Şoreşa Sibatê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Şoreşa Sibatê
  • Şoreş Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletÎmperatoriya Rûsî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema destpêkirinê
  • 8 adar 1917 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema bidawîbûnê
  • 16 adar 1917 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Beşdar
Hejmara miriyan
  • 1443 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Şoreşa Sibatê (bi rûsî: Февральская революция, lat. Fewralskaya rewolyuziya) di sala 1917an de li Çariya Rûsyayê hatibû holê bû. Bi encamê vê şoreşê re Çar Nicholas II ji texta xwe bû û şoreşê dawiya Çariya Rûsyayê anî. Li şûna çariyê jî Hikumeta Bihorbara Rûsyayê hat pêkanîn û prens Georgy Lvov hate serê wê hikmetê. Çend mehan pê re wexta raperînên di mehayê pûşperê, de yên ko wek Rojên Pûşperê dihatin nav kirin de, ew ji wê erkê bû Û Alexander Kerensky derbaza şûna wî bû. Ew Hikumeta Bihorbara Rûsyayê hikumeteka bi li hev hatina lîberal û Sosyalîstan re hatibû pêkanîn bÛ û armanca wanê bingeh reformên polîtîk û saz kirina Rûsyayê ko ji hêla meclîseka federatîf dihat karger kirinbû.

Şoreşa Sibatê gorî salnameya Gregorian di adarê 1917an de hatibû holê, lê bo ko di wê demê de Rûsyayê salnameya Julian bikar dianî, gorî wê texwîmê di Sibatê de hatibû holê.

Ew şoreşa bêplan û bêpêşengekî diyar kirî, di pêvajoyekê xweristî de hate holê. Bi taybetî li bajarê rojavayên wek Petrograd (Navê Saint Petersburgê wê demê) tovên şoreşê hatin avitin.

Ji pê Şoreşa Sibatê re dîsa gorî texwîma Rûsyayê wê çaxê de, di meha kewçêrê de Şoreşa Kewçêrê da dû wê. Bolşewîkên ko pê Şoreşa Sibatê de kargerî bi hevpariya lÎberalan ve bi qismî dest xwe xistinî, ji pê Şoreşa Kewçêrê re kargerî bi tunî dest xwe xistin û pêk ananîna otorîteyê paş Şerê Hindirê Rûsyayê re Yekitiya KomarênSovyet ên Sosyalîst dane zanîn.

Şerê cîhanî yê yekemîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çariya Rûsyayê, ji xeynî Partiya Sosyal Demokrata Karkarên Rûsyayê, di desteka hemû partiyên welat de di gelawêjê 1914an de kete Şerê cîhanî yê yekemîn. Rûsya di hevalbendiyê Împeratoriya Brîtanî û Fransayê de ketibû şerê. Ji pê çend serfiraziyan re artêşa Çar, li hin cepheyên wek Prûsyaya rojhilat binketiyên giran dîtin. Di wê şerê de Rûsyayê nêzî 1,700,000 leşkerên xwe winda kirin û nêzî 5,900,000 leşkerên xwe jî bibirin bûn.

Pê van binketin û xerc kirinên giran re Rûsya kete bin krîzeka ekonomîka giran. Bo va krîzê mezin meclîsa Rûsyayê Duma Çar bo encamên vê krîzê ew hişyar kirin, û bo damezrendina meclîseka nû li wî şîret kirin. Lê Çar guh neda ser Duma û şîretên wan vegerandin.

Raperîna Petrograd[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xwepêşan li Petrogradê, sala 1917

Di sibatê 1917an de, di sermê zivistanê de, encamên wê krîzê ekonomîk der ketine meydanê. Li hemû Rûsyayê kêmaviyê nên û xwarinan hebû û xelkê di birçîbûnê de zikê xwe mist dida. Şoreşê di dest pêka Sibatê de bi raperîn û karberdanên karkerên Petrogradê dest pê kir. Ew raperînên der bi der der diketinî bi rojên pê re li gîşk derên Petrogradê belav bûn. Di 23'ê sibatê de (8'ê adarê gorî texwîma gregorian), yê ko Roja Jinên Cîhanê bû de, ew raperînan hîn bişidet bûn û pêşandaran bo xelas kirina Şerê slogan avitin.

Di 25'ê sibatê de dema ko raperîn roj bi roj hîn bi şidet bûn Çar bo rawestînî wan pêşaniyan leşker şandine Petrogradê. Leşkeran siftê ceribîn ko xwepêşandine bisekinîn û bo wê hin kes kuştin jî bi şevê re ewna jî teva pêşaniyê bûn.

Wexta ko Çar dibihîze ko lawkê xwe bi sorkê ketiye, di 1'ê adarêyî gorî salnameya Rûsyayê wê çaxê, nêt dike ko bi trênê here paytexta Rûsyayê Petrogradê. Lê wextê ko Çar digêhê bajêr, fermanderî artêşê bo li vaz hatinê textê, li Çar şîreta dike. Çar jî di bêçareyiyê de wê şîretê guh xwe re dike û di 2'ê adarê de kargeriyê vedikişe. Çar çiqas birayî xwe bo derbaza texta xwe be dimîne jî, birayî xwe jî nemimkîniya wê dibîne û vê telîfê qebûl nake.

Hikumeta Bihorbara Rûsyayê tê pêkanîn û sosyalîst jî Petrograda Sovyet saz dikin.

Vladîmîr Lenînê ko li Swîsrê li sirgûnê bû di 3'ê avrêlê de tê Petrogradê û demeka kurtê pê re jî deraza pêşengiyê Bolşewîkan dibe. Ew bo dawî dana Şerê li hembera Hikumeta Bihorbara Rûsyayê dest bi felîyatan dike. Wextê ko artêş bo dawî danê şerê hember Almanyayê pêşaniya dikin, Lenin wê wek fersendeka bo derbe kirinê dibîne. Lê ew ceribandina ji hêla Kerensky tê boşê xistin û Lenin carekî din tê sirgûn kirin û ew direve Fînlendayê. Pê Lenîn re hin ceribandinê bo pêkanîna kargeriyekê cûnta dibin jî ewna bêserfirazî dimên. Ew gelemşe û nerehetiyên di welat de wek encam Şoreşa Çiriya Pêşîn didin û Bolşewîk kargeriyê dest xwe dixin..

Her wiha binêre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]