Here naverokê

Şerîf Paşa

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mehmed Şerif Paşa
Şerîf Paşa li Stockholmê
Jidayikbûn15ê çiriya pêşîn a 1865an
Mirin22ê kanûna pêşîn a 1951ê
Katanzaro, Îtalya
Cihê goristanêGoristana Katanzaroyê
PerwerdeAkademiya Leşkerî ya Paris Saint-Cyr
PîşeDîplomat, leşker, rojnamevan, siyasetmedae
RêxistinCemiyeta Teawun û Tereqiyê ya Kurdan (1907-1917)
Cemiyeta Tealiya Kurdistanê (1917-1920)
DînMisilmanê sunî
HevjînEmîne Halim yê Misirê
Dê û bav
XizmFûad Paşa (bira)
Ehmed Îzet Paşayê Kurd (apê)
biguhêreBelge

Mehmed Şerîf Paşa (15ê cotmeha 1865an - 22ê kanûna peşîna 1951an) di dawiya serdema osmaniyan û piştî Şerê Cîhanî yê Yekem de dîplomat, çalakvanekî siyasî û kesayetekî pêşeng ê kurdperweriya destpêkê bû. Berê ku beşdarî çalakvaniya siyasî ya kurdî bibe û di gelek wezîfeyên fermî de xizmet bike, yek ji ji elîta osmaniyan bû û kariyerek pîşeyî di dîplomasiyê de berdewam kiribû. Piştî Şoreşa Tirkên Ciwan a 1908an, ew wekî yek ji damezrînerên Cemiyeta Teawun û Tereqiyê ya Kurdan ku yekem rêxistina siyasî ya kurd a nûjen bû ku bi eşkereyî li Stembolê dixebitî, derket holê. Çalakiya wî ya siyasî ya destpêkê dilsoziya bi reforma destûrî re bi parêzvaniya mafên siyasî û çandî yên kurdan re di çarçoveyek emperyal a ku bi lez diguhere de, dike yek.

Şerîf Paşa bi rola xwe ya wekî nûnerê Cemiyeta Tealiya Kurdistanê di Konferansa Aştiyê ya Parîsê (1919–1920) de tê nas kirin ku li wir ew wekî berdevkê sereke yê dîplomasiya kurd bû ku di qada navneteweyî de tevdigeriya. Li Parîsê, wî memorandûm pêşkêş kirin ku daxwazên kurdan ên ji bo xweserî an serxwebûnê destnîşan dikirin û ji bo avakirina yekîtiyek siyasî ya kurd ên li Bakurê Kurdistanê piştgiriya hevalbendan dixwest. Her çend stratejiya wî ya dîplomatîk û pêşniyarên wî yên axê ji hêla serokên din ên kurd ve hatin redkirin jî, Şerîf Paşa di dîroka kurd de wekî yek ji neteweperwerên kurd ên herî pêşîn dimîne ku daxwazên siyasî yên kurd bi rêya dîplomasiya navneteweyî ya fermî xwestiye.

Potreyên Şerîf Paşa (navend) û birayê wî (çep) Fûad Paşa û bavê wî (rast) Seîdê Paşayê Kurd

Şerîf Paşa di 15ê cotmeha sala 1865an de li bajarê îro yê Stembol wekî kurê Seîdê Paşayê Kurd û jina wî Saed Xanim ji dayik bûye. Malbat bi eslê xwe ji Silêmaniyê bû. Birayê wî Fûad Paşa bû. Ew ji malbata esilzade ya mîrektiya Babanê bû.[1] Piştî ku xwendina xwe ya seretayî temam kir, çû Lîseya Galatasarayê û dev jê berda. Piştre çû Fransayê û di sala 1884an de ji Akademiya Leşkerî ya Paris Saint-Cyr mezûn bû. Dema ku li vir dixwend, di sala 1882an de wekî sekreterê duyem ê Sefaretxaneya Parîsê dest bi kariyera xwe kir.

