Şifte biraşk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Şifte biraşk
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Şifte biraşk, şiftekebab, kebabî Qaneqîn navê biraşkeke (kebab) başûrê Kurdistanê ye. Yek ji kebabên herêmên Soranan e.

Taybetiyên xwarinên Soranan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Him çêjdar in, him jî bo tenduristiyê baş in. Mirov dikare bi hêsanî bêje ku Soranan goştê sor an xwarinên giran û bo tenduristiyê ne baş in, bi zebzeyan sivik kirine, him çêjdar kirine, him jî ziyanên wan kêm kirine.

Tirî, dendikên tiriyê, biharbêhn, singê mirîşkê, kakilê gûzê, spîka hêkê, hinar, hingiv ûêd di pêjgeha soranan de gelek cih digirin û hemî jî bo tenduristiyê bikêr û baş in. Bo mînak henar bo dil-demar baş e. Dendikê tiriyê masûlkeyên dil xwedî dikin, kakilê gûzê rêjeya kolesterînê dadixe hwd

Berkeliya şiftekebabê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Îsota sor
  • Xwê, solin
  • Rûn
  • 500 gr goştê kişandî yê golikê
  • 1/2 serî pîvaza hûrkirî
  • Bexdenûs
  • Nanê pişirandî yan jî li rêşkerê xistî

Amadekirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tevahiya berkeliya xwe tevlîhevbikin, bistrên, bikin wekî hevîrê û bi qasî 20 deqe di sarincê de bihêlin. Ji têkelê girikên kufteyî çêbikin. Di nava runê hinekê zêde de biqijilînin (biraştin).

Bi kêfa xwe binikên servîsê bixemilînin.