Şablon:WH/2011/32

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Wêneyê hefteyê

Wêneyek ji Nêringeha Yepun (UT4) a ESO'yê ya Paranalê, li Şîleyê. Astronomên nêringehê bi alîkariya amrazeke bi navê "Stêrka Rêbera Bilazer" navenda Riya Kadizê çavdêrî dikin. Ev teleskop yek ji çar Teleskopên Pirr Gewre yên ku li beyabana Atacama ne. Stêrka Rêbera Bilazer teknîkeke nû ye, ya ku bi alîkariya tîrêjeke lazer a ku di esmanî re derbas dibe digehe bilindiyeke 90 km heta mezosfera Erdê. Li wira "stêrkek" tê çêkirin. Astronom dikarin ji vê "stêrka çêkirî" de çavdêriya galaksiyên din bi awayekî herî zelal û vekirî bikin. Ev wêne di tebaxa sala 2010'an de bi alîkariya merceka goşefireh hat kişandin û ji esmên li dor 180º digire nav xwe.

Wênesaz: ESO/Yuri Beletsky (ybialets at eso.org)
ArşîvWêneyê rojê ji Commonsê