Şehrezûr

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Şahrezûr ji wira de wek Schahrazor lêkirî ye û li Başûrê Kurdistanê nîşan dide

Şarezûr, Şahrîzor an jî Şehrezûr bajarekî li Başûrê Kurdistanê ye ku di navbera Silêmanî û Derbendîxanê de dimêne. Dîroka wê, diçê ta dema Medan. Tê gotin ku ji aliyê Zehaq (Zanhaq) ve hatiye avakirin.[çavkanî hewce ye] Keyê wê yê kurd ku hem navê wî pirr derketiye û dema wî weke demeke zêr hatiye dîtin Yezdankerd e.[çavkanî hewce ye] Kurdên Şahrîzorê, yarsanî ne.

Şahrîzor, weke mîrgeheke ku navê wê di Avestayê de jî bi cih bûye. Heta sedsala şeşem a piştî zayînê Şahrîzorê hebûna xwe domandiye.[çavkanî hewce ye] Di sala 642an de, rastî hêrîşên ereban tê. Bi salan rastî hêrîşê tê û piştre Şahrîzor dikeve.[çavkanî hewce ye] Tê gotin ku dema ku Şahrîzor ket, pirtûkxaneyên wê bi hezaran nivîsar û binatêr hebû jî, ji holê hatine rakirin.

Peyvnasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şahrezûr ji du peyvên îranî tê, "Şah" (key, mîr) û "rezûr" (daristan), yanî "Daristana Şahane" an "Daristana Keyê".[1]

Wateya din jî; "şehr" (keyanî, herêm, welat) "zor" (dijwar) welatê dijwar.

Navdarên Bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ E.J.W. Gibb memorial series, 1937, E. J. Brill, University of California