3 gav û 3 darek (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

3 gav û 3 darek. Şeva dawî di jiyana Şêx Seîdê kal de romaneke Jan Dost e.[1] Pirtûk ji aliyê Weşanên Avesta ve hatiye weşandin.

Di vê romanê de, ya ku bi munasebeta 82 saliya serhildana Şêx Seîd sala 1925 an hatiye weşandin, romannivîsê Kurd Jan Dost şopa romana xwe ya yekem Mijabad diajo û bi wî zimanê xwe yê helbestî dîsa tevna serpêhatî û bûyer û qederên lehengên xwe dirêse. Ew bi tevayî li ser kêlîka berî bidarvekirina Şêx Seîdê kal e û dema berî şoreş dest pê bike û bûyerên ku di nava şoreşê de qewimîbûn e. Roman ji 214 rûpelan pêk tê û li ser çend beşên sereke (ku nivîskar navê wan kiriye Gav û navê romanê bi xwe jî ji wir tê) tê par vekirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Dost, Jan (2007). 3 gav û 3darek : şeva dawî di jiyana Şêx Seîdê kal de (Çapa Çapa 1). Beyoğlu, İstanbul: Avesta. ISBN 978-9944-382-19-9. OCLC 176858122.