Şamborek

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Şamborek

Şamborek xwarinek ji şikeva, goşt, pîvaz, bexdenûs û hwd dihê çêkirin.

Çêkirina Şamborekan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Pêşî navoşk (goşt yan lorik û pîvaz,beqdenûs û hwd yên kelandî) dihê çêkirin.
  • Paşî li ser textê nan bi tîrikê hevîr dihê vekirin ku bibe şikeva.
  • Her şikeva dihê veqetandînî du perçeyan û navoşk dihê xistin nav wan û dihê pêçan. Kêlek û quncên wan bi serikê tilîkan dihê eciqandin ku hevîr venebe û navoşk jê nerijên.
  • Li ser tifikê agir dihê vêxistin û sêl dihê datînin ser agir.
  • Şikevayên ku bi navoşkan hatina dagirtin dihê datînin ser sêlê.
  • Di navbêna 5 deqiqeyan de şamborek dihên braştin.