Şirîta Xezeyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Şirîta Xazeyê hat beralîkirin)
Jump to navigation Jump to search
Şirîta Xezeyê
  • occupied territory
  • exclave Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Gaza Strip NASA.PNG
Flag of Palestine.svg
Ala
Şirîta Xezeyê li ser nexşeyê
Xeletiya Luayê di Modul:Nexşeya_cihan de, li ser rêza 512: Unable to find the specified location map definition: "Module:Nexşeya cihan/dane/Dewleta Filistînê" does not exist.
Koordînat: 31°24'Bk, 34°18'Rh
Dûgel Dewleta Filistînê
Paytext
Dema avabûnê 2007 Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Rêvebir
 • Şaredar Mahmoud Abbas Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Rûerd
 • Giştî
  • 360 kîlometre çargoşe Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Gelhe 3.000.000 (2021) Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Dem UTC+2
biguherîne - Wîkîdaneyê biguherîneBelge
Şirîta Xazeyê

Şirîta Xezeyê (bi erebî: قطاع غزّة; bi îbranî: רצועת עזה) herêmek e li beravên rohilatê Deryaya Navîn navbera Deryaya Navîn, Îsraîl û Misirê de ye. Navenda wê herêmê bajarê Xaze ye.

Ewê bi Urduna Rojava ve bi Herêma Otonom a Filistînê ve girêda ye. Lê ew ji 2007an û vir ve ji hêla Hamas ve tê kontrolkirin. Der ve jî ji hêla Misir û Îsraîlê ve di bin ablûqayê de ye.

Erdnîgarî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Herêma Şirîta Xazeyê bi piranî ji çol û beyaran pêk tê. Tenê 14% ji herêmê bo çandê tê bikaranîn. Dirêjiya herêmê nêzî 40 km, firehiya xwe jî nêvberê 6-14 km de diguhêre û pîvanê xwe jî dorê 360 km² ye. Dera xweya herî bilind 105 metre ji sewiyeyê deryayê bilindtir e. Li xazeyê bêhtir li herêmê bajarên Xan Yûnis, Deyr el-Beleh, Refeh, Beyt Lahiya û Cebaliya hene.

Dîrok[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Di sedsala 12an b.z. şunda filistiyan Xaze ji Misirê standin û li bajêr bûne xwedan hikum. Di sedsala 8an b.z. şunda jî bajar dest gelek hikumdariyan de çû hat. Geh dewletên Misir geh jî ên Mezopotamya û Sûrî lê serwerî ajotin. Îskenderê Mezin pê rapêçaneke sê mehan re bajar dest xwe xist. Li Îskender şunda jî Selekudan li bajêr hikum ajot. Di sedsala 1ê b.z. de bajar hat hilweşandin û di sedsala 1ê de ji hêla romayiyan şunda hat avakirin. Bajarê Xezeyê ji romayî û bîzansiyan şunda, pê Cenga Yermûkê di sala 636an re, ji hêla Ereban ve hat destxwexistin.

Di sedsala 11an de ew kete destên xaçperêzên ji ewropayê de hatibûnî. Pê dorê 70ê salî dest xristiyanên ewropî de ma ve, ji hêla Selahedîn Eyûbî hat feh kirin. Ji Eyûbiyan şunda Memlûkan û Osmaniyan li hikum ajot û pê şerê cîhanî yê yekemîn re bi dest Împaratoriya Brîtanyayê ket. Ji Împaratoriya Brîtanyayê şunda, pê dazanîna serxwebûna Îsraîlê di sala 1948'an de heta sala 1967'an, şerê şeş rojan Şirîta Xazeyê ji hêla Misirê ve hat karger kirin. Di wê navberê de, di sala 1956'an di krîza Suweyşê de ew demeke kete dest Îsraîlê. Ji salal 1994an virve Misirê û Îsraîlê jê vekişiyane û ji Herêma Otonom a Filistînê re berdane. Di sala 2005'an de jî Îsraîl bi temamî ji Xazeyê vekişiya. Lê ji pê re Hamas û El-Fetîh boyî otorîteyê xwe bi hev qebûl kirin bidin bi hev ketin. Ji pê cengên nêvxweyên bixwûnî re, di pûşbera sala 2007an de Hamasê kontrola bajêr û herêmê helgirt. Di wan deman de Hamasê dazanîna Mehmûd Ebbasê hikûmeta nû nas nekir û ji wê virve di bin kargeriya Hamasê de ye.

Ji dawiyê sala 2007an de êrîşên nêvbera Hamas û Îsraîlê her ku çû girantir bûn û Xaze him ji hêla Misir him jî ji hêla Îsraîlê têye dewisandin. Him Îsraîl him jî Misirê nêvbera Şirîta Xezê û sînorên xwe de dîwaran bilind dikeye. Di 27ê berfenbara 2008an de bajarê Xazeyê ji hêla balafirên F-16 hatin bombebaran kirin û ser 300 kesî re hatin kuştin.

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]