Şemseddîn Samî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Sami Frashëri bi hevjîna xwe Emîne re

Sami Frashëri (jdb. 1ê hezîrana 1850an li Frashër, Albanya; m. 5ê hezîrana 1904an li Stenbol) wêjevan û çalakvanekî tevgera azadiya albanî bû. Li Tirkiyê Samî Frashëri ye bi navê xwe yê kevneşop Şemseddîn Samî tê naskirin. Hêdî hêdî împeratoriya Osmanî belav dibû, gel azad bûn. Sala 1899'ê bi nivîsara xwe ya Shqipëria – ç´ka qenë, ç´është e ç´do të bëhet (ku.: "Albanya – çi bûbû, çi ye û dê çi bibe") balê dikişîne ser azadiya gelê albanî, avakirina neteweyeke nûjen.

Ew bi xwe yek ji zana û pisporê zimanê romî (tirkî) bû. Yekem ensîklopediya tirkî wî nivîsîbû. Herwiha bi xwe gelek ferhengên tirkî jî amade kiriye. Ji bi ziman û wêjeya tirkî, ew kesekî gelekî girîng e.

Ji ber ku gelek xizmet ji tirkî re kiriye, di avabûna nêrîna neteweperwer a tirkî de keda wî mezin e, neteweperwerên tirk albanbûna wî û helwesta wî ya bo azadiya albanan ji çavan dûr digirin. Di hin çavkaniyên tirkan de bêî ku behsa albanbûna wî bê kirin, wî wekî neteweperwer û osmanîperwerekî didin nîşandan.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Taaşşuk-i Tal’at ve Fitnat (Evîna Tal’at û Fitnat, Roman) - 1872
  • Besa yahud Ahde Vefâ (Drama) - 1875
  • Kamus-i Fransevî (fransî-romî/tirkî û romî-fransî, ferheng) - 1882 & 1885
  • Abetare e gjuhës shqipe - 1886
  • Shkronjtore e gjuhës shqipe (gramatîka albanî) - 1886
  • Dheshkronjë - 1888
  • Kamusü´l-A´lâm (yekem lexikona bi tirkî) - 6 cîld. 1889-1896
  • Shqipëria – ç´ka qenë, ç´është e ç´do të bëhet. Mendime për shpëtimt të mëmëdheut nga reziket që e kanë rethuarë.
  • Kamus-i Türkî (fergenga tirkî) - 1901

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Peter Bartl: Die albanischen Muslime zur Zeit der nationalen Unabhängigkeitsbewegung - Misilmanên alban di dema hewlên serbixwebûna gelan de (1878-1912). Wiesbaden 1968. (almanî)
  • Mathias Bernath u.a. (Hrsg.): Bibliographisches Lexikon zur Geschichte Südosteuropas. Bd. 1. München 1974.
  • Bülent Bilmez: Sami Frashëri or Semseddin Sami? Mythologization of an Ottoman Intellectual in the Modern Turkish and Socialist Albanian Historiographies based on "Selective Perception". In: Balkanologie. 7(2003), Heft 2.
  • Johannes Faensen: Die albanische Nationalbewegung. Wiesbaden 1980.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]