Şîvedîz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Şîvedîz, di wateyê şîva dîzê de, xwarineke kurdî ye. Bi taybetî li parêzgehên Dîlok, Riha, Başûrê Kurdistanê û Mêrdînê tê hezkirin, xwarin. Di pêjgeha kurd û suryanîyan de navdar e. Navê wê yê kurdî derbasê romî (tirkî) jî bûye, ew jî dibêjin şiveydiz.

Sîra teze û goştê berxê bi tîkegoştî tê hûrkirin. Şevekê berê bo tehma wê xweş be tê amadekirin.

Goştê xwe biqelînin û ava goştê bixin ser. Hinekê nermijî bû, sîra xwe û nokê nermijî berdin serê. Pîvaza teze ya ziravane hatiye hûrkirin, sîra seriyê ya kutayî û li ser daxwazê biharbêhna (biharat) xwe tevlî bikin.

Nokên we nerm bûn ji bo tehma xwe bigire mast û hêkê di badiyekê de biçelpînin (herwiha li ser xwestinê ava lîmonê) û bi ava xwarinê germijî bikin. Wekî nexên (qinap) ziravane berdin quşxaneyê. Kelekê pê bînin û bo anîna ser destexaneyê (sifreyê) amade bikin.

Li ser sifreyê li ser xwestinê biharatê xwe di nava rûnê nivîşkî de biqijilînin û berdin ser binikan.