekî “Dudilî” tête zanîn. Piştî têkçûna serhildanê xwe davêje binxetê ku wê demê di bin mêtingeriya Fransiyan de bû. Hetanî sala 1937an ku komkujiyên li Dêrsimî rûdidin û dewlet bi ser Dêrsimiyan ve diçe Şêx Evdirrehîm xweranagire û berê xwe dide serhedê. Di vegerê de, ew û çend hevalên xwe rêya wan bi Farqînê dikeve. Hevalekî wan diçe nav xelkî ku xwarinê ji wan re bîne, lê xelkê herêmê giliyê wan dikin. Dewlet tê û her derê wan dorpêç dike. Dinêrin ku çare nîne xwe di nav simbilên geniman de vedişêrin, lê leşker agir berdidin zeviyê û li wir şehîd dikin.

Pêşangeh[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]

  1. http://hurseda.net/Roportaj/15349-Menderes-Mallarimizi-Iade-Etmedi.html