Şoreşa Fransayê
Jump to navigation
Jump to search

Dîmenek ji Şoreşa Fransayê; Serdegirtina Zîndana Bastilleyê.
Şoreşa Fransayê (1789 - 1799) heyama serhildanên siyasî û civakî di dîroka siyasî ya Fransayê û tevaya Ewropayê da bû. Di vê şoreşê da nijara hikûmeta Fransayê bi tivavî hat guhartin. Desthilata Fransayê berî Şoreşê Keyîtiya serberdayî bû ko arîstokratan û dînwerên Katolîk pawanên fiyodalî hebûn. Şoreşê ev desthilat li goreyê armancên Ruhinhiziriyê anko demokrasî, welatînî û mafên herûherî guhart. Ev şoreş dersek bû ji bo hemî azadîxwazên cîhanê ko bikarin li goreyê wa armancan bixebitin.
Şoreşa Fransayê paştir ber bi tundûtîjiyê û kuştinan çû. Desthilata Napoléon Bonaparte keyatî vegerand û du şoreşên dî çêbûn heta Fransaya nûdem peyda bû.