Di sala 1888an de, ew wek ataşeyê Balyozxaneya Brukselê hate tayînkirin. Dema ku ew vegeriya Stembolê, di sala 1890an de bi Emîne Halim Xanim ku xwişka sedrazmê Seîd Helîm Paşa bû, zewicî. Di sala 1896an de ew gihîşt pileya ferik û di sala 1898an de wek balyozê duyem li Stockholmê û duyem kurdê belgekirî li Swêdê hatiye erkdar kirin.[1] Wî piştgirî ji Tirkên Ciwan ên li Ewropayê wergirt. Di sala 1908an de, Şerîf piştî ragihandina Monarşiya Destûrî vedigere Stembolê. Her çiqas ji aliyê Komîteya Îtihad û Tereqî ve baş hatibe pêşwazîkirin jî, karekî girîng nedane wî; wî erka serbajarê Stembolê ku pêşkêşî wî hatibû kirin qebûl nekir.[1] Ew serokê Klûba Pangaltiyê ya Komîteya Îtihad û Tereqî bû. Ew di nav damezrînerên Cemiyeta Tealiya Kurdistanê de bû. Dema ku daxwaza wî ya ku bibe balyozê London an Parîsê pêk nehat, wî Komîteya Îtihad û Teraqî terikand û di sala 1909an de diçe Parîsê.[1]

Kariyera siyasî yê destpêkê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berî sala 1908an Şerîf Paşa alîgirê tevgera tirkên ciwan bû û piştgiriya aborî dabû Ehmed Rîza ku di wî demê de rêberê rêxistina tirkên ciwan ên li Parîsê bû. Piştî Şoreşa 1908an ew vegeriya împeratoriya osmanî û serokatiya şaxa Komîteya Îtihad û Tereqî (KÎT) li navçeya Pangaltiyê ya Stembolê xizmet kiriye. Lêbelê, ew di demek kurt de ji KÎTê dûr ket. Sedemên durketinê têne nîqaşkirin. Li gorî Şerîf Paşa û alîgirên wî, ew bi rola leşkerî di siyasetê de bi fikar bûye. Lêbelê, rexnegirên wî îdîa dikin ku ew ji ber ku ew wekî Nûnerê Porte li Londonê nehatibû tayînkirin hêrs bûbû. Wî bernameya tirkperest a KÎTê û xwesteka wê ya ji bo seferberkirina hemî rêbazên berdest ji bo asîmîlekirin an tirkkirina neteweyên ne-tirk ên împeratoriyê eşkere kir û li dijî wê derket.

Dîroknasê alman Günter Behrendt dibêje ku ew peyrewê siltan Ebdulhemîd II bûye. Piştî Şoreşa Tirkên Ciwan a 1908an, KÎTê di rastiyê de dixwest ji ber dijberiya wî ya li hember nêrînên wan cezayê darvekirinê bide wî, lê Şerîf Paşa dizanibû ku rewş ji bo wî dijwar e û berî ku were girtin, reviya sirgûnî derveyî welêt.

Hewldanên ji bo dewleteke kurdî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şerîf Paşa di siyaseta dawiya serdema osmanî û dîroka destpêkê ya neteweperweriya kurdî de di pozîsyoneke pir aloz de cih girtiye. Kariyera wî ya siyasî bi guhertinên dubare di navbera reformîzma destûrî, muxalefeta lîberal, parêzvaniya neteweperweriya kurd û hewldanên lihevhatinê bi rewabûna siyasî ya osmanî û Tirkiyeyê ya paşê de hatiye taybetmendîkirin. Ev guhertin ne tenê şexsî bûn, lêbelê hawîrdora siyasî ya ku bi lez diguherî ya, dehsalên dawî yên împaratoriyê û nezelaliya li dora siyaseta hindikahiyan piştî Şerê Cîhanî yê Yekem nîşan didan.[2] Piştî Şoreşa Tirkên Ciwan a 1908an, Şerîf Paşa vegeriya Stembolê û li kêleka Emîn Alî Bedirxan û Seyîd Ebdulqadir bû yek ji endamên damezrîner ên Cemiyeta Teawun û Tereqiyê ya Kurdan. Cemiyet hewl da ku daxwazên siyasî û çandî yên kurd di çarçoveya destûrî û reformê de bîne ziman. Di vê qonaxê de, helwesta siyasî ya Şerîf Paşa bi tevgerên muxalefeta lîberal a osmanî re nêzîkî hev bû û li cihê cudakariya yekser, tekezî li ser nenavendîbûn, mafên kêmneteweyan û serweriya hiqûqê kiriye.[3] Ev serdema pêvajoya çareseriyê kurt dimîne. Her ku Komîteya Îtihad û Tereqî (KÎT) desthilatdariya xwe bi hêz dike, rêxistina siyasî ya kurd her ku diçû wekî gefek li ser yekîtiya dewletê dihat dîtin. Şerîf Paşa careke din împeratoriyê terikand û beşdarî tevgerên muxalefeta reformîst a lîberal li derveyî welêt dibe, bi taybetî beşdarî tevgerên reformîstên li Ewropaya Rojava bûye. Ji Parîsê, ew bi rêya rojnameya Meşrutiyet ("Destûrîparêzî") wekî rexnegirekî dengbilind ê rejîma KÎTê derketiye holê ku wekî platformek ji bo rewşenbîrên muxalefetê xizmet dikir. Nivîsên wî otorîterîzm, navendîbûn û tundûtûjiya siyasî şermezar dikir ku wî bi tundî di nav çembera dijberên sirgûnkirî yên KÎT de bi cih kiribû.

