Şaqaviyê gerdenmar
Tu dikarî vê gotarê ji gotara wekhev a îngilîzî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|
| Şaqaviyê gerdenmar | |
|---|---|
| Şaqaviyê gerdenmar, li parka neteweyî ya Souss-Massayê, Maroko | |
| Dabeşandina zanistî | |
| Cîhan: | Animalia |
| Filûm: | Chordata |
| Bir: | Aves |
| Kom: | Ciconiiformes |
| Famîle: | Ardeidae |
| Cins: | Ardea |
| Cure: | A. purpurea |
| Navê zanistî yê latînî | |
| Ardea purpurea (Linnaeus, 1766) | |
Gerdenmarî an şaqaviyê gerdenmar[1] (bi latînî: Ardea purpurea), cureyekî şaqaviyan e.
Şayes
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Şaqaviyê gerdenmar 80 sentîmetreyan dirêj e. Ji rengê şaqavî biçûktir e. Pişt û çeng risasiyekî bi ser qehweyî ve ne. Kulovank û kofîk reş in. Sermil xemir, bi ser rengê mor ve ne. Sing qemer e û berzik reş e. Ser û gerden sorekî qemer in. Erzink û alek spî ve ne. Rav û gîxên reş û zirav li dirêjayiya gerdena wî ne. Pê keskekî bavzerî risasî ne û çav zer in û nikul risasiyekî bavzer e.
Belavbûn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Di navbera Rezberê û Avrêlê de bi rêbarî li Kurdistanê dihê dîtin. Li nîvek û başûrê Ewropa, Afrîkayê navîn, başûr, Tirkmenistan, Qefqaz, bakurê Îran û li Îraqê (li nişîv) têjikan tîne derê. Li peravên erebî bi rêbarî dihê dîtin.
Reftar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Hêlînkirin û parêzî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Bi granî li nava zilên avên şêrîn dijî û hêlîna xwe dîsa di nava van zilan de çêdike. Xwarina wî di serî de masî, beq, gumgumok, kêz, mişk, mar û hwd ne...
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Şahîn, Îsmaîl Taha (2005). Balindeyên Kurdistanê, 1. Dihok: Spîrêz. r. 8.
- H. Heinzel, R. Fitter û J. Parslow (1995). Türkiye ve Avrupa'nin Kuşlari (Kuzey Afrika ve Orta dogu dahil). Türkiye Dogal Hayati Kuruma Dernegi, Stenbol. ISBN 975 94098 28
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li Wikimedia Commons medyayên di warê Şaqaviyê gerdenmar de hene
| Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |