Şahîn Bekir Soreklî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Şahînê Bekirê Soreklî (Navê fermî li Australyayê: Chahin Baker) sal 1946 li gundê Mezreyê yê li rojavayê bajarê kurdî Kobanî, li bin-xetê, Sûriyeyê, ji day bû . Bi temenê 19 salîn ji bo xwendina bilind gihîşt Viyena û li dû sê salan ji bajarê almanî Mûnşin (München), şûna ku ew lê xwendekar bû, gihîşt bajarê australî Sydney û li wir bi cîh bû. Li dû kutakirina xwendina bilind li zanîngeha Macquarie ya Sydney ew 26 salan wek mamoste, perwerdekar û serpereşt ligel wezareta perwerdeyê ya herêma australî NSW ma.

Ji bilî kar û xebata bo amancên perwerdeyî, niştimanî û komelî, Şahîn sal 1982 li Sydney dest bi bernameyeke radyo ya heftane, bi kurdî û înglizî kir, ku dora du salan domand. Ji sal 1984 û vir ve ew berpirs, amadekar û pêşkêşerê bernameya kurdî ya dezgeha Special Broadcasting Service, SBS RADIO, ye: www.sbs.com.au/kurdish

Şahîn bi sedan gotar, raport û berhemên din bi zimanên kurdî û înglizî nivîsandine û gellek ji wan di rojnameyan, kovaran û malperên kurdî de hatine weşandin. Ji berhemên wî evên li jêr bi pirtûk hatine weşandin:

Berhemên Şahînê Bekirê Soreklî yên wek pirtûk hatinî weşandin:

- AZADBÛNA MEHMET KARATAŞ (Çîrok): Enstîtuya Kurdî, Bonn, 1985 - EM Û PIRSA ME (Gotar): Weşanên Bedirxan,Sydney,1987. - WENDABÛN (Roman): Verlag für Kultur und Wissenschaft, Bonn, 1987. - MEHKEMEKIRINA SELAHIDDÎNÊ EYÛBÎ (Şano): Weşanên Haykurd, Stockholm, 1989. - JANA HEFT SALAN (Helbest): Enstîtuya Kurdî, Brûksel, 1990. - NAMÛSA ÊMO (10 çîrok): Weşanên Haykurd, Stockholm, 1994. - Wergerandina romana nivîskarê almanî Heinrich Boll ŞEREFA WENDABÛYÎ YA KATHARINA BLUM: Weşanên Nûdem, Stockholm, 1997. - PISÎK JÎ XEWNAN DIBÎNIN (20 çîrok): Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2004. - ÇÎROKÊN 18 SALAN (31 çîrok), Doz, Stenbol: 2005. - VEGER (Roman): Êketiya Nivîskarên Kurd, Duhok, 2006. - NAMEYEK JI BAVÊ MIN RE (Pexşan û kurteçîrok), Do, Stenbol: 2009.

Berhem[biguherîne]

  • WENDABÛN (roman)
  • VEGER (roman)