Şerê navxweyî yê Sûriyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Şerê Navxweyî yên Sûrîyê hate beralîkirin)
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Şerê navxweyî yê Sûriyê

Şerê navxweyî yê Sûriyê, serhildana Sûriyê, şoreşa Sûriyê an jî şoreşa azadiyê ya Sûriyê serhildana xelkê sûrî li dijî rejîma Beşar Esed e ku di sala 2011'an de li Sûriyê dest pê kir û di 2012'an de berdewam e û roja îro wekî şerê navxweyî yê Sûriyê tê zanîn. Di vî şerî de bi hezaran sivîl hatine kuştin û gelek sûrî bûne penaber li welatên cîran.

Destpêka serhildanê, 2011[biguherîne]

Bûyerên ku li gorî rejîma Esed komployeke ji derveyî ye, hem "ji aliyê dîndarên selefî ve hatiye çêkirin" û hem jî "bi destê Amerîka û Îsraelê hatiye rêxistin", di roja 15'ê adara 2011'an de li hemberî mizgefta Umerî ya bajarê Derayê, li başûrê Sûriyê dest pê kirin.

Xwepêşander li dijî xwarina bertîlan û ji bo reforman diqîriyan. Li ser dîwaran Azadî hatiye nivîsandin, li ser banga rûpela Facebookê wekî The Syrian Revolution 2011 (Şoreşa Sûriyê ya sala 2011'an) bi awayekî ku tu carî berî nebûye li dijî rejîma Beşar Esed. Xwepêşandanên Sûriyê di bin bandora şoreşên li welatên ereban yên ku ji destpêka sala 2011'an de dest pêkirin ("Bihara Erebî"); bi taybetî, ev şoreşa gelên Tûnis û Misirê ya dijî serokê tûnisî Zaynil Elabidîn û yê misrî Husnî Mubarek.

Serhildan û şerê navxweyî, 2012[biguherîne]


Artêşa Azad a Sûrî[biguherîne]


Rojavayê Kurdistanê di Şerê navxweyî yê Sûriyê de[biguherîne]

Rojavayê kurdistanê, di dema şerê navxweyî ê Sûriyê de, bi serê xwe weke xateka sêyemin ya dervî şer ma. Bi rêyên demokratikî xwest ku mafên xwe bidest bixin. Tirkiye, ji ber pirsgirêka kurd ya navê wê, hertimî herwl da ku li wê herêmê rewşa nearamî bi afirêne. Kurd, li herêmên xwe sisteme xwe ava kirin. Kurdan, ne xwest ku ne li rex hêzên çekdar ên di bin navê artişa azad bikievina şer û ne jî xwest ku li cem artişa sûriyê ya beşar esad bikevina şer de. Lê li ser herdû alîyan re jî hewldanên tirkiyê bûn ku kurdan tevlî şer bikin. Kurdan pozisyona xwe bi serê xwe bijartin.

Tirkiye ji bo ku kurd statûya xwe nestênin û temenê statû standinê ji bo wan nafirê bi awayekî aktiv di nava şerê li dijî rejima sûriyê ya beşar esad de cih girt û piştgirî da hêza ku li dijî rejimê şer dike. Pirranîya mirovên ku diçûn sûrîyê ku şer bikin jî ji aliyê tirkiyê ve li herêmên weke Xateyê û hwd di hatina perwerde kirin û di hatina şandin li nava şerê li dijî rejimê.

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê[biguherîne]

Desteya Bilind a Kurd[biguherîne]

Information icon.svg Gotara bingehîn: Desteya Bilind a Kurd

Yekîniyên Parastina Gel[biguherîne]

Yekîneyên parastina gel, hêzên parastina gel ên li rojavayê kurdistanê na. Ji aliyê kurdên rojavayê kurdistanê ve hatiya damazrandin. Tenê ji kurdên rojavayê kurdistanê diafirê. Bi awayekî din ê gotinê em dikarin bêjin artişa kurd ya rojavayê kurdistanê di parazê ya. Armanca wê ew a ku bê şert û merc rojavayê kurdistanê û jîyaneê li vir ya kurdan û komên din ên civatî ên li wir bi parêzê. YPG, hêza artişî ku tenê ji rojavayîyên kurdistanî diafirê ji bo parastina wan a.

Rewşa navnetewî[biguherîne]

Di nav netewî de, li dijî rejima Sûrîya ya beşar esad, muxalifîyeka mazin afirî. Di serî de, ku Emerika û Firansa serê wan dikişêne, platforma muxalifên sûrîyê hat afirand in. Emerika, di destpêka mudahaleyê de xwest ku ji NY´ê biryarnayekê bide buhurandin û bi wê re êdî bi leşkerî mudahele lê bike. Lê di dema biryarnamê de Rusya û Çîn li dijî wê sekinî û ne buhurt. Rûsya û Çînê xwest ku pirsgirêk bi rêyê dîyalogê werê çareser kirin. Bi vê yekê, Kofî Annan, hat bi erkkirin ku di asta pêşî de hikimeteka buhurînê bide afirandin û bi wê re êdî rejima nû ya sûryê were afirandin. Lê hewldanên li ser Kofî Annan re bi ser ne ketin. Piştre wî dest ji kar berda. Li cihê wî ku yekî ku bi aslê xwe de jî arab bûya Agdar Îbrehim Hat bi erkkirin.

