Aîas

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Aîas
Αἴας , Aíās
Lî ser firaxekî şerabê xwekuştîna Ajaksê - Vîllaya Getty b.z. 490
Perestvanmîtolojiya yewnanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
TekstÎlyada
ZayendNêr
Festîvalsuicide of Ajax Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
JidayikbûnNayê zanîn Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
Zarok
  • Eurîsakês
  • Fîleos
  • Aiantîdês Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Aîasa xemgîn Asmus Jacob Carsten (1791)

Aîas an jî Aîasê Mezin lehengekî Şerê Troyayê, kurê Telamon û Perîboeayê.

Şerê Troyayê da[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Aîas kesekî wêrek , bihêz û heman demê de xwedî aqilê şerê jî bû. Leşkerên xwe ra ferman da ku mertalên tunc û heft cara laşên çêlekê wêranî bikar bînin. Sedema giringiya Aîasê , ew tu car xwedawendan alikarî ne standi bû û tu carê birîndar jî ne bibû.[1]

Ji bilî kesên din Aîas di şer de ne erîşkirinê, di parastinê dihat xuyakirin. Bi taybetî şerê nêzîkê keştîyên Akayîyan û parastina laşê Patraklosê da cihek girîng girt. Ew agahiyên paşketina Akayiyan û erîşên siwariyên Troyayî dibêje her kesê.[1]

Mirina Aîasê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dema Axîleûs ji aliyê Parîs tê kuştin , Aîas û Odîseûs bi hevre ji bo filitandina laş û çekên wê êrîşekî li hember siwariyên Troyayê diken. Laş û çekên Axîleûsê ji destê Troyayiyan xilas diken û wan tênin keştiya.

Piştî şîna Axîleûsê Aîas jî Odîseûs jî dixwazin mertala Axîleûs yên wan bî. Ji ber ku ew mertal aliyê Hêfestos li Çiyayê Olîmpêyê hatibû çêkirin. Aîas û Odîseûs pêşbaziyek navbeyna xwe da çêkirin. Aîas bi hêzbûna xwe û xilaskirina keştîyan , îdîaya destxistina mertalê xurttir dikir.Lê Odîseûs xweşik bûna axaftina xwe û heman demê de alikariya Atênêyê jî , biryara konseyê aliyê wê dibe. Konsey mertalê dide Odîseûsê.Ajaks vê yekê pir aciz dibe dixwaze ku tola bistîne.

Aîas dema Akayî radizên erîşê wan dike lê Atênê nahêle hişê wê şaş dike, pezên destketî wek hêzên Akayiyan dibîne û wan dikuje. Sibeyê vê yekê dibîne pir poşman dibe. Tekmessayê ku nava şer de kir bû jina xwe û zarokekî wan jî hebû ba wê bû , lava kir Aîas xwe ne kuje. Lê Aîas gotina wî nekir xwe avête ser şura Hektor ji wê ra diyar kirî û mir.[2]

Xwekujiya Aîasê - Nicolas Poussin (1594)

Piştî mirina Aîasê Agamemnon û Menelaos qebûl nakin ku laşê wê bête binaxkirin.Lê birayê wê Teucer vê yekê qebûl nake û bi alîkariya Odîseus jî Key Agamemnon û birayê wê vê fikrê berdiden.Aîas li wir tê weşartin.[2]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]