15 sibatê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

15 sibatê rojeke ku di dîrokê gelê kurde pir girînge. 15 sibata 1999an de serokê gelek kurd ji aliyê amerika ve radestî tirkiyê hata kirin.Ji ber vê yekê ji, gelek kurd ev roj weke rojeke ´raş´ denazand.Her sal di vê rojê de xwepêşandin û meş ji aliyê gelê kurd ji bo ku vê ´roja raş´ sermazar bikin têne kirin.serokê gelê kurd Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelê kurd bidest têkoşînê kir û ji ber ku ev yek kir, her weha ev yek hata serê wî.Piştî ku serokê gelê kurd radestî tirkiyê hata kirin, piştre êdî di 30 gulanê de ceza lê hata birrîn û di roje ku şêx Sait û hevalên wî hatina bi darve kirin ve di 30 pûşperê de ev ceza hata erêkirin.Bi vê rojê ji, peyama ku ji kurdan re hata dayîn, ´me têkoşîne we careke dî bidar ve kir.Lê bêlê, wilo ne bû û kurdan têkoşîne xwe berdewam kir.I sal dikeve sala duzdahmîn de ku serokê gelê kurd Abdullah ocalan di girtigaha Imraliyê de ya.Ev girtîgah j aliyê Amerika, CPT û Ahim ê ve tê sêhetkirin(konrtol).Navê wê rojê yê dî ji, ´roja raş´a.


pirsgirêka kurd di dîrokê de[biguherîne]

Kurd xwediyê dîrokeke ku pir dirêjin. Dîroke wan ji deme Sumeriyan dest pê dike. Ji deme sumariyan ta deme babiliyan pêşketinaka mazin jîn dikin. Bi dewlet jîn dibin. Di deme asuriyan de bi navê Naîriyan, Gutîyan, Mîtanîyan û hwd, dewletên xwe ava dikin. Pêşketina wan ji herêmê re dibê manîfesto ji herêmê re. Di demên berî dayînê de biqasî ku em zanin dewleta wan ya dawiyê ya Mediya ya.

Di demên piştî zayînê de ji di welatên xwe de bi serê xwe jîn dibin. Hertimî bi serê xwe ne. Her çend demne ku serweriya wan ya rêzanî ne di destên wan de ji bê, rêveberiyan wan ya civakî ya çandî, felsefî û hwd di destên wan de ya. Di demên piştî zayîne de dewlwtên ku ew ava dikin hene. Ya di nav wan dewletan de ya herî mazin ya Merwanîye.PIşt re Salahedînê Eyûbî te û demeke mazin li kurdistanê û bigiştî ji li herême di demazirêne. Li kurdistanê deme wî weke "deme zêr" ji tê bi nav kirin di nav demên piştî zayînê de.

Lê bi derketin û mazinbûna osmaniyan de û serwerbûna wan ya li ser herêmê re êdî Kurdistan ji di pêşketina xwe de dikeve demeke nû de. Osmanî ji hinek kabilên ku herêmên asya têne wê herêmê di afirê. Hatina tirkan ya li rojhilata navîn di sadsala 8. û 9. pşîtî zayîn de dest pê dike. Demeke kin de gelek tên û li ser herêmê dibina hêz. PIştre li herêmê dewlete osmani ava dibe. Bi dest xistina Constantinspolosê de ku îro navê Îstembul e, demên wê yên serdest yên mazin dest pê dikin. Ji wan demên pêde pisgirêka kurd êdî bigingehê wê li gor roje me diafirê.

Piştre demên ku dibin ji, demên şer in. Şerekî mazin li hevberê kurdan tê meşandin. Xwestina jêbirina kurda ji dîrokê û herêmê êdî dikeve rojeve de.Xwestina ji dîrokê birina kurdan êdî şerê wê dest pê dike.Ev şerê ji dîrokê birinê, haya deme sadsala bi hin rêbazên komkujiyên komî tê kirin. Weke ya ermaniyan. Lê ji vê demê pêde, êdî hin rêbazên din ji têne bi kar anîn. Rêbazên perwerde, yên qadaxakirina zimanê kurdî, qadaxakirina xwe perwerdekirina bi zimanê dayikêê guharandina navên herêmên kurdî û nehiştina nivîsandina bi kurdi û pirtûkên bi kurdî yên ku hatina nivîsandin ji ji hatina rakirin û navê kurdî ji wan derxistin û yên ku bi kurdi nivîsandina ji weke Bedîuzzeman tirk nîşandin û hwd. Di komara tirk de ev yek weke rêbazakî ji dîrokê hata bi kar anîn di deme komarê de. Bi navê "herkese tirke", propaganda hatakirin û dîrok hata nivîsandin. Di dibistanên bingihin haya yên seretayê ev yek, bi perwerdê hata kirin. Îro ji, ev rêbaz bi rêbazên weke ku bi tirkî tê gotin bi " yatili okul" an tê berdewam kirin. Ev ji, zarokê kurd ji zaroktiya dibin û dikina vaderan de û dikin ku bibin tirk. Di deme osmaniyan de ku weke van dibistanên bi navê Yatili okul´an "ocak" hebûn.

