Here naverokê

Adet (bijîşkî)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Diyagrama ku nîşan dide ka çawa perdeya navxweyî ya malzarokê di dema çerxa adetê de pêş dikeve û hilweşiyayî dibe.

Adet, bênimejî an jî menstruasyon (ji latînî: menstrual siklus), derxistina birêkûpêk a xwîn û tevna mukozê ya ji perdeya hundirîn a malzarokê bi rêya zêyê ye.[1] Taybetmendiya çerxa adetê bilindbûn û daketina hormonan e.[1] Adet bi daketina asta progesteronê destpê dike û nîşanek e ku ducanî çênebûye.[1] Ji bo parastina paqijiyê di dema menstruasyonê de, produktên paqijiyê yên taybet ji bo jinan re tên bikaranîn.

Adeta yekem ku wekî "menarşe" tê zanin, bi gelemperî di çaxa balixbûnê de, yanî di navbera temenê 11 û 13 saliyê de destpê dike.[2] Lêbelê, destpêkirina adetê di temenekî biçûk ê wekî heşt saliyê de jî wekî rewşeke normal tê hesibandin.[3] Temenê navîn ê adeta yekem li welatên pêşveçûyî bi gelemperî derengtir û li welatên pêşketî zûtir e.[4] Çaxa asayî ya di navbera roja yekem a adetê û roja yekem a ya din de, ji bo jinên genç di navbera 21 û 45 rojan de ye; li cem jinên berbext, ev çax di navbera 21 û 35 rojan de diguhere û pir caran 28 roj wekî hejmara navîn tê destnîşankirin.[3][4] Di lêkolîna herî berfireh a li ser daneyên sepanên şopandina heyzê de, hate diyarkirin ku dirêjahiya navîn a çerxa adetê 29,3 roj e.[5] Adet bi gelemperî du heta heft rojan dikişîne. Di çaxa ducaniyê de adet radiweste û bi gelemperî di mehên destpêkê yên şîrdanê de jî destpê nake.[3] Piştî zayînê adeta piştî zayînê (lochia) çêdibe.[6] Adet, û ligel wê îhtîmala ducaniyê, piştî menopozê – ku bi gelemperî di navbera temenê 45 û 55 saliyê de pêk tê – radiweste.[7]

Di çaxa adetê de, %38ê ji jinan ragihandin ku ew nikarin hemû çalakiyên xwe yên rojane yên asayî pêk bînin.[8] Nîşaneyên beriya adetê ku tesîrê li heyata asayî dikin, wekî sendroma pêş-adetê têne binavkirin. Nêzîkî %20 heta %30ê jinan rastî pêş-adetê tên, û %3 heta %8ê wan jî nîşaneyên giran dijîn.[9] Di nav wan nîşaneyan de akne, hestiyariya pêsîran, werimîn, westiyan, hêrsbûn û guhertinên rewşa hestyarî hene.[10] Hin nîşanên din ên ku hinek jinan dibînin ev in: êşa çaxa adetê (texmîn tê kirin ku rêjeya wê di navbera %50 û %90î de ye), xwînberdana zêde di çaxa adetê de û xwînberdana neasayî di her kêliya dewra adetê de.[3] Nebûna adetê ku wekî "amenorrhea" tê zanin, rewşek e ku tê de adet heta temenê 15 saliyê çênebûye an jî ev 90 roj in dubare nedibe.[3]

  1. 1 2 3 Thiyagarajan, Dhanalakshmi K.; Basit, Hajira; Jeanmonod, Rebecca (27 îlon 2024). "Physiology, Menstrual Cycle". StatPearls. StatPearls Publishing. PMID 29763196.
  2. Women's Gynecologic Health. Jones & Bartlett Publishers. 2011. r. 94. ISBN 978-0-7637-5637-6. Ji orîjînalê di 26 hezîran 2015 de hat arşîvkirin.
  3. 1 2 3 4 5 "Menstruation and the menstrual cycle fact sheet". Office of Women's Health. 23 kanûna pêşîn 2014. Ji orîjînalê di 26 hezîran 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 25 hezîran 2015.
  4. 1 2 Diaz A, Laufer MR, Breech LL (çiriya paşîn 2006). "Menstruation in girls and adolescents: using the menstrual cycle as a vital sign". Pediatrics. 118 (5): 2245–2250. doi:10.1542/peds.2006-2481. PMID 17079600. S2CID 37802775.
  5. Bull JR, Rowland SP, Scherwitzl EB, Scherwitzl R, Danielsson KG, Harper J (27 tebax 2019). "Real-world menstrual cycle characteristics of more than 600,000 menstrual cycles". npj Digital Medicine. 2 (1) 83. doi:10.1038/s41746-019-0152-7. PMC 6710244. PMID 31482137.
  6. "Pregnancy: Physical Changes After Delivery". Cleveland Clinic. Roja gihiştinê 16 tebax 2024.
  7. "Menopause: Overview". National Institutes of Health. 28 hezîran 2013. Ji orîjînalê di 2 nîsan 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 8 adar 2015.
  8. Schoep ME, Nieboer TE, van der Zanden M, Braat DD, Nap AW (2019). "The impact of menstrual symptoms on everyday life: a survey among 42,879 women". Am J Obstet Gynecol. 220 (6): 569.e1–569.e7. doi:10.1016/j.ajog.2019.02.048. PMID 30885768.
  9. Biggs WS, Demuth RH (çiriya pêşîn 2011). "Premenstrual syndrome and premenstrual dysphoric disorder". American Family Physician. 84 (8): 918–924. PMID 22010771.
  10. "Premenstrual syndrome (PMS) fact sheet". Office on Women's Health. 23 kanûna pêşîn 2014. Ji orîjînalê di 28 hezîran 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 23 hezîran 2015.