Şadiyan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Şadilî hat beralîkirin)

Şadiyan anku Şaddilî navê êleke kurdan a mezin e. Bawerî ev e kû navê xwe ji mîrê Şedadiyan Muhemmedê kurê Şedad girtiye. Navbera salen 951-1075 de li bajare Divînê û Gencê ye serxwetî bûne. Paşe jî heta sale 1199 mîrtiye bajare Ani'ye bûn e.

Gorî Minorsky êv el, malbatek a êla Rewadî bûye û Rewadî jî digihîjin Hecbanîyan. Selahedînê Eyûbî jî kurekî vê êle bû.

Bapîrê wî Şeddad li herêma Serhedê li bajare Divinê jidayîkbûye. Bavê wî û apê wî Şêrko ji Serhedê, koçberê Başûrê Kurdistanê bûne.

Şadiyan îro bi pirranî li bakurê Xorasanê, li Îranê dijîn. Ji ber şahe Îranê, Şah Ebbas, ji Kurdistana Sor hatine koçberkirin. Niha 2-3 bajarê mezin ên li Xorasanê, bi pirranî ji êlen Şadlû (li Xorasan ji wan re Şadlû dibêjin) û Hecbanî pêk tên. Lê belê, li Kurdistanê jî kesen ji vê êlê hene. Bi taybetî jî li Serhed û Dêrsimê.

Li Serhede ew baweriyên Elewî û Sunnî dihewînin. Li Dêrsim, (Xarpêt, Mamekî, Erzingan, Sêwas, Xinûs û Gimgim)ê jî Elewî ne. Malbata sereke vê êlê (Adil Beg) li Refahiye dijin.