Şîlan Aliş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Şîlan Aliş, ji Bakurê Kurdistanê ye û li Amedê jidayikbûye. Ew bi eslê xwe ji Dêrika Çîyayê Mazî ye.

Wekî hin hunermendan, Şîlan ê jî ji biçûkbûna xwe ve dest bi muzîkê kirîye. Wê her sal beşdariya Pêşbirkên Muzîkê li dibistanê pêk dihate dikir û piraniya caran xelata yekem werdigirt.

Şîlan li Swêdê 2 salan çû Dibistana Muzîkê û qursa piyano û kemanê wergirt.

Di sala 1997 de li Stockholmê ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurdistan Li Swêdê (FKKS) ve Festîvala Muzîka Kurdî hatibû amadekirin û di wê Festîvalê de di nav 26 beşdaran de Şîlan xelata yekem wergirt.

Di sala 2001'î de albûma Şîlanê ya yekem a bi navê Yara Min derket.

Hunermend Şîlan, niha bi hevkariya bestekar û hunermend Mistefa Gazî û muzîkar Hêmin bi CD ya xwe ya duyem ve mijûle. Herwiha bi muzîkarê Swêdî Thomas Ruden re xebatên hevbeş yên pêşerojê dike.

Şîlan di jiyana xwe ya normal ya li Swêdê de wek Make Up Artist kar dike.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]