Bersiva KÎTê tund bû. Şerîf Paşa bi beşdarbûna di kuştina sedrazmê berê Mehmûd Şevket Paşa de hate tawanbarkirin, sûcdariyeke ku ji aliyê dîroknasan ve bi berfirehî wekî motîvasyoneke siyasî tê şîrovekirin. Di hezîrana sala 1913an de, ew bi cezayê mirinê yê ne amade hate mehkûmkirin ku ev yek nîşana qutbûna wî ya dawî yê bi rejîma serdest re bû. Cidiyeta vê qutbûnê bi hewldaneke kuştinê ya têkçûyî ya di sala 1914an de hate destnîşankirin ku statuya wî wekî muxalifek siyasî yê sirgûnkirî hinek zêdetir xurt kiriye.[4]

Rojnameya The New York Times di derbarê nêrînên Şerîf Paşa li ser nîjadkujiya ermeniyan di sala 1915an de

Di dema Şerê Cîhanî yê Yekem de, Şerîf Paşa bi taybetî li Montecarlo dijiya ku xwe dûrî avahiyên fermî yên osmanî û hevpeymanan digirt û di heman demê de beşdarê gotûbêjên siyasî yên giştî dibû. Di gotarek ku di 10ê cotmeha 1915an de di The New York Times de hatiye weşandin de, wî bi eşkereyî komkujiya ermeniyan şermezar kiriye û serokatiya Tirkên Ciwan bi niyetên demdirêj ên "tunekirina" nifûsa ermenî tawanbar kiriye.[5] Ev daxuyanî wî di nav rexneyek berfirehtir a lîberal û mirovî ya polîtîkayên dema şer de bi cih kiriye û wî ji derdorên neteweperestên tirk bêtir dûr xistiye.[6]

Dawîya şer çarenûsa siyasî ya Şerîf Paşa careke din guherand. Di sala 1918an de, hikumê bidarvekirina ku di sala 1913an de li dijî wî hatibû dayîn ji aliyê hikumeta Tewfîq Paşa ve hate betalkirin û ev yek rê daye wî ku dîsa bikeve nav xebatên siyasî. Di sala dawî ya şer de, têkiliyên wî bi hinek kesayetên KÎTê re baştir dibe, nemaze bi rêya ragihandinê ya bi Cawîd Beg re. Ew beşdarî kongreyekê bûye ku li Cenevreyê hate lidarxistin ku kesayetên wekî Mehmed Sebahhedîn, Ehmed Reşîd Beg, Cemal Paşa û rewşenbîr, rojnamevan û rayedarên din ên osmanî beşdar bibûn. Kongreyê biryarên ku ji bo pêşkêşkirina Konferansa Aştiyê ya Parîsê hatibûn amadekirin, pejirand û desthilatek berfireh dide Şerîf Paşa ku li ser navê wan destpêşxeriyên dîplomatîk bişopîne.[7]

