Adolf Hitler

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Adolf Hîtler (avrêl 1937)

Adolf Hitler (z. 20'ê avrêlê 1889 Braunau, Awistirya − m. 30'ê avrêlê 1945 Berlin) ji 1921 şûnda "Führer" (Rêber) a NSDAP, ji 1933an Reichskanzler (Serokwezîr) ê Almanya yê bû.

Li Almanya yê dîktatoriya faşîst ava kir, hemû partiyan girt û şer û texrîbat anî li ser dinyayê. Şerê cîhanî yê duyemîn bi piranî sûcê Hîtler bû. Di Şerê cîhanî yê yekemîn, Almanyayê têk çû, û Hitler wî tiştî dikir bezaxe Cihû. Di Şerê cîhanî yê duyemîn, daxwaziya wî bû ku heyfa xwe ji wan hilîne. Nezîkî şeş milyon Cihû hatin kuştin di kampa girtiyan de. Piştî ku Almanya di Şerê cîhanî yê duyemîn de têk çû û hêzên Sovyetê, Berlinê îşgal kir. Jina wî Eva Braun û wî di 30ê avrêlê 1945an de xwe kuştin. Û Almanyaya Nazî xilas bû.

Girêdanên derve[biguherîne]

Wikiquote-Logo q:
Di Wîkîgotin da gotarek li ser Adolf Hitler heye.