Ehmedê Xanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Ahmedê Xanî hat beralîkirin)
Ehmedê Xanî
Ehmedê Xanî - Qelemê Badî Babajan
Jidayikbûn1650 an jî 1651
Mirin1707 (56-57 Salî)
Agirî / Bazîd
EsilKurd
BernavXanî
HevwelatîÎmperatoriya osmanî
PerwerdeMedreseyên Kurdistanê
Medreseyên Sûriyê
Medreseyên Îranê
DestûrnameMele Camî
PîşeWêje, Dîrok, Fiqih, Astronomî, Erdnîgarî û Felsefe
SerdemSedsala 17an (Serdema Nû)
BandorbarAristoteles, Hîpokrat, Farabî, Eliyê Herîrî, Şihabedînê Suhrewerdî, Îbn Erebî, Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran
BandorkerMehmûdê Bazîdî, Îsmaîlê Bazîdî, Miradxan, Hecî Qadirê Koyî, Ebdurehmanê Axtepî, Hejar, Hêmin, Qanatê Kurdo, Mele Ehmedê Namî, Seîdê Nûrsî, Xelîfe Yûsif, Martin van Bruinessen û Wêjeya Kurdî
DînÎslam
Dê û bav
MalbatXaniyan
biguhêreBelge

Ehmedê Xanî (jdb. 1650 gundê Xanê, Colemêrg − m. 1707 Bazîd, Agirî), helbestvan, dîroknas, astronom, erdnas û fîlozofê mezin ê kurd e.[1]

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ehmedê Xanî di sala 1650 yan jî 1651ê de li bajarê Colemêrgê li gundê Xanê hatiye dinyayê. Di sala 1707an de li Bazîdê wefat kiriye. Navê bavê wî Şêx Îlyas e, navê kalikê wî Eyaz e û ji eşîra Xaniyan e. Di derbarê zewaca wî de agahî tuneye lê tê gotin ku bi xwe qet nezewiciye.[2]

Perwerdehiya wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Jiyana Xanî di nav perwerdehiyê de derbas bûye. Xanî perwerdehiya xwe ya pêşîn Quran û fiqihê li cem bavê xwe Şêx Îlyas digire, piştî xwendina li cem bavê diçe di medreseyên Bidlîs û Xelatê de dixwîne, xwendina xwe li Bexda, Şam, Heleb û di medreseyên Îranê de jî pêş ve dixe. Di medreseyên Îranê de hînê felsefeya îslamê, astronomî û fîlolojiyê dibe. Di medreseyên Sûriyê de jî hînî felsefeya yewnanê dibe. Xanî piştî demekî diçe bajarê Mekeyê heca xwe dike, ji wê şûn de diçe Misirê jî digere û dizivire Bazîdê.

Xanî bi xwe di bin bandora fîlozofên weke Arîstotelês, Farabî, Şihabedînê Suhrewerdî, Muhyedîn ibn Erebî, Eliyê Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û gelek fîlozofên din de dimîne û bi fikir û ramanên xwe ve rê li pêşiya fîlozofên dû xwe vekiriye.[3] Ehmedê Xanî di dîroka kurd û Kurdistanê de bi nav û deng e. Derbarê pêşveçûna çand, huner, wêje û zimanê kurdî de cihê wî cuda û pir girîng e. Xanî di 14 saliya xwe de dest bi nivîsandinê dike, piraniya pirtûkên xwe bi kurdî bi zaravayê kurmancî nivîsandine. Xanî bi taybetî, ji bo ku zarokên kurda baş dîn û zimanê xwe hîn bibin pirtûkeke bi navê Nûbihara biçûkan dinivîse û nîvê pirtûkê jî dike ferhenga kurdî-erebî û ev ferhenga wî di dîroka kurdan de bûye ferhenga herî pêşîn û bi sed salan ve di Medreseyên Kurdistanê de tê xwendin.

Xanî tevê kurdî, çar ziman (tirkî, erebî û farisî) dizanî bû. Ehmedê Xanî ji bona perwerdehiya zarokên kurdan medrese jî vekiriye û li wir ders daye telebeyan. Di medresa Ehmedê Xanî de dersên olî fiqih û hedîs û dersên zanistê yên weke felsefe, dîrok, wêje, erdnîgarî, astronomî û hwd. dihatin dayîn. Helbestvanê binavûdeng Îsmaîlê Bazîdî û gelek wêjevanên kurd di bin bandora Xanî de mane. Ehmedê Xanî di sala 1707an de li Bazîdê diçe ber rehma Xwedê û tirbeya wî li Bazîdê ye.

Ramana Ehmedê Xanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rûpelên yekem ên destnivîsek Edîqeya Îmanê li British Library, Or. 5932, folio 14 verso.

Ehmedê Xanî netewperwerekî kurd bû û xwestiye ku yekitiya kurdan çê bike.[4] Îxtîlafên di nava kurdan de ji bo wî, pirsgirekeke mezin bûye. Ji ber hindê ye ku wî di helbestên xwe de hertim qala yekitiya kurdan kiriye û li ser mijara pirsgirêka perçebûna civak û erdnîgariya Kurdistanê sekiniye û di berhema xwe de çareseriyê wisa nîşan dike;

Ger dê hebûya me ittifaqek
Vêk ra bikira me inqiyadek
Rûm û ereb û ecem temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ilm û hikmet [5]
Kurmanc ne pir di bê kemal in
Ema yetîm û bê mecal in,
Fîl cumle ne cahil û nezan in
Belkî sefîl û bê xwedan in.

Li gor Xanî, kêmasiya kurdan ji ereb, tirk û farsan nebûye, tenê kêmasî bêrêzanî û neyekbûna kurdan e. Bi kurtasî Xanî xwestiye ku gelê kurd ji binê mêtingeha ereb, tirk û farsan rizgar bikin. Helbesteke Xanî ya li dewletiyê:

Ez mame di hîkmeta Xwedê da
Kurmanc di dewleta dinê da
Aya bi çi wechî mane mehrûm?
Bîlcumle ji bo çi bûne mehkûm? [6]

Lê di berhemên Ehmedê Xanî de, nijadperestî li dijî tirk, ereb û farisan tuneye. Ji xwe di hinek helbestên xwe de bi tirkî, erebî û farisî jî nivîsiye. Berî Ehmedê Xanî helbestvanên wek Eliyê Herîrî, Baba Tahir Hemedanî , Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran jî bi zimanê kurdî berhemên hêja afirandine, ango Xanî ne kesê yekemîn e ku bi kurdî helbest nivîsîne, lê ferqa wî ji wan helbestvanên kurdî yên berî wî ev e ku wî doza azadiya gelê kurd wek mijara sereke daye ber xwe. Berhema wî ya menzûm "Mem û Zîn" wek sertaca wêjeya kurdî ya klasîk tê pejirandin. Ew ji bo gelê kurd bûye çavkaniyeke netewî ya giranbiha. Xanî ji bo afrandina nasnameya netewî, ji bo bilindkirina alaya yekitî û azadiya kurdan ev berhem nivîsiye. Herçend ew destan-çîrokeke evînî be jî, hozanê mezin xwestiye bi riya wê çîrokê fikr û ramanên xwe, daxwaz û pêşniyazên xwe pêkêşê gelê xwe bike. Di xebat û fikir xwe de Firdewsî ji Îraniyan, Platon ji bo yