Şoreşa Îlonê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Şoreşa Îlonê ji wê serhildana kurdan ra dihêt gotin ko di 11ê îlona sala 1961ê de bi rêberî ya Mela Mistefa yê Barzanî li Kurdistana Başûr dijberî hukmeta Îraqê bi awayekê çekdarane destpêbû û li roja adara sala 1974ê piştî Rêkkevtina Elcezayîrê bi dûmahî hat.

Piştî kûdetaya 14ê tîrmeha 1958ê bi seroktiya Evdilkerîm Qasimî û vegeryana Barzanî ji Yekîtiya Komarên Sosyalîstên Sovyetî, têkhiliyên navbera kurdan û hikûmeta Bexdayê gelek baş bûn. Hikûmetê wekî qehremanekê neteweyî pşrgîniya Mela Mistafyî kir. Bi awayekê fermî pêzanîn bi pêkkatina Komara Îraqê ji du neteweyên kurd û ereb hat kirin.

Lê sîûda Evdilkerîmî ew bû ko desthilata xwe ji dest bidit û şaşiyên yek li pey yekên wî di warê siyaseta navxweyî ya Îraqê da bûn sedema herifyana desthilata wî. Lihevnehatinên wî digel kurdan jî bûn sedema destpêbûna şoreşa çekdaraneya kurdan.

Bi dirêjî ya temenê 14 saliyê Şoreşa Îlonê, kurdan gelek caran dest bi danûstanan digel hukmeta Îraqê dikir û carina jî şer di navbera wan da gerim dibû. Piştî ko Partiya Be's a Erebî bi kûdetayekê hatî ser desthilatê, lihevhatinek di navbera Kurdan û hukmetê da çêbû ko bi navê Beyana 11ê Adarê hatîye niyasîn. Ew beyan belgeyeka dîrokî bû ko xebata kurdan pêngaveka dî ber bi pêşve bir û di belgename anko dokomenteka hukmetê da bi awayekê fermî zimanê kurdî wekî zimanê fermî yê herêmeka otonoma kurdî hat niyasîn.

Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê pardarî di Şoreşa Îlonê da kir. Ji bo cara pêşîn hemî çîn û texên civaka kurdewarî pişikdarî şoreşê bûn û navê kurdan li seranserî cîhanê belavbû.

Hindek rexne li rêberî ya şoreşê hatina girtin û hindek aliyên veşartî li wê şoreşê hêşta nekevtine ber ruhniya eşkira bûnê. Sedemên wan rexneyan û wan nekifşî û nezelaliyan heye ko hindek jî ji ber lihevnegirtinên hundirîn di rêberş ya şoreşê da bûbit. Îbrahîm Ehmed, awoqatekê ji Silêmaniyê, wekî hevrikekê serekî yê Mela Mistefayî karebû cidatiyê biêxit rêza şoreşgêran û li sala 1966ê hindek ji kurdên soranî bi seroktiya Celal Talebanî li dijî şoreşê derkevtin meydanê. Ev netebayî heta roja îro jî berdewam e.