Abdullah Gül

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Abdullah Gül
11em Serokkomarê Komara Tirkiyeyê
Wezîfedarî
28ê tîrmeha 2007an – 28ê tebaxa 2014an
SerokwezîrRecep Tayyip Erdoğan
BerêAhmet Necdet Sezer
PaşêRecep Tayyip Erdoğan
Serokwezîrê Komara Tirkiyeyê
Wezîfedarî
18ê çiriya paşîn, 200214ê adarê, 2003
SerokdewletAhmet Necdet Sezer
BerêBülent Ecevit
PaşêRecep Tayyip Erdoğan
Jînenîgarî
Jidayikbûn29ê çiriya pêşîn a 1950an (73 salî)
Qeyserî
Partiya siyasîPartiya Dadwerî û Werarê (AKP)
HevjînHayrünnisa Gül
ZarokAhmet Münir, Kübra û Mehmet Emre
Şanenav
biguhêreBelge

Abdullah Gül (bilêvkirina bi kurdî: Ebdullah Gul, z. 29ê çiriya pêşîn, 1950 li Qeyserî) siyasetmedar û 11emîn serokkomarê Tirkiyeyê bû.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî bidawîkirina dibistana amadeyî li Qeyseriyê, li zanîngeha Stembolê, fakûlteya aborîzaniyê perwerdeyê dibîne.[1] Li heman zanîngehê perwerdeya xwe ya bilind jî dike û wekî doçent li zanîngeha Sakarya, beşa endazyariya endustriyê de dersdariyê dike.[2]

Di ciwaniya xwe de di nava refên MTTB a ku xwedî nêrînên tirkperwer û îslamîst bûyî, têkoşîn dike. Di nava salên 1983-1991ê de wekî pisporekî aboriyê li Bankaya bipêşxistina Îslamî dixebite. Sala 1991ê wekî parlamenterekî Refah Partisi dikeve parlamena Tirkiyeyê. Sala 1993an dibe cihgirê serokê partiya xwe. Di hilbijartinên giştî yên sala 1995an de bo cara duyem dikeve parlamenê.[3] Di hikûmeta koalîsyonê ya Refah Partisi - Doğru Yol Partisi de wezîrtiya dûgelê û berdevkiya hikûmetê dike. Bi girtina partiya wê îcar derbasî Fazilet Partisi dibe. Li dijî wî gelek dozên ku wî perê dewletê xwarine tên vekirin. Di dozekê de biryara ji şûnve-girtina pereyan lê tê birrîn û ew jî dide.[4]

Bi girtina Fazilet Partisi îcar jiyana wî ya di nava refên Adalet ve Kalkınma Partisi (AK Parti) de destpêdike.[5] Ew yek ji damezrênerên vê partiyê ye. Di hilbijartinên 3ê çiriya paşîn a 2002an de bo cara sêyemîn dikeve parlamena Tirkan. Di hikûmeta partiya AK de wezîrtiya derveyî û cihgiriya serokwezîr dike.[6]

Di hilbijartinên 28ê tebaxa 2007an de bûye 11emîn serokkomarê Komara Tirkiyê. Sala 1980î de evînmarî bûye (zewiciye) û xwedî sê zarokan e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Son Dakika Siyaset Haberleri - Siyaset Gelişmeleri". Milliyet (bi tirkî). Roja gihiştinê 12 gulan 2023.
  2. ^ Um 18:32, 28 08 2007 (28 tebax 2007). "Der Mann, der immer hinter anderen stand". Die Presse (bi almanî). Roja gihiştinê 12 gulan 2023. {{cite web}}: |pêşnav= sernavekî bi reqaman bi kar tîne (alîkarî)CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  3. ^ Reporter, Sports (6 sibat 2008). "Bidya Niketan clinch boys h'ball trophy". The Daily Star (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 12 gulan 2023.
  4. ^ "Abdullah Gül'ün Siyaset hayati". Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 29 îlon 2007. Roja gihiştinê 12 gulan 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  5. ^ "President Bush Meets with President Gul of Turkey". georgewbush-whitehouse.archives.gov. Roja gihiştinê 12 gulan 2023.
  6. ^ "Gül Eyes Presidency – DW – 08/20/2007". dw.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 12 gulan 2023.

Girêdane dervê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Wikimedia Commons medyayên di warê Abdullah Gül de hene