Şoreşa 14ê Tîrmehê

Şoreşa 14ê Tîrmehê, wekî derbeya leşkerî a Iraqê ya sala 1958an jî tê zanîn, derbeyekê leşkerî ye ku di 14ê tîrmeha sala 1958an de li Iraqê çêbûye ku di encamê de key Feysal II û Keyaniya Iraqê ya desthildariya haşemiyan hatibûn hilweşandin. Komara Iraqê ya nû yê Federasyona Erebî di navbera Iraq û Keyaniya Urdunê de bû ku têne şeş mehan ber vê derbeyê hatibû damezrandin, bi dawî aniye.
Keyaniya Iraqê ji Şerê Cîhanî yê Duyem ve yek ji navenda neteweperestî ya erebî bû. Nerazîbûna civakê di nav rewşa nebaş a aborî û nerazîbûna berfireh a li hember bandora cîhana rojavayê de zêde bûye ku bi çêkirina Peymana Bexdayê ya di sala 1955an de û herwiha piştgiriya Feysal ji bo dagirkirina Misirê ya bi pêşengiya Brîtanyayê di dema Qeyrana Suezê de, zêdetir bûye. Siyasetên serokwezîrê vê demê, Nûrî Seîd, bi taybetî di nav refên leşkerî de ne populer bûn. Komên mixafeletê dest bi rêxistinkirinêm bi dizî kirin, xwe dişibînbadine tevgera efserên azad ên Misirê ku di sala 1952an de monarşiya Misirê hilweşandine.[1] Hestên pan-erebîzm li Iraqê bi damezrandina Komara Yekîtiya Erebî di sibata 1958an de di bin serokatiya Cemal Ebdul Nasir de ku alîgirê dilsoz ê dozên dij-împeriyalîst bû, hê zêdetir xurt bûn.
Di tîrmeha 1958an de yekîneyên artêşa Keyaniya Iraqê ji bo piştgiriya Key Huseyîn şandine Urdunê. Komek ji efserên azad ya îraqî, bi serokatiya Ebdulkerîm Qasîm û Ebdulselam Erîf, ji vê derfetê sûd wergirtine û li cihê wê ber bi Bexdayê ve meşiyan. Di 14ê tîrmehê de, hêzên şoreşger kontrola paytextê bi dest xistin û komarek nû, bi serokatiya Encumena Şoreşê, ragihandine. Key Feysal II û prens Ebdulîleh li ber Qesra el-Rehabê hatibûn îdamkirin ku dawîbûna xanedana haşemiyan li Iraqê pêk aniye.[2] Serokwezîr Nûrî Seîd di destpêkê de hewl da ku bireve, lê rojek şûnda ew jî hatibû girtin û gulebarankirin. Piştî derbeya serketî, Qasîm bû serokwezîr û Wezîrê Parastinê û di heman demê de Erîf jî bû ye Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Karên Hundir. Di dawiya tîrmehê de destûrekê demkî hatiye pejirandin. Di adara 1959an de, hikûmeta nû ya Iraqê ji Peymana Bexdayê vekişiya û xwe bi Yekîtiya Sovyetê re li hev kiriye.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Ben Hammou, Salah; Powell, Jonathan (11 çiriya paşîn 2025). "Following the Free Officers: Explaining the Politics of Coup Contagion and Containment". International Studies Review (bi îngilîzî). 27 (4) viaf033. doi:10.1093/isr/viaf033. ISSN 1521-9488.
- ^ Tripp 2007, r. 142.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li Wikimedia Commons medyayên di warê Şoreşa 14ê Tîrmehê de hene