Şablon:GH/2012/16

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Misilmantî li cîhanê
Misilmantî li cîhanê

Îslam, îslamîtî, îslamiyet an jî misilmantî (bi erebî: إسلام‎‎, lat. îslām) navê dîn û ayîneke yekxwedayî ya Îbrahîmî ye, ku kitêba wê ya pîroz Quran e. Li gorî baweriya îslamê Quran gotina Xwedê ye û ji ber vê hindê nehatiye guhartin. Li gorî îslamê pirtûkên Încîl, Tewrat û Zebûr jî ji hêla Xwedê ve hatine şandin, lê ew, bi destê mirovan hatine guhartin. Sune yanê kirin û gotinên pêxember Mihemed jî di jiyana bawermendên misilman de rolek girîng dilîzin. Piraniya hadîsan di pirtûkên Muslîm, Tirmizî û Bûharî de hatine komkirin.

Hejmara bawermendên îslamê li cîhanê 1,3 - 1,5 milyar kes e.

Mihemed Pêxember di sala 570an de li bajarê Meke li Erebistana Siyûdî ya îro hatiye dinê. Bi 40 saliya xwe ango di sala 610an de Cebraîl ayetên yekem yên Quranê ji wî re anî. Ji wê rojê şûn de di navbera 23 salan de ji Pêxember Mihemed re hemû Quran ayet bi ayet tê. Îslam ola Xwedê ya dawî û neguhertî ye û ji ber vê yekê misilman xwe mîna warîsên Mesihî û Mûseviyan dibînin. Hz. Mihemed Pêxemberê dawî yê cîhanê ye û bi vî avayî muhira hemû pêxemberên li berî xwe ye. Misilman hemû pêxemberên ku di Incîl û Tewrat ê de tên navdan wekî pêxemberên Xwedê nas dikin û hurmetê nîşanê wan didin (bêhtir…)