Şorbeya sînemiliyan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Şorbeya sînemiliyan, cure şorbeyeke ji xelkê êla sînemilî yê li peravên Deryaya Navîn û hin deverên Kîlîkyayê cihwarbûyîne ne, belav bûye. Navekê wê yê din jî şorbeya mamanê ye.

Berkelî (melzemeyê xwarinê)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1 SA (stekana-qedeha avê) kuncî (qelandî û hêrayî]
  • 1 SA savar (girar, girara hûrik)
  • 1 SA fistiqa binerdî (qelandî û hêrayî)
  • 1 KX (kevçiyê xwarinê) mergeya îsotê
  • 3-5 pelikên kelemê (xaşandî û hûrkirî)
  • 3-5 pelên kahoyê (hûrkirî)
  • 3 pîvazên teze (hûrkirî)
  • Xwê
  • 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) naneya hişk, ango biharbêhnî
  • 1 serî pîvaz (zirav hûrkirî)
  • 1 KŞ îsota pûlpelî (îsota tûj, îsota sor)
  • 2 lîmon (ava wê)
  • 2 fringî ango bacana sor, tomatos, pamîdor (rêşkerkirî, rendekirî)
  • 2 Arûf an xiyar (bi ziravî hûrkirî û bê qalik)
  • 1 baq (qevçe, pirnag) bexdenûsa hûrkirî

Ravek (terîfe)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di badiyeke kûr de, fistiq, savar, merge, kuncî, nane û pîvazê tev bidin, xwê pê werbikin. Ji aliyekê ve avê bikelînin. Vê ava kelandî bi ser melzemeyên xwe bikin, daku girara we biwerime, binepixe. Sar bû, dîsa tev bidin.

Pîvazên teze, bexdenûs, fringî û xiyarê jî tevlî bikin. Avê berdin serê (kêm an zêde li ser daxwaza we ye). Herî dawî kaho û kelemê jî berdin navê, tev bidin û bo servîsê li binikên xwarinê parve bikin. Êdî dikare were ser destexaneyê (sifre).