Şamil Eskerov

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Şamîl Esgerov, ku di sala 1928’an de li Kurdistana Sor li gundê Axçakentê bajarê Kelbecerê hatibû dinê, hê di ciwaniya xwe de bi dîrok û edebiyata Kurdistanê re, ku wê demê nav û dengê wê jî li holê nîn bû, eleqedar bûye.

Dibistana navîn û amadeyiyê di dereceya baş de qedandiye û paşê jî dibistana mamosteyî ya bilind a dewleta Azerbaycanê, pey re dibistana bilind a partiyê li Bakûyê û ûnîversîteya pedagojî ya Azerbaycanê xilas kiriye. Her sê dibistanên bilind bi "madalyona zêr" kuta kiriye.

Li bajarê Kelbecera Kurdistana Sor edîtorê rojnameyê, serokê rêxistina ciwanan "Komsomolê" mudirê dibistanê, waliyê bajêr, mudirê perwerdeya bajêr, serokê mûzeya dîrokê bi rengekî navdar daye meşandin. Weke mamoste di dema seroktiya Şamîl Esgerov de, rêxistina ciwanên Kelbecerê di gelemperiya Yekitiya Sovyetê de, di "pêşbirka sosyalîst" de rêza yekem girtibû.

Mamoste Şamîl li bajarê Bakûyê ji teklîfên ku bibe rektorê ûnîversîteyê re gotiye na û mayîna li Kelbecerê tercîh kiriye, ku bêhna kurdayetiyê jê werdigirt. Di sala 1993’yan de piştî ku Kurdistana Sor ji hêla artêşa Ermenistanê ve hate dagirtin, bi neçarî jiyana xwe weke penaber li bajarê Bakûyê domandiye.

Mamoste Şamîl li ba xebatên civakî bi xebatên xwe yên edebî û zanistî li Yekîtiya Sovyetê û li derveyê welêt weke şexsiyetekî navdar hatiye nasîn. Tevî ku bi xwe matamatîksiyen bûye, bi kurdî û azerî helbest nivîsandiye. Edebî, etnografî, dîrokî û hunerên estetîkî di serî de nêzîkê 40 pirtûkan nîvisandiye. Mamoste Şamîl, li ser xebatên edebî yên Mamosta Cîgerxwîn teza xwe ya doktoriyê nivîsandiye, destana "Mem û Zîn" a Ehmedê Xanî wergerandiye zimanê azerî û wekî din jî, di serî de ji Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Evdirehman Hejar û Evdila Goran bi sedan helbestan bi zimanê azerî bi lêv kiriye. Her wiha ferhengoka zimanê azerî-kurdî, kurdî-azerî nivîsandiyê û bi vê yekê armanc girtiye, kurdên li Azerbeycanê ku zimanê wan asîmîle bûbû, ji nû ve zindî bike. Dîsa yekem ferhengoka qafiya (mişar) zimanên kurdî û azerî ji hêla Mamosteyê mezin ve hatiye çêkirin.

Mamoste Şamîl emrê xwe yê biwate di rêya ronahîbûna kurdan û biratiya gelan de borandiye. Bi xwe di vê riyê de çendî ku rastê zext û zorê hatibe jî, ji şewaza jiyana xwe tu caran tawîz nedaye. Di sala 1978’an de bi sedema ku "kurdayetiyê" dike, çar salan di zindanê de dimîne, di nav rewşa çetînahiyê de bi navê "Lal Kiz" destana helbestî ku 20 hezar rêzik e û dîroka têkoşîna gelê kurd vedibêje nivîsandiye û bi vê eserê helwesta xwe nîşan daye, li dijî bêmafiyên ku têne kirin.

Timî di dilê Mamosteyê mezin de evîna Kurdistana mezin hebû, ew tam dildarê Kurdistana Sor bû. Mirov dikare bibêje ku li Kurdistana Sor ciyê her kevirî, her darî û her kaniyê dizanibû. Mamoste Şamîl, li komara ku lê dijiya dostên wî yên ku ji "kurdayetiyê" hez nedikirin jî, jê re digotin "Ansîklopediya Zindî" û abîdeyê zindî yê dostaniya kurd û azeriyan. Ji bo kurdên ku li nav Yekîtiya Sovyetan belav bûne, wateya Mamoste Şamîl mezin e û li ba dilê wan ew tekane şervan e, ku têdikoşe di oxira kurdayetiyê de, li nav kurdên Azerbaycanê.

Gelê kurd ewladêkî xwe yê gelek nirxdar wenda kir. Em Mamosteyê mezin Şamîl Esgerov ku bi dengekî mezin ji gundê Kelbecerê diaxiviya, bi dilovanî û sipasdariyeka mezin bi bîr tînin. Ew mamosteyê me yê mezin e. Bîraweriya mezin, jîriya wî ya ronî û têkoşîna ku daye di oxira ronahîbûna kurdistanê de çavkaniya ilhama me ye.