pirsgirêka kurd[biguherîne]

Dema ku mirov 15 sibatê bêne ser ziman, divêt ku mirov armaca kirina wê ji bêne ser ziman.Divêt ku mirov hinekî li ser bisekinê.Bi teybetî pirgirêka kurd, bi sadsala na berdewam dike.Lê belê di sala 1923an de û piştre bi kofaransa lozane re kete pêvajoyaka nû de. Yên ku komara tirk damazirandin tirk û kurd bi hev re bûn. Yên ku Ser navê wan çûna wê konfaransê li ser navê kurd û tirkan çûn. Deme ku çûna wir ji wilo gotin û anîna ser ziman.

Piştî ku li ser nav her weha çûbûn bû û di konfaransê de biryar hata girtin piştre vegerîne welat çêdibe.Piştî vegerîne welat re êdî yên ku li ser rêvberê ne Di tabaxa 1924an de denazanakê di danzênin û kurdan dervî komarê dihêlin û hata wan weke xiyanatên welat di denazênin.Piştî wê yekê, êdî serhildan şêx Saîdê pîranî li kurdistanê rû dide. Di wê demê de fransî li ser rojhilat rojavayê kurdistanê ji bi hikmin. Deme ku serhildana kurdan ru dide, êdî kurd hemû ne bê ji bizêdeyî serî dihildin li ber komarê. Kurd wê kirinê li wê weke bêrêz û bêhûrmetekê li xwe dibînin.

Ingliz ji di wê demê de li ser başûrê kurdistanê bihêzin.Li ber wan mîr Mahmudê berzêncî serî hildaya û têkçûya. Mîr Mahmudê berzencî weke "keyê kurdistanê" ji ji aliyê wan ve tê dikin. PIştî ku Îngiliz bi şûn ve di vekişihin, êdî ku Başûrê Kurdistanê ji di nav welatekî bi navê "Îrakê" di damazirênin û divekişihin.Li ser serê wê keyekî arab bi navê "feysal" didênin.

Fransîzî ji di haya sala 1927an li sûrî ku rojhilat rojavayê kurditanê ji di nav de serwer in. Ku bi di vekişihin, êdî ew ji ku ev qata kurditanê di nav de û ku ardên libnanê ji di nav de sûrî ava dikin û divekişihin. Bakûre kurditanê ji bi giştî bi di nav sînorê komara tirk de dimenê. Konfaransa lozanê di aslê xwe de dibe fermîkirina vê yekê.Berî hingî, bi konfaransa Sevrê soze ku ji kurdan re hatibû dayîn û tişta ku di prensîbên wilson de dihatina ser ziman ji hatina ji bîr kirin.

Demên piştre ji li ser serê kurdan pir qatlîam û jênosîd hatina buhurandin. Kirinên ku hatina kirin ji ji bo ku ew fermîkirina ku di lozanê de hatina kirin bidina erêkirin. Li Dêrsimê jênosîdên mazin pêkatin. Berî hingî serhildana şêd Riza û ya şêx Saîd û hê gelek serhildanên din pêk hatin. Lê hemû hatina perçiqandin. Ku firansizan xata trenê ji tirkan ya ku di nav ardên di bin destên wê de diçû ne vekiribana wê têkçûn ji bo kurdan ne bana.Piştî wê têkçûnê re êdî gelek têkçûnên din bûn û pêvajoyên têkçûne ji bo kurdan berdewam kir. Dem ku hata 1940 û 1950 wan pêde êdî dewletê li gor xwe fermîkirina lozanê bi kurdan daya erêkirin û êdî ti tiştek ji navê kurditiyê nemaya.Her weha dihata hasibandin.Lê ew bayê çapê yê ku li rojava di dihat bandûra xwe êdî hêdî hêdî li kurdistanê ji kir. Êdî hêdî hêdî li kurditanê ji çapgir derketin. Lê ti dengê wan yê wilo mazin ne bû. Yên ku derketin ji di dadgahên dewletê yên bi navê "istiklal mahkemeleri" de hatina derazandin û piştre hatina ceza kirin.Bi vê ji dengê wan hata birîn. Piştî wan re haya deme 1960 û hinekî piştre ve bêdengiyê li kurdistanê berdewam kir. Piştre wê bayê çapê hêzekê dî di nav kurdan de derxist. Ew hêz ji ku piştre wê deman kifş bike û mazin pêşbikeve û pêşbixe PKK bû.

