Şahmaran (pirtûk, 2011)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Şahmaran
Şahmaran (pirtûk) - Abdusamet Yîgît.jpg
Nivîskar Abdusamet Yigit
Şêwe Roman
Ziman Kurdî
Dîrok 2011
Weşanxane Weşanên Han
Rûpel 210
ISBN ISBN 978-3-942735-00-1

Şahmaran, pirtûka nivîskarê kurd Abdusamet Yigit e. Naveroka wê, vegotina Şahmaran e. Pirtûk, bixwe, roman e. Lê bi taybetî bi awayekî weke lêkolîneka dîrokî jî ye.

Awirek li ser re li pirtûka Şahmaran[biguherîne]

Pirtûk, li ser Şahmaran a. Şahmaran di Çand, Dîrok û Kevneşopîya kurdan de, weke xelaka bingeh a. Pirtûk, bi teybetî, bi Zimanê Kurdî bi zaravayê wî bi Kurmancî hatiye nivîsandin. Bi teybetî, di pirtûkê de, mirov rastî, gotin û bêjeyên kurdî yên kevn û bi teybetî li herême Cizîrê tên bikarhanîn.

Ji aliyê fikrî û têgihiştinî ve pirtûk, xwediyê xeteka felsefî ya. Di romanê de, biteybetî aqil û gotinên aqil derdikevina li pêş. Di berdewama hunandina pirtûkê de, nivîskar, jîyane Şahmaran li ser temenê aqilîyê hanîya ser ziman û vanarok bi aqil hanîya ser ziman. Bi vê yekê re, mirov ji pirtûkê, çand û kevneşopîya kurdî ya demên wê yên berê jî dibîne. Nivîskar, Awirek li dîroka kurdan ya wê demê jî daya di pirtûkê de. Di awayekîê xweza, bêî ku Zanîn û awayê nivîsandinê yê roja ku heya tevlî were kirin, nivîskar awayeê vegotinê yê ku heta vê rojê bi vegotina Şahmaran re di civatên kurdan de dihata vegotin naqandîya û bi wê hanîya ser ziman. Ji ber vê yekê, mirov karê bêje ku roman, di awayê romanaka kavnar ya berê de ya. "Li welatê kurdan, pêşketineka mazin ya ku ji gelek demên berê ve hebû." bi gotinekê nêzîkatîyaka fikrî li wê dema ku Şahmaran têde jîya jî hatiye kirin.

Navaroka pirtûkê, her kurdekî ku biçekî jî di derbarê dîrok û tarîxa xwe de xwediyê zanebûnê bê jê agahdar a. Lê dîroka Şahmaran, Ji destpêkê, bi wê xeta ku bi Aqil re hatiye meşîn, bi awayekî hêstîyarî dest bi vegotina vegotinê hatiye kirin û bi awayekî dil êş bidawî bûya. Nivîskar, ji destpêkê dema ku bidest hanîna Şahmaran ya ser ziman kirîya, awir daya dilê Şahmaran. Xwestîya ku biçavê jinekê binerê û bêne ser ziman.

Bi kurtasî naverok[biguherîne]

Di romanê de, bi awayekî vegotinî yê destanî Şahmaran weha tê ser ziman. Ciwanekî bi navê cemsîd heya. Karmendeka. Kare wî heya û karê xwe dike. Li Welatê kurdan, rojekê Şah bi nexweşîyeka pirr giran dikeve. Heta wê demê gelek hekiman xwe caribandîya ku wê baş bikin û rakina ser pîyan. Lê yekî ji ji wan, ev yek pê ne hanîya. Herê ku xwe caribandîya jî, piştî ku pêk ne hanîya serê wan hatiye lêxistin. Lê rojekê hekimek tê û dibêje ku "ezê keyê me rehet bikim". ew jî, xwe di caribêne. Lê pêk nayênê. Piştre ji ber ku serê xwe ji lêxistinê xilas bike, dibêje "min derdê Şah fahm kirîya, heta ku ew newê wê Şah baş nebe, ew derd jî di destê Şahmaran de ya". Şahmaran jî, heta wî demê, tenê di devan de ya. Ti kesekî ku ew dîtî nîn a. Piştre ji saraya Şah, bidest lêgerina li Şahmaran li şûpa wê tê kirin. Axir zaman, piştre şop, tê û digihijê ciwanê bi navê cemsîd.

Cemsid, berê Şahmaran dîtîya û pêre maya. Ji ber vê jî, Laşê wî, weke yê Maran, bi pirpirk bûya. Ji wê yekê, êdî fikir dikin ku ew zane ku Şahmaran li kuderê ya. Leşkerên weizrê Şah Şahmûr, wî digirin û Êşkenceyeka pirr pîs lê dikin. Lê çi dikin û nakin, nikarin ku gotinekê ji devê ciwan bigirn. Piştre wezir, dike ku Lîyistikeke bi wî bike. Wî dide berdan û wî dide şopandin. Bi wê yekê, êdî wê karibin ku xwe bigihênina Şahmaran. Wezir jî dixwezê ku xwe bigihêne Şahmaran lê ne ji bo Şah baş bide başkirin. Ji bo ku wî bihîstiya ku "hecîyê xwe bigihêne Şahmaran, wê bigihê, "jîyaneka bêdawî". Li ser wê jî, di dawîya wê lêgerinê de Şahmaran tê dîtin û tê girtin. Piştre ew tê kuştin û tê beşkirin li dûqatan. Qatê serê wê, di qazanakê de tê kelandin û qata dûvê wê di qazana din de tê kelandin. Yê ku ji ya serê wê vexewe wê bê nemir. Lê wezir, çend ku dixwest bigihê wê nemiriyê, ji ya lingê wê ji ava wê divaxwê û dimirê. Lê ciwanê ku ew dîtibû Cemsid, ji ya serê wê divaxwe û digihê nemiriyê. PIştre ew li nav mirovan digerihê weke hekimekî ku ji derdê xalkê re şîfayê dibîne.

