Şêxbizin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Eşîra Şêxbizin
Agahiyên gelemperî
Hoz Modanlû[1] (bnr. Motikan)
Xewend
Kelatî
Jirkî[2]
Xorasanî
Hevedanî
Lêranî
Nosalanî
Herfodanî
Hesenî
Kerkûkî
Silênî
Celâwendî
Palanî[3]
Ziman Şêxbizinkî
Kurmancî (li Erdîşê û Amedê)
Dimilî (li Siwêregê)
Soranî (li Başurê Kurdistanê)
Herêmên dîrokî Anatoliya
Belavbûn Li Anatolyayê:[4]
Artvin
Enqere
Qonye
Çorûm
Sakarya
Düzce
Çankiri
Amasya
Edene
Kocaeli[5]
Karabük
Gumuşxane
Sinop
Tokat
Samsun
Bayburt
Trabzon

Li Bakûrê Kurdistanê:[4]
Wan
Îdir
Erzîrom
Riha
Amed
Adiyeman
Ezirgan
Qers

Başûrê Kurdistanê:
Germiyan
Silêmanî
Xaneqîn
Demografî
Gelhe 300.000 li Haymanayê[3]
Bawerî
Dîn Sunîtî, kêm Elewî

Şêxbizin an Şêxbizênî eşîreke belavbûyî ya kurdan li Anatolyayê û Kurdistanê ye. Şêxbizinî li Anatolyayê û Bakûrê Kurdistanê zaravayeke kurdiya başûr ya ku wek Şêxbizinkî[6] têye binavkirin, diaxivin. Ramazan Şêxbizinî

Nav[biguherîne]

Şêxbizinî li Haymanayê ji xwe re kurd an kirmanc[5] (endonîm) an jî lek[çavkanî pêwîst e] û zimanê xwe re jî "kurdî" dibêjin.[3] Belê cîranên wan ên kurmanc navê eşîrî (tribonîm) bi referansa zimanî li civaka şêxbizinî kirine. Wuha ji bo kurmancan şêxbizin, şêxbizinkîaxiv in.

Li ser etîmolojiya navê "şêxbizin" gelekî teorî û etîmolojiyên cemawerî hene. Yek ji wanan a "Şêxê Bizinan" e: Digel eşîrên kurdan ên din Şêxbizinî bi kevneşopî bizinan xwedî dikin. Ji ber ve yekê gelek kes navê vê eşîrê li du hêmanan parçe dikin "şêx" û "bizin"; gorî vê pejirandinê navê şêxbizin tê wateya "Şêxê Bizinan".[7] Belê ev teoriya hem bawerdêr hem jî ji bo navê eşîran di nava kurdan de asayî nîn e.

Nuh Ateş heye ku hemî teoriyên li ser navê şêxbizin munaqeşe dike û dibê "Mimkun e ku koka van navan gîştan yek be û ew jî Baz be û ji Baz jî Bazî> Bazyan> Bazîyan> Bezeyn> Bazeynî> Bezeynî> Bizeynî> Bizênî peyda bûye."[3] Di çavkaniyên din de niqaşa li ser koka vî navê li du aliyan têya kişandin: Hinek kes li ser epînomekî disekinin hinek jî navê Şêxbizin ji bajarokê Bazyan ê li hêla Silêmaniyê dikeve diafirînin. Ên yekem, bi nav Mehmûd Lewendî û Dr. Mîkaîlî, dibên binyada vî navê epînomekî bi navê Şah Basnî (Lewendî) an jî Şêx Huseyn e. Ew teoriyan dibejin ku wan navan di çerxa demê de hatin e gûhêrin û bûne Şêxbizin. Gorî baweriyekî din jî navê vê eşîrê ji Şahbazî, navê qebîleke binyadî ya êla kelhûr, hatiye peydakirin. Kelhûr bixwe wek şêxbiziniyan zaravayeke kurdî ya başurî diaxivin, belê digel şêxbiziniyan şiî ne û ne sûnî.

Dîrok[biguherîne]

Hin çavkanî vê eşîrê li ser kurdên lek dijmerin.[8] [9] Her wiha di salnameyên Osmaniyan de ev eşîr hin caran bi navê Ekrad-i Lek (kurdên lek) hatiye binavkirin. Çawa têye xuyandin peywendiyan wanan bi eşîrên lek ve heye jî. Belê ev peywendiya bi ziman û olê, ji ber ku lekî û şêxbizinî îro gelekî jihev dûrketine û lek hemû şiî û yarsan in, nikare were îspatkirin. Peywendiya wan xwerista dîrokî ye. Dibe ku şexbizin li Kirmaşanê eşîreke lek bûye, a ku piştî bicîhbûna li devera Bazyanê navekî nû girtîbe. Taybetmendiyek eşîrên lek ên li başûr û rojhilatê Kurdistanê paşbendika -wend an -vend di navê wan de ye. Ev paşbendika qenebe di navê qebîleke şêxbizinî de, ya bi navê Xewend, heye.

