Şablon:GH/2026/18
Xuyakirin

Dîroka Mezopotamyayê yan jî dîroka mirovî ya di navbera Firat û Dîcleyê de dîrokeke ku ji koçberbûyîna mirovî ya herî kevn ê ji Serdema Paleolîtîkê heya serdema kevnare ya dereng e ku di navbera çemên Firat û Dîcleyê û li deverên her du çeman qewimiye. Dîroka Mezopotamyayê, ji delîlên kolandinên arkeolojîk, piştî destpêkirina nivîsandinê, di dawiya hezarsala 4 ê b.z. de ji çavkaniyên dîrokî hatine berhevkirin. Mirovahî di serdemên Paleolîtîk û Neolîtîka destpêkî de tenê li beşên Mezopotamyaya Jorîn de bicih bibûn. Bicîhbûna mirovahiyê li alûviyûma başûr jî di dema neolîtîka dereng de qewimiye. Mezopotamya di Serdema Bronzê ya destpêkê de ji bo gelek şaristaniyên mezin ên herî kevn ên cîhanê re malavanî kiriye. Ji ber vê yekê herêma Mezopotamyayê wek yek ji deverên dergûşa şaristaniyê hatiye binavkirin. Navê Mezopotamyayê bi yewnanîya kevn tê wateya "erdê di navbera çeman" de. (zêdetir...)