Şêx Meşhî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Şêx Meşhî navê xwarineke ji başûrê Kurdistanê ye. Xwarineke quşxaneyê ye. Mirov dikare him bixe bin koma kutilkan, lewra hundirê zebzeyan tê dagirtin, him jî bin koma hêyavkan.

Navê xwarinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navê xwe ji henek û galegalên civakî girtiye. Ango hinekan zebzeyên dagirtî yê devê wan bi devanga ji firingiyê hatine dagirtin, şibandine cil-bergên şêx û meleyan. Lêkolîneke zanistî li ser xwarinên kurdî nehatiye kirin.

Berkeliya Şêx Meşhî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1 serî pîvaz
  • 5 kundirê dirêj (bo dolmehan)
  • 5 bacanreşk
  • Hinekê mewij
  • Bexdenûs
  • 400 gr goştê kişandî yê golikê
  • Xwê
  • Îsota reş
  • Çênca (sos) fringiyê
  • Fringî
  • Ava lîmonê
  • Têkela biharbêhnê ya hindî-îranî kîorî

Amadekirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nava zebzeyan bikolin, vedin. Ji bo têkela xwe ya dolmehê pîvaz, goştê kişandî, bexdenûs, îsota reş, xwê, kîorî, sosa firingiyê û mewijan tevlîhev bikin di nava rûn de biqelînin.

Zebzeyên xwe ji vê têkelê dagirin. Devê wan bi çêtiyên tenik ên fringiyê bigirin. Ango bila devanga wan ji kumikên bacanê sor bin. Dolmehên xwe bikin quşxane yan bi dilê xwe beroşekê, avê têxinê. Sosa fringiyê bersin nava avê û di germiyeke nizm de bi qasî 30 deqe bikelînin.