Di Şerefnameyê de Şêxbizin li ser eşîrên Botan têne jimartin, belê zaravayê şêxbizinan eşkere dike ku ew ji êl û eşîrên kurdan ên başûrê welat in. Herhal gava ku Şerefname hatiye nivîsandin Şêxbizin li Botan jiyabûne. Ewan çi hebin di şerrên ji bo kurdan jandar ên navbera Osmaniyan û Sefewiyan ve ji Rojhilatê Kurdistanê reviyanê deverên Silêmanî ye.[2]

Başûrê Kurdistanê[biguherîne]

Gorî lîsteya êl û eşîrên kurdan a kurdnas Izady Şêxbizinî li Başûrê Kurdistanê girêdayê êla Şîwan a ku li Germiyan û Silêmanî bicîh e, bûne.[10] Li herêma Xaneqînê jî şaxeke şêxbizinan a ku wek Palanî binav dibe biwar e.[3] Di nava cîranên wan de êla Hemewenî (Hemewend) jî, ya ku wek şêxbizinan kurdiya başûr diaxive û di destpêka sedsala 18'emîn de li vê herêmê bicîhbûye, heye.[11] Sykes ê ku eşîra Şêxbizin li ser kurdên Bebeyî (Baban) dijimêre, serjimara vê eşîrê qasî 4.000 malbatan texmîn dike û gelekî pesnê jêhatî û baqiltiya wan dide.[12]

Hecî Qadirê Koyî helbestekek li ser Şêxbizinan nivisîye:[13]

« Şêx Bizeynî qisey weku Caf e
Xo keramet nîye emîş laf e
Ew weku ême nîn be idrak in
Sahîbî nuxsey gelê çak in »

Bakûrê Kurdistanê[biguherîne]

Şêxbizinî li Bakûrê Kurdistanê bi pirranî li Qersê, Îdîrê û Wanê dijîn, belê li parêzgehên din jî gelek komên şêxbiziniyan hene.

Erzîrom[biguherîne]

Bicîhkirina şêxbizinan li parêzgeha Erzîromê di dema osmaniyan de bûye, wanan di 1800an de li vira hatine bicîhkirin. Niha qasî 450-500 mal li navenda bajêr dijîn, hinek jî li navçeyên bakûrî dijîn[14]. Berê çend salan li gundekî tirkan ê girêdayê Xinûsê jî hin malbatên şêxbiziniyan hebûn, belê koçberê Erzîromê bûn. Şêxbiziniyên Erzîromê ji bendê eşîrî yê Cel in, xwe Şêxbiziniyên Cel dizanin. Pêywendiya wan bi Haymanayê re heye, hinek ji wan di destpêka sedsala 20'emîn de koçê Haymanayê bûne. Hinek gundiyên şêxbizinî jî bawer dikin ku ji Haymanayê hatine Erzîromê.

Gund û Taxên Şêxbiziniyan li Erzîromê[biguherîne]

Erzîrom[biguherîne]
  • Taxa Kavakê
  • Taxa Daxê
  • Taxa Şehitlerê
  • Gelheyê gundê Stawn (Stawuk) ê girêdayê Erzîromê nivî ji şêxbiziniyan pêk tê.
Narman[biguherîne]
  • Narman (qasî 250 malbatên şêxbiziniyan li navênda navçeyê dijîn)
  • Aristî (gundê herî mezin ê navçeya Narmanê ye. Gelheye wî 2.000 e)[15]
  • Veysor
  • Sapanli
Oltî[biguherîne]

Li navenda navçeyê gelekî malbatê şêxbizinî hene. Ev li wan gundan û taxan dijîn:

  • Taxa Aslanpaşayê
  • Taxa Şêhitlerê
  • Taxa Halitpaşayê
  • Gundê Topkaynak
  • Gundê Kişla
Tortim[biguherîne]
  • Li navenda navçeyê 20 malbat
  • Gundê Hinzorik
  • Gundê Hins

Anatolya[biguherîne]

Kurdên Şêxbizin li Anatolyayê îro li dedora Haymanayê û bakûrê parêzgeha Qonyê dijîn. Di derheqê dîroka bicîhkirina wan a li van deveran de mirov nikare tiştekî vebirî bibêje, belê texmînî hatina wan di sedsala 17'emîn bûye.

Çand[biguherîne]

Di hin çavkaniyan de têye gotin ku Şêxbizin secereya xwe digihînin Îmam Zeynel. Çi be jî Şêxbizin îro bipiranî misilmanên sûnî ne, kêmtir ji wan, ên li Çankiriyê û Boyabatê elewî ne.[5]

Navdarên Şêxbizinî[biguherîne]

Girêdayî[biguherîne]

(Ramazan Şhixbzini)

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)
  1. Asiretimiz Modanlu (romîkî)
  2. a b c Seyhbizinlarin Tarihî (romîkî)
  3. a b c d e Ateş, Nuh: "Li ser Şêxbizinên Haymaneyê û koka navê wan" Bîrnebûn 41, 2009 r. 21-31
  4. a b Seyhbizin.com (romîkî)
  5. a b c Lewendî, Mehmûd: "Kurdên Şêxbizinî", Bîrnebûn 3. 1997 r. 78-98
  6. Lewendî, Mehmûd: "Ferhengoka Şêxbizinkî" Bîrnebûn 4, Stockholm 1998, r. 68
  7. Mehmet Özkök: "Haymana Şêxbizinlari Özerine", Bîrnebûn 4, 1998 r. 14-24
  8. Sêxbizin, Kurdica
  9. Stolzoff, G. Sam: The Iraqi Tribal System: A Reference for Social Scientists, Analysts, and Tribal Engagement. Hillcrest Publishing Group, 2009, r. 489
  10. M. M. Izady: The Kurds. New York 1992
  11. Hamavand, Iranica.
  12. Mark Sykes: The Kurdish Tribes of Ottoman Empire
  13. Dîwana Koyî
  14. Gundên Şêxbizinî li Erziromê (Almanî)
  15. Yerelnet: Kockaya
  16. Heypeyvîn bi rojnameya "Zaman" re