Derketina PKK ê[biguherîne]

PKK, derketina wê rastî sala 1970 wan têt. Di wê demê de pir hêzin çepgir hebûn. Hinek ciwanên kurd hatina cem hevdû û biryara dan ku bi bîrdoziya sosyalizmê tekoşîna kurdaistanê bidin û kurdan ji bindestiyê rizgar bikin. Kê li wan dimeyîzend di gotin ku ev wê bi sernekevin. Hinekan digotin 3 mihan ji xwe nagirin, Hinekan digotin, xiyalperest an ji macarapesetin. Ew wilo dianîna ser ziman.

Lê wan li ber xwe da. Ji 1970 haya 1978 wan tekosşînaka demazirandinê meşadin. Haya wê demê li ser kurditanê, vê komê gelek lêkolîin kirin û nivîs nivîsandin.Bi bê yekê armanca xwe anîn ser ziman. "rêya şoraşa kurdistanê" an ji bi navekî dî manifestoya tekoşîna kurdistanê di wê demê ji aliyê sorkê wê komê serok Abdullah Ocalan ve hata nivîsandin. Piştî ku ew hata nivîsandin û hata denazandin, êdî dewletê fahm kir ku ev tekoşîna kurda û êdî cidi hilda dest û çû ser wan de. Di serê deme ku çû ser wan de, gelek ji wan hatina kuştin. Nivî ji wan bêhtir hatina kuştin. Bi serok ve gelek rêveber filitîn û çûna qada libnanê û li wir xwe bi perwerde kirin û li wir biryara şer li kurdistanê bi metingeriye re dan. Piştre vegerihine kurdistanê û bidest şerê çekdarî yê Gerîla kirin. Destpêka şerê çekdarî 15 Tebax 1984 e.

Piştî şer re êdî kurditan û pirsgirêka wê careke dî hata rojeve. Yê ku anî rojeve PKK bû. Tirkî hingî Andamê NATO bû. Deme ku tirkî li ber kurdan bidest şer kir, vê saziyê de piştgirî da tirkî û hatina ser kurdan de, ji bo ku pirgirêka kurdan ji rojeve derxin. Ji bo ku ne bêjin serhildana kurd e, gotin ev "terorîstin" û rêxistina kurd ji aliyê wê bi piştgiriya Amerîka "terorîst" hata denazandin. Bi vê yekê zan hata kirin ku kurd ku ji PKK re bêjin terorîst êdî wê jê dûr kevin û êdî wê tekoşîna wa tê herê û wê pirgirêka kurda ne keve rojê ve de. Lê ev hasabe ku hata kirin vala derket. Çend ku kurd terorîst ji hatina denazandin, kurd ji ya xwe ne vegerehen.

Çi hata kirin û ne kirin, mazinbûna tekoşîna kurdan pêşî lê ne hata girtin. Bi alikariya NATO welatên Ewropa li dijî kurdan şer hata meşandin. Welatên weke Îngiliztan, Almanya û fransa di şerê li dijî kurdan de piştgirîyaka mazin dana tirkiya. Welat kurdên ku ji şer bazdabûna welatên wan de kirina bin dare zore de. Ti tişta ku kirin, hemû ji bo kurdi dev ji tekoşîna xwe ya azadiyê berdin. Lê kurdan dev jê bernada. Piştre ji çaraya yên ku li dijî kurdan şerdikirin dîtin, kuştin an ji dil girtina serokê gelê kurd Abdullah Ocalan bû. Bi wê, wê kurd tekoşîna wa têkçûbana û piştre wê bahsa kurditiyê êdî ne hatibana kirin û êdî mesel kurd ji careser bûbana.

15 Sibatê[biguherîne]

Deme ku mirov 15 Sibatê bêne ser ziman û fahmbike, divêt ku mirov her weha pêre dîrokeke pir duvdirêj pêre bixwanê û têbigihê. JI ber ku ev hemû berdewamên hevdû ne. 15 Sibatê, berdewam van demên jênosîd û ji dîrokê birina kurda ne. Di vê rojê de serokê gele kurd Abdullah Ocalan hata dil girtin. Lê berî ku were girtin, xwestin ku wî bikujin. Di 8. Kewçêr ê de lê suîqastak hata kirin. Lê serokê gelê kurd jiwê suîqastê sax filiti. PIştre çûna ser wî. Piştî Suîqastê re, deme ku serokê gelê kurd di 12 sermawezê de çû roma yê, êdî careke dî suîqastaka wilo pêşiya wî girt.Ji ber ku kete rojeve cihanê de. Bi vê yekê, li hevberê qatilên xwe pêndaavaka pir bi aqil kiribû.