Cihê ku Şahmaran lê dijî[biguherîne]

Cihê ku Şahmaran lê dijî Nisêbîn Û dora Cizirê ya. Nivîskar bi awayekî pirr vekirî radixe li berçav ku heta roja me jî, hê şûnpêyên çand û kevneşopîya Şahmaran li vê herêmê dijîn. Di pirtûkê gotinak tê ser ziman û deme ku mirov diçêt herêmê mirov his dike. Ji bo Nisêbîn tê gotin ku "welatê Şahmaran". Ev gotin, weke ku ku di nava xalkê de herêmê de jî tê ser ziman.

Ji aliyê Çandî ve[biguherîne]

Ji aliyê çandî ve pirtûk hêjatîya xwe radixe li berçav. Nivîskar, derneketiya dervî awir û nêzîkatîya çandî ya kurdistanî ya berê ya kevn. Bi wê yekê, raxistiya berçav ku ji aliyê çandî ve çawa dihat jîyîn di demên berê de li wê herême Kurdistanê. Ji vê alyê wê yê çandî ve pirr ancam û têgihiştinên ku mirov ji wê vegotinê bigirê û bêne ser ziman, hê hene.

Ji aliyê Kevneşopî ve[biguherîne]

Ji aliyê kevneşopî ve, civak çawa dijî û çawa bi rê ve diçê, nivîskar bi xal, zagon û destûryên civatî û civakî tên ku bi wan dihatina jiyin hanîya ser ziman. Bi vê yekê, mirov awayê civakê bi sisteme wê ya demê re fahm dike. Cihê mirov di nav civatê de çawa ya, ew jî nivîskar awir dayê de û hanîya ser ziman. Lê Nivîskar, dibêje ku "Şahmaran bi çanda wê re weke Oleka yek-xwûdayî, di deme xwe de li herêmî jîya û bandûra wê li pêşketina herêmê û xalkên herêmê bigiştî bû." Ev aliyê wê yê ku weke oleka yek-xwûdayî çawa hatiye jîyîn, wê jî bi gotinan nivîskar radixe berçav di çerçova wê vegotina xwe ya ku bi çand û kevneşopîya civatî re ku dihêne ser ziman.

Di romanê de jin û mêr[biguherîne]

Di romanê de jin û mêr, bi cihê xwe yê di nav civatê û civakê de têne ser ziman. Lê mêr, bi mêrtîya xwe ya ku êdî gihiştîya wê astê ku zorê li cinsê berê xwe yê li jinê bike. Nivîskar vê dide berçav. Minaq, ji devê Şahmaran vê ji ciwan re nivîskar dide gotin, "ne, ti jî mêr î, tê sûnd nexwe tê bêbaxtiyê li min bike". Piştre di vegotina romanê de bi awayekê xweza tê wê cihê û nûqtê ku ciwan dibe sebep ku cihê Şahmaran were dîtin û ew were girtin. Mirov hildekê ji romanê digirê ku Nivîskar jî difikrê ku mêr zêde nikarê dilê jinê fahm bike. Weke ku dixwezê bi tahbaka bi teybet dike ku vê raxe berçav. Nivîskar di dawiyê de dibêje ku "Şahmaran, sembola jin û çand û dîroka wê ya bi rûmet û biêş a."

Felsefe Şahmaran[biguherîne]

Felsefe Şahmaran, li ser aqil pêş dikeve û serdestî jîyanê mirov dibe. Wijdan û ahlaq, pirr mazin bi awayekî vekirî derdikeve pêş. Kevneşopî û bi wê re ahlaqkê wê derdikeve pêş. Safîtîya aqil û serdestbûna wê, derdikeve pêş. Bi teybetî, nêzîkatîyek li gotina JÎYANÊ tê kirin. Hewldana bi aqil û rast, wê çawa were jiyin, di romanê de hatiye nîşandin. Nivîskar, dibêje ku "ev hewldan, hewldana Şahmaran a ji mirov re û ji jîyane mirov re." Jîyaneka bi aqil, biahlaq û kevneşopî û pêşketî çawa ya, di wê demê de wêneyekî wê heya. Nivîskar dibêje ku "Şahmaran, deh hezar sal jîya". Ev temen, temenê mirov ku ji destpêka jîyane Neolitikê ku heta roja me bûya ya. Bi vê yekê, mirov karê bêje ku roman, nêzîkatîyeka biaqil ya felsefîk biqasî bi xwe re dide ber mirov, wisan jî, ji mirov dixwezê ku mirov li wê di lêgerinekê de bê di jîyanê Şahmaran de.

Ferhenga teybet a Pirtûkê[biguherîne]

Zimanê teybet ê Şahmaran[biguherîne]