Şêx Nûredînê Birîfkanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Şêx Nûredînê Birîfkanî
Jidayikbûn1795 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Şêx Nûredînê Birîfkanî (jdb. 1795 - m. 1851) alimê Îslamê û helbestvanê kurd bû.

Kurê Şêx Ebdulcebarê kurê Şêx Nûredînê kurê Şêx Ebûbekirê kurê Şêx Zeynelabidîne kurê Şêx Şemsedîn e. Şêx Şemsedîn, şêxê terîqeta Xelwetiyê bûye. Ji xelkê bajarê Xelatê bûye. Xelat, dikeve ser qeraxê Behra Wanê. Ji Xelatê hatiye Kurdistana Başûr, di gundê Birîfkan de bi cî bûye. Ev gunde han dikeve nav çiyayên navça Behdînan ên pişta 'Eynsifnê (Şêxan). Şêx Nûredîn di sala 1205ê hicrî de li gunde Birîfkanê hatiye dinê.

Şex Nûredîn li ba bavê xwe Quran xwendiye û jiber kiriye û bûye hefiz. Pişt re çûye feqîtiye. Li bajarê Amediyê li ba Mele Yehyayê Mizûrî xwendiye û çûye Mûsilê. Li Mûsilê li ba çend zanayên bi nav û deng ên wek Şêx Silemanê Kurd, Mela Ebdurehmanê kurê Mela Îsayê Mûsilî û Şêx Yûsuf Efendiyê kurê Remezan, ewe ku bi navê îbn Me'hderbaşî bi nav û dang e, xwendiye û piştre îcaza xwendine wergirtiye.

Dûvre, Şêx Nûredîn, îcaza terîqeta qadirîyê ji Şêx Memduhê kurê Ebdulcelîlê Mûsilî yê Kurd wergirtiye û vegeriyaye gundê xwe Birîfkanê. Li wir dest bi dersgotinê kiriye û hemû çaxê xwe bi dersdan, tesevvuf û kitebnivîsînê derbas kiriye. Ji bili vî ji bo ku Şêx Nûredîn gelek meşhur bû, nav û dengê wî di Kurdistanê de belav bû (heta niha jî belav e), terîqeta Qadiriye belav kir, gelek xelîfe û mirîden wî hebûn; 'alimekî mezin bû û di warê tesevvufê de çend kiteb nivîsandine. Her wisa helbestvanekî mezin jî bû. Şêx Memdûh Birîfkanî dibêje: "Şêx Nûredîn bi zimanê kurdî, erebî û farisî çend dîwanê şi'r danîne." Ez gelek sipasî wî dikim ku ev her du helbestên wî ligel hinek malûmatên li ser jiyana wî ji min re şandine. Şêx Nûredîn di 1268'e hicrî de koça dawî kiriye. Gorra wî li gundê Birîfkanê ye û gelek ji xelkê diçin ziyareta gorra wî.

Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1) Dîwana helbestan bi zimanê Erebî: Ev dîwana han niha di nav destnivîsen Camî'el-Kebîr a Mûsilê de ye Xelîfeyê Şêx Nûredîn; Seyyid Muhemmed Nûrî Mûsilî, piştî mirina seydayê xwe di sala 1280'ye hicrî de vê dîwana han li Mûsilê kom kiriye. Ev dîwana han bi destxeta Seyyid Muhemmed Nûrî ye.
  • 2) El Bidûr el Cilye fî Mamist elye Hacat el Fiqra' el Sûfiye: Ev kitêb 108 rûpel e di sala 1268'e hicrî de hatiye nivîsîn. Niha li Mûsilê, di nav destnivîsên Camî'el-Kebîr de ye
  • 3) Qesîde Qiret el Iyûn.
  • 4) El Cuhr el Meknûn Şerh Qesîde Qiret el Iyûn fî'1-Silûk. Ev her du kitêb bi destnivîs di nav destnivîsên Camî'el Kebîr de ne.
  • 5) Menzûmeyek ku pêşiya wê ev e:

"Keşeft hebîb femael cinneh min se'd el 'ebd 'ele'l-neceh" Zanayekî şerhek li ser ve menzûmeye nivîsiye binave " Mîr'atu'l Heqaîq Heqqu'l-Teraîq fî Beyanî 'Evvsîyatu'l- Heqaîq". Ev şerh bi destnivîs li Medresa Saî'x li Mûsile heye.

  • 6) El Qesîdtu'l Nûniye
  • 7) El Qesîdtu'l Hemziye. Peşiya wî ev e:

"Fe bizalik el-sirru'l munewer lî'l-wera yenhel sirru'lheqq fî'l-eşya" Ev her du qesîde digel "Tuhfetu'l-Salikîn 'ela Qesîdetu'l Şeyx Nûredîn" di nav destnivîsen El Camî'el-Kebîr de ne. Tuhfetu'l-Salikîn şerha Seyyid Muhemed Nûrî ye ya di sala 1286'e hicrî de li ser yek ji van her du qesîdan daniye û 24 rûpel e.

  • 8) El Mu'şerat el 'işre: Necmeddîn Muhemmed Tahir Sai'xzade Mûsilî şerhek li ser vê kiriye û di El Camî'el-Kebîr de heye.

(1) Mextûtatu'l-Mûsil a Doktor Davvud el-Çelebî Şex

Helbesteke Şêx Nûredînê Birîfkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Te divê dil te bi rengê meh û xurşîdî celî bit
Her le jingarê sifir cewher û gewher 'emeli bit

Bi celîs mizyê kevn le xu pêçe xemûyî
Da ku 'xessalê tefekkür te bişotin ne beli bit

Nebilît ji te yek reng û nenas ji te resmê
Ins û wehşet ji te ra waris û hem raz û welî bit

Sed pencah şewahid ku li bin cêbê kirasî
Te li herca bi 'eyan şahidna muhtemeli bit

Hefd qaz û qulingan be û kullê siyeh û xezelan
We le kohan çu ku bîn te miqamek cebelî bit
Tut ruhî ji kebabit ca li her kehf û h'efaran
Xo bi ser besta zira'î av ji 'uzran û gelî bit

Xilweta dil ji te rengi nebitin 'eynî nifaqê
Ger te dil em hemî e'xyar û meberra û xelî bit

Text û hikmet we dibinim di binê çah û li ser çel
Qismet jê bikirî sewme'e dê çah û çilî bit

Pir û ustad çi hacet bi 'Elî Heyder hestin
Şev û rojan ji te ra pirê xudawendî 'Eli bit

Meh û sal û şev û roj û dem û kat ez hemî 'emr
Me boran bi xisaret ta ve kengî hezelî bit

Wekû tiflan ji 'xurûrê bi dinê xafil in em
Rû siyah in ji Xudê weqt e me şerm û xecelî bit

Xilweyek cilwe ji Nûrî me nedî safî bibit
Cilweya xilwe firan sîfe ji vî bedrê celî bit


Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Şaîrên Klasîk ên Kurd (Abdulreqîb Yûsuf)--Ji Weşanên Jîna Nû