Şerîf Paşa piştî vegera xwe yê Parîsê roleke navendî di hewildanên dîplomatîk ên kurdan de digire sel milê xwe. Di 22ê adara sala 1919an de, wî memorandumê Çardeh Xalan ya li ser daxwazên gelê kurd (Mémorandum sur les revendications du peuple kurde) weşandiye ku tê de daxwazên herêmî yên kurdan li ser bingeha statîstîkên demografîk û argumanên dîrokî diyar dikir. Memorandumê Kurdistan wekî herêmên ji Riha heta Dîvrîgî, tevî Amed, herêma Dêrsimê, hewza Gola Wanê û dirêjkirina heta Başûrê Kurdistanê, Makû, Xoy û heya Kirmaşan pênase kiriye. Şerîf Paşa ku wekî nûnerê Cemiyeta Tealiya Kurdistanê hatibû hilbijartin, hewl dabû ku daxwazên kurdan wekî lihevhatî bi rêziknameya navneteweyî ya ku derketibû holê, ser bingeha xwebirêvebirinê pêşkêş bike.[8] Lêbelê di stratejiya wî ya dîplomatîk de gelek nakokî derket holê. Di danûstandinan de bi nûnerê ermenî Boxos Nûbar re, Şerîf Paşa di prensîbê de li ser dabeşkirina Bakurê Kurdistanê di navbera dewleteke kurd û ermenî ya pêşerojê de razî bibû.[9] Li gorî vê rêkeftinê, Wan û Bidlîs dê bikevin nav Ermenistanê. Vê pêşniyarê di nav serokên kurd ên li herêmên bandordar de dijberiyeke tund derxist holê ku tevlîbûna bi dewleteke ermenî re red kirin û Parîs bi telegramên nerazîbûnê tijî kirin. Bertek bi daxwazên ku bi taybetî ji Emîn Elî Bedirxan hatiye xwestin ku Şerîf Paşa îstifa bike gihîşt lûtkeyê ku wî di dawiyê gav avêtiye.[10]

Tevî ku Şerîf Paşa ji mandaya xwe ya kurd îstifa kir jî, wî bi awayekî bijartî di parêzvaniya navneteweyî de beşdar bû. Di sala 1919an de, wî daxwazên tirk û yewnanan (Les Turcs et les revendications grecques) weşand ku memorandumek şanzdeh rûpelî bû û îdiayên Tirkiyeyê yên li ser axên ku ji hêla Yewnanistanê ve têne nîqaş kirin, di nav de Stembol, Trakyaya Rojhilat, Îzmîr, Girava Egeyê, Trebzon û Edene, diparast. Wî di nameyên bi kesayetiyên wekî Pierre Loti re helwestên Tirkiyeyê bêtir parast û xwezaya dualî û pir caran nakok a tevlêbûna xwe ya siyasî nîşan da. Memoranduma wî ya kurdî ku bi tenê ji hêla wî ve hatibû îmzekirin, bi memoranduma Tirkiyeyê re berevajî bû ku îmzeyên çend dîplomatên osmanî li ser hebûn. Vê nehevsengiyê rexneyên li ser rola wî ya nûner a xwe-tayînkirî zêde kir.[11]

Di nav civaka kurd de dijderketina li hember Şerîf Paşa bi lez zêde bû. Şaxên Cemiyeta Tealiya Kurdistanê û Cemiyeta Parastina Mafên Neteweyî li Wîlayetên Rojhilat desthilatdariya wî red kirin, di heman demê de malbatên navdar ên kurd, di nav de Babaniyan jî, têkiliyên xwe bi rêxistina ku wî hêzdar kiribû qut kirin. Rojnameyên Stembolê rojane gotarên ku rexne li dîplomasiya wî dikirin weşandin, û navdarên kurd bi eşkereyî dilsoziya xwe ji dewleta osmanî re îlan kirin. Di bin zexta zêde de, Şerîf Paşa di 21ê nîsana 1920an de ji Montecarlo telegramek şand ku demek kurt piştî wê hate weşandin û îstifaya xwe ji nûnertiya kurdan ragihand. Bi îlankirina dilsoziya xwe ji bo xelîfetî û siltanatiyê, wî cudaxwazî ​​red kir û ji têkoşîna siyasî vekişiya, biryarek ku dîroknas wekî nîşana dawiya dawî ya kariyera wî ya siyasî dibînin.[12]

Jiyan li sirgûnê (1920-1951)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Şerîf Paşa li Fransayê, 1919

Piştî vekişîna wî ji jiyana siyasî ya çalak di sala 1920an de, Şerîf Paşa heta mirina xwe di sala 1951an de di sirgûniya daîmî de ma. Têkçûna destpêşxeriyên siyasî yên kurd li Konferansa Aştiyê ya Parîsê, digel xurtkirina hêza neteweperest a tirk li Anatolyayê, bi bandor îhtîmala vegera wî girt. Ji vê gavê û pê ve, çalakiya wî ya siyasî ji serokatiya giştî veguherî dîplomasiya taybet û lobiya navneteweyî ku bi piranî ji derveyî welêt dihat kirin. Dîroknas tekez dikin ku ev sirgûniya dirêj ne tenê marjînalîzekirina wî, lê di heman demê de cihguherîna berfirehtir a elîtên siyasî yên kurd piştî damezrandina Komara Tirkiyeyê jî nîşan dide.[13]

Şerîf Paşa di dawiyê de li Qahîreyê bi cih bû, bajarekî ku di serdema navbera şeran de bû navendeke sereke ya siyaseta sirgûniyê ya Rojhilata Navîn. Jiyana wî ya li wir bi zewaca wî bi Emîne Halim, endama malbata xedîwî û xaltîka Qiral Farûq yê Misirê, hêsantir bûye. Bi saya vê zewacê, wî li Misirê milk bi dest xist ku ev yek aramiya darayî û statuyeke civakî dida wî. Entegrasyona wî ya nav civaka bilind a Misirê rê da wî ku bi derdorên dîplomatîk û siyasî re têkilîyan biparêze, her çend bandora wî ya rasterast li ser karûbarên kurd kêm bûne jî. Lêkolîner destnîşan dikin ku ev girêdana arîstokratîk sirgûniya wî ji ya gelek çalakvanên din ên kurd cuda kir ku pir caran bi zehmetiyên aborî rerûbirû bûne. Tevî rehetiya xwe ya li Qahîreyê jî, Şerîf Paşa jiyaneke navneteweyî domand. Di sala 1927an de, keça wî Melek Xanim li Monticiano, nêzîkî Siena, jidayikbû ku ev yek nîşana tevgera wî ya berdewam di navbera Misir û Ewropayê de bû. Ev serdem bi ji nû ve sazkirina yavaş ya torên siyasî yên kurd re hevdem bû ku her ku diçû ji navendên sirgûnê yên wekî Qahîre, Bêrût û bajarên ewropî dixebitîn. Her çend Şerîf Paşa êdî roleke serokatiyê ya fermî negirt jî, ew bala xwe da pêşketinên di nav tevgera kurd de û xwe wekî navbeynkarek potansiyel di navbera armancên kurdan û siyaseta hêzê ya navneteweyî de didîtiye.

Di nîvê salên 1930an de, Şerîf Paşa demekê li Montecarlo ma, li wir wî hewlên xwe ji bo kişandina piştgiriya navneteweyî ji bo serxwebûna kurdan nû kiriye. Di vê çarçoveyê de, wî bi rejîma faşîstÎtalyayê re têkilî danî, hewl da ku piştgiriya Benito Mussolini bi dest bixe. Van destpêşxeriyan şêwazek berfirehtir di nav aktorên siyasî yên bêdewlet ên wê serdemê de nîşan dan, yên ku hevpeymaniyên bi hêzên revîzyonîst ên ku ji rêziknameya piştî Şerê Cîhanî yê Yekem nerazî bûn, vedikolindin. Lêbelê, dîroknas hişyar dikin ku têkiliyên weha bi piranî lêgerîner man û negihîştin sozên siyasî yên berbiçav.[14]

Destpêkirina Şerê Cîhanî yê Duyem ji bo Şerîf Paşa derfetên nû, her çend bi sinor be jî, ji bo tevlêbûna siyasî peyda kir. Di dema şer de, wî bi nûnerên hikumetên brîtanî, îtalî û alman re têkilî domand, da ku eleqeya navneteweyî ya li ser pirsa kurd vejîne. Stratejiya wî li ser wê texmînê bû ku dibe ku pevçûnek cîhanî careke din nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn ji nû ve şekil bide. Lêbelê, pêşîniyên stratejîk ên reqabetê û rewşa marjînal a îdîayên kurdan tê vê wateyê ku van hewldanan ti encamên berbiçav nedan. Zanyar bi gelemperî dîplomasiya wî ya dema şer wekî nîşaneya hêviyên domdar lê her ku diçe îzolekirî yên neteweperweriya kurd a destpêkê li sirgûnê şîrove dikin.

Di salên dawî yên jiyana xwe de, çalakiyên siyasî yên Şerîf Paşa hîn bêtir kêm bûn. Her çend ew bi doza Kurd re xwe dida nasîn jî, rola wî bi piranî sembolîk bû. Ew di sala 1951an de li Katanzaroyê mir û ev yek nîşana dawiya rêgeheke siyasî bû ku reformîzma destûrî, neteweperestiya kurdî, dîplomasiya navneteweyî û koçberiya dirêj vedihewîne. Dîroknas sirgûniya wî ya dirêj wekî sembola çarenûsa gelek elîtên kurd dibînin ku stratejiyên wan ên dîplomasî û danûstandinên elîtan ji hêla rastiyên yekbûna dewleta neteweyî li Rojhilata Navîn ve hatine derbaskirin.[15]

  1. ^ a b c d Behrendt, Günter (1993). Nationalismus in Kurdistan: Vorgeschichte, Entstehungsbedingungen und erste Manifestationen bis 1925. Politik, Wirtschaft und Gesellschaft des Vorderen Orients. Hamburg: Dt. Orient-Inst. r. 275. ISBN 978-3-89173-029-4.
  2. ^ McDowall 2004, rr. 88–92.
  3. ^ Olson 1989, rr. 25–28.
  4. ^ Olson 1989, rr. 48–52.
  5. ^ "TURKISH STATESMAN DENOUNCES ATROCITIES: Cherif Pasha Says Young Turks Long Planned to Exterminate the Armenian" (PDF). timesmachine.nytimes.com. Roja gihiştinê 26 kanûna pêşîn 2025.
  6. ^ Jwaideh 2006, rr. 176–178.
  7. ^ Bozarslan 2008, rr. 333–334.
  8. ^ McDowall 2004, rr. 107–110.
  9. ^ "ŞERİF PAŞA, Mehmed". TDV İslâm Ansiklopedisi (bi tirkî). Roja gihiştinê 26 kanûna pêşîn 2025.
  10. ^ McDowall 2004, rr. 110–112.
  11. ^ Bozarslan 2008, rr. 334–335.
  12. ^ Jwaideh 2006, rr. 185–189.
  13. ^ McDowall 2004, rr. 112–114.
  14. ^ Bozarslan 2008, rr. 340–341.
  15. ^ vanBruinessen 1992, rr. 285–287.
  • Hakan Özoğlu: Kurdish Notables and the Ottoman State. Evolving Identities, competing Loyalties, and shifting Boundaries. State University of New York Press, Albany NY 2004, ISBN 0-7914-5993-4 (SUNY series in Middle Eastern studies).
  • McDowall, David (2004). A Modern History of the Kurds. I.B. Tauris.
  • van Bruinessen, Martin (1992). Agha, Shaikh and State. Zed Books.
  • Jwaideh, Wadie (2006). The Kurdish National Movement. Syracuse University Press.
  • Bozarslan, Hamit (2008). "Kurdish Nationalism in Turkey." In The Cambridge History of Turkey, Vol. 4. Cambridge University Press.
  • Rohat Alakom: Şerif Paşa–Bir. Kürt Diplomatının Fırtınalı Yılları. 2. baskı. Avesta, Beyoğlu – İstanbul 1998, ISBN 975-7112-56-9 (Şerif Paşa. Jiyana wekî bagerê ya dîplomatekî kurd).

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Wikimedia Commons medyayên di warê Şerîf Paşa de hene