Yekîneyên parastina gel, hêzên parastina gel ên li rojavayê kurdistanê na. Ji aliyê kurdên rojavayê kurdistanê ve hatiya damazrandin. Tenê ji kurdên rojavayê kurdistanê diafirê. Bi awayekî din ê gotinê em dikarin bêjin artişa kurd ya rojavayê kurdistanê di parazê ya. Armanca wê ew a ku bê şert û merc rojavayê kurdistanê û jîyaneê li vir ya kurdan û komên din ên civatî ên li wir bi parêzê. YPG, hêza artişî ku tenê ji rojavayîyên kurdistanî diafirê ji bo parastina wan a.

Komên Olî ên êli Sûrîyê[biguherîne]

Gotare bingihîn Komên Olî ên li Sûrîye

Li sûrîyê weke komên olî misilmanên sunnî, elewî, Dûrzî, Îsmaîlî, Xiristîyan, Êzîdî û hwd hena. Hebûna van koman, jî, bi hijmarî heya.

Bihara erebî[biguherîne]

Bi navê bihara ereb, di destpêka sale 2012´an de tevgerîya mazin bû. Ji Tunisê bi xwespêşandinên piştî ku yekî tunisî bedena xwe da êgir re êdî piştre li hemû welatên ereb belav bû. Rejim Husnu Mubarak Guharî. Bi piştgirîya rojava birayên misilman hatina desthilatdarîyê li wir. Mudahele li Libya bû. Piştre jî, temenê mudahaleyê li Sûriyê hat afirandin û mudahale lê hat kirin.

Rewşa kurdan û Statûya wan[biguherîne]

Kurd li herêmên xwe, piştî ku mudahele li Sûrîyê dest pê kir, bidest avakirina xweserîya kirin. Ji bajarê rojavayê kurdistanê ê Kobanê destpêkirin û reveberîyên bajarên xwe yek bi yek kirina destê xwe de. Kurdan li herêmên xwe bi navê YPG, hêza xwe parastinî ya artişî ava kirin. Lê hin komên ku dewleta tirk hildane cem xwe û ku hine ji wan kurd jî na, weke partîya azad û hwd, li ser navê wê dewletê bidest şerê li dijî statûya kurdan kirin. Li Li taxên bajarê helebê ên ku taxên kurdan na, weke taxên Eşrefîyê û Şêx Maqsûd jî bi destê van hêzan bi dehan kurdên sivîl hatina qatil kirin.

Şandina hêza aşîtiyê li Sûrîyê[biguherîne]

Di destpêka şerê navxweyî de NY´ê, komeka leşkerî bo çavderiyê şand sûrîyê. Lê ev kom, erka wê tenê du mehan doma. Piştre jî, ew hêz jî ji sûrîyê çû. Piştre, dîsan nîqaşên şandina hêza aşîtîyê li Sûrîyê doma.

Di şerê navxweyî de ol[biguherîne]

Şerê navêxweyî, di temenê şerekî mezhebî de hat pêşxistin. Ku tirkiye, Katar û Suudi arabiya pêşentîya wê dike, komên sunni bipiştgir kirin. Komên Şîî û elewî jî, Îran li cem wan bû. Bi wî rengî, di temenê şerê mezhebî de şer tê domandin.

Biçekdarkirina şervanên ku li Sûriyê şer dikin[biguherîne]

Li sûrîyê ji roja ku şer destpêkiriîya de, tirkiyê di biçekdarkirina muxalifan de bûya cih û xwediyê bandûraka mazin. Komên çekdar, li gorî ku tê gotin bi agahî, serleşkerên tirk, fermandartiyê di şerê navxweyî ê sûrîyê de jî dikin. Ji Xatayê, perwerdekirina çekdaran bi çekkirin û şandina wan ya qada şer dibêt.

Tirkiye, di wî şerê ku têde weke aliyekî ya, armanca wê tenê ew a ku kurd statûya xwe bidest nexin. Ji ber vê yekê, her rê û rêbazê bikardihêne li dijî kurdan.

Pişiqîna şerê li Sûriyê li welatên li dorê[biguherîne]

Piştî ku li sûrîyê şer dest pê kir, li Libnanê jî taqîn bûn. Li wir jî, komên tundrew û û hwd ketina nava tevgerîyê de. Tirkiyê li ser sînorê bakûrê û rojavayê kurdistanê artişa xwe bicih kir. Li ber sînor karaqol ava kirin û ji wan şerê navxcweyî hem xwest ku bide herikandin li rojavayê kurdistanê û hem jî bi rêvekirina şer îdare dike.

Ji Sûrîyê pênabarên ku bûna li derve[biguherîne]

Information icon.svg Gotara bingehîn: Pênabarên Sûrîyî

Tirkiye berî ku mudahaleya li Sûrîyê destpê bike, wegahên pênabaran ava kirin. Bi wê yekê, li ser wan re xwestibû ku rewşa xwe di şerê di sûrîyê de xort bike. Ser deh hezaran ve mirov û malbate kirina wan wergahên ku ji Sûrîyê hatibûn bicih kirin. Ji rojavayê kurdistanê ser 20 hezaran re kurd, diçîna başûrê kurdistanê.

Di nava Sûriyê de pênabarî pirr dibêt. Bi teybetî, ji herêmên ereban pirranîya malbatênkurdan ku hebûn divegerihina rojavayê kurdistanê. Û bi wê re jî gelek malbatên ereb jî tên herêmên kurdan bi pênabarî.

Çavkanî[biguherîne]

  • Wikipediya bi zimanê îngilîzî, 19.08.2012.

Girêdanên derve[biguherîne]


Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)