Şevger Hovik

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Şevger Hovik
Jidayikbûn1957 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Şevger Hovik (jdb. 5ê kanûna paşîn a 1957, gundê Kesîkê ya Bajarê Tirbespî) nivîskar, hunermend û stranbêjekî kurd e. Ew ji bavê xwe hînê stran û helbesta bûye. Bavê wî zaroktatiya xwe bi Saîd Axa Cezrawî rê li derbas kiriye û stranê ku ji wî hînbûye ji malbat û ji gundîyan rê gotiye.

Şevger Hovik di sala 1970î da bi Aramê Dîkran rê ku wê demê hatiye bajarê Tirbespî sitran gotiye û ev ji carên yekemînin ku ewî di nav gelde sitran gotiya.

Di sala 1974an da çûye Libnan û bi Mihemed Teyyîb Tahir rê stran gotiye û du staranên wî li Beyrûtê hatiye tomarkirin.

Ji sala 1973an vir de helbestên Kurdî dinivîse û heya niha nêzîkî 500 helbest nivîsîne û ev helbestana bi avayê fermî hê nehatine çapkirin. Pir hûnermenda awazên wî gotine.

Di navbera 1981 û 1988an da di Koma Narînda berpirsiyariya hunerî kiriye. Ev kom aliyê Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê.

Çend Beşdarî û Berhemên Şevger Hovik[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1976 - Çu Urdun Oman û di Newroza Komela Selahedîn stran got.
  • 1978 - Li Şamê kasetek stranên folklorî tomar kir.
  • 1978 - Li Qamîşloyê sê stran bi Koma Palara tomarkir
  • 1979 - Cd 1 bi navê Welatê Min
  • 1981 - Cd 2 bi navê Newroza gundê min
  • 1983 - Cd 3
  • 1988 - Cd 4 bi navê Helepça Hîroşîma kurdayê. li Qamişlo tomar bû
  • 1991 - Cd 5 bi navê Elo...Elo Welat li Swêd tomar bû
  • 1996 - Cd 6 bi navê Dom nakê zilmû zor
  • 1997 - Cd 7 bi navê Yarê ..Yarê
  • 1998 - Cd 8 bi navê Ez gula xwe nadim
  • 2001 - Cd 9 bi navê Esmera Min
  • 2003 - Cd 10 bi navê Xewn u Fermêsk
  • 2005 - Cd 11 bi navê Na yarê Na
  • 2008 - Cd 12 bi navê Sheva Hicran

15 Vîdeo Klîbên wî hene (ev klîban ji aliyê kurê wî yê bi navê Şoreş hatiye çêkirin.)

Şevger Hovik zewiciye û xwedanê pênç zarokane.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]