Şaqaviyê gewr
![]() | Tu dikarî vê gotarê ji gotara wekhev a îngilîzî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|
Şaqaviyê gewr, şaq, şihaq | |
---|---|
![]() | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Aves |
Kom: | Ciconiiformes |
Famîle: | Ardeidae |
Cins: | Ardea |
Cure: | A. cinerea |
Navê zanistî yê latînî | |
Ardea cinerea Linnaeus, 1758 | |
![]() | |
Belavbûna şaqaviyê gewr li cîhanê: Keskê vekirî: havînan Keskê girtî: tevahiya salê Heşîn: zivistanan |
Şaqaviyê gewr, şaqavî[1], şaq[1] an jî şihaq[1] (bi soranî: şîneşaho yan bizinler yan jî Qoxan, bi latînî: Ardea cinerea), cureyekî şaqaviyan e.
Şayes
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Şaqaviyê gewr pêdirêj û stûdirêj û çengpan û kurîqut (kund) in. Hindekan jê bijî hene. Nêr û mê rengek in. Li ber lêvên gol û gerr û şorik û robaran dihên dîtin. Gelek cure jê hene.
Şaqaviyê gewr nêzîkî 90 cm dirêj e, nikul zer û dirêj û ser tîj e; stûyê wî ji nîvekî çepeka wekî tîpa S lê ye. Dema firînê xwe stûnavmil dike, stûyê xwe wekî yê leglegeyan dirêj nake, kurî qut û kund e.
Nêr û mê yek reng in. Rengê wî ji piştê ve xwe lewiyekî ser bi şînî ve ye û ser stû spî ne. Du gîxên reş bi ber stûyê wî de dihê xwar û li ber zikê wî dibe yek. Ser çeng qehwayiyekî tarî ye. Piniyeke reş li enîşka herdu çengan e, tenişt reş e, pê qehwayî ne, biharan sor ve dibin.
Reftar û jîngeh
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li ber lêvên robar û şorik û golên avê dihê dîtin. Xwarina wî masî û kêz û mêz û beq û mişk in.
Pirbûn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Komkome hêlînan li ser daran û di nav qeramî de û li ser lêvên robaran û ji darikan çêdike; ji 4-5 hêkan dike, rengê wan şînekî bi ser keskî ve ye. Balindeyeke mişext e: zivistan dihê, payîzan û biharan mişe ye li nav çiyayan.
Galerî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Stûyê şaqavî ji nîvekî çepeka wekî tîpa S lê ye.
-
Serkilox
-
Du hêkên şaqaviyê
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- H. Heinzel, R. Fitter û J. Parslow (1995). Türkiye ve Avrupa'nin Kuşlari (Kuzey Afrika ve Orta dogu dahil). Türkiye Dogal Hayati Kuruma Dernegi, Stenbol. ISBN 975 94098 28
- ^ a b c Şahîn, Îsmaîl Taha (2005). Balindeyên Kurdistanê, 1. Dihok: Spîrêz. r. 7.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

- Ageing and sexing (PDF) by Javier Blasco-Zumeta & Gerd-Michael Heinze Girêdana arşîvê 2013-11-12 li ser Wayback Machine
- BirdLife Species Factsheet Girêdana arşîvê 2009-01-04 li ser Wayback Machine
- Grey Heron videos, photos & sounds Girêdana arşîvê 2016-03-09 li ser Wayback Machine on the Internet Bird Collection
- Grey Heron - Species text in The Atlas of Southern African Birds.
- Photographs of breeding Grey Herons in the Black Forest, Germany
- Call of the Grey Heron (Real Audio soundfile from Sveriges Radio P2)
- Grey Heron photos Girêdana arşîvê 2013-04-30 li ser Wayback Machine Grey Heron pictures and voice
- Grey Heron catches, kills and eats a baby rabbit (Mail Online)
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |