Şehrayê Şamê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Şehrayê Şamê

Şehrayê Şamê yan α Canis Minoris (Alpha Canis Minoris) yan jî Prokiyon geştirîn stêrka komstêra Kûçikê Biçûk û heftem geştirîn stêrka ezmana şev e. Qedra wê ya zahirî 0,34 e. Bi dûriya 11,4 salên roniyê yek ji stêrên tewrî nêzîkên dinê ye. Çima ku ew li derdora Erebistanê hêla Şamê nîşan dike wek Şehrayê Şamê, anku Nîşana Şamê bi nav bûye[çavkanî hewce ye]. Wek Qurix ew jî stêrkeka cot e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]