Serokê gelê kurd, xwest ku pêndavaka dî bike. Xwest ku prgirêka kurd hilde rojeve cihanê û bike pêvajoya çareseriyê de. Bi vê yekê deme ku çû Ewropa xwest ku ji bo çareserkirina pirgirêka kurd aliyê bixweze. Di serî almanya, Fransa û Îngiliztan bi Amerika re li pêşiya vê yekê bûna astang bi hewldana tirkî re. Serokê gelê kurd dît ku wê rê ne dina vê yekê, xwest ku pirsgirêkê bi rêyên dadî bide çareserkirin û ew xwûdan ku tê rijandin bê sekinandin. Xwest ku herê lehey û pirsgirêkê hildê diwanan lehey. Lê welatên Ewropa bi piştîgiya Amerîka pêşiya vê ji girtin. Piştre serokê gelekî kurd ji bo ku li welatekî Ewropa newê girtin û navê welatekî ewropî bi dil girtina wî newê rojeve ew bi rêya Yewnanistanê şandina balyuzxane wê ya li Kenya li Naîrobî. Li wir, bi amerika, Îsraîl û yên Îngilîstan û Almanya ku alikarê welatên din ji bi alikariya Rusya re di nav de hata girtin û şandina tirkî û li tirkî li gireve Îmralî dil hata hiştin. Di 15 sibatê di 1999an de ew hata girtin û kirina gireve îmrelî de.

Çûna wî ya li îmreliyê û pêvajoya piştre[biguherîne]

Deme ku mirov pêvajoyên pişt sala 1999an 15 sibetê, bêne ser ziman, divêt ku mirov hinekî pir mazin bihizirê. Pêvajoyên piştre gelek pêvajoyan di hundurê de diafirênin. Piştî serokê gele kurd birina wir, êdî nbi dadgahaka weke tiyatroyekê ew hata darizandin û piştre cezayê muhabetê lê hata birrîn. Lê serokê gelê kurd dev hewldanên xwe yên ji bo aştiyê yên deme ku çûbû Ewropa dabûna dest pê kiribû ne berda. PIştre ji berdewam kir. Têne xewneke wê hebû ku aştiyekê bêne herêmê. Bi vê yekê li tirk û piştre wê li Îran û li sûrî ji bê meşandin "Pêvajoya careserî û aştiyê ê pirsgirêka kurd" da dest pê kirin.

Li wir li îmreliyê, hewldanên wî yên ji bo aştiyê berdewam kirin. Paraznameyên xwe yên ku ji dadgahên derve û yên hundur re nivîsandin ji ji bo çareseriya aştiyê nivîsandin. parazname wî ya pêşî di 31 gulanê de radestê dadgaha tirk kir û têde xwest ku şerê û oparasyon bêne sekinandin. Ya piştre bi navê "Ji dewlete rahiban e sumariyan e iro ya komara demoktatik" ji, ji dadgaha ewropa ya mazin re nivîsandin. Parazname wî ya pişt wî ji heman dadgahê hata nivîsandin bi navê "parastina gelekî" bû. Parasstina xwe ya sêyemîn ji bi 3 beşan nivîsand û navên wan ji kira " manifestoya demokrasî û aşîtiyê", "Şaristaniya demokratik", û ya dawiyê ji " Civaknasiya Azadiyê" bû. Piştî van paraznamên wî re wî hê gelek nivîs nivîsandin ji bo aştiyê. Nivîsana wî ya dawiyê "naxşa rê"bû.Ew ji radestî dewlete tirk kir ku li berçav bigirê û şer bide sekinandin li dijî kurdan û aşitî were. Lê dewlete çawa ku kete destê wê de, êdî dest danî ser û nada derve ku mirov bixwênin. Hê ji di destê wan de ya û nedana derve, veşartiya. Hemû hewldanên wî ji pêşketinekê di herêmê de çêke û aştîyekê bêne herêmê û şerên ku dibin bêne sekinandin. Ji ber ku ev vê yekê dixweze, hê ji li îmreliyê bi serê xwe di zindanekê de ya. Ew vicdanê gelê kurda. Çawa ku tê bawerkirin ku Hz Îsa ji mirovahiyê hemûkî li çarmixê hata xistin, ew ji ji aşîtiyê û gelê kurda li çarmixê hata xistin.

Li wir li îmrelyê ji, hinek ewldanên kuştina wî bûn. Jehr dana wî ku wî bikujin. Wî îro bi gelek pirsgirêkên nexweşiyê re ru bi ru dihêlin, da qana dev ji hewldanên xwe yên azadiya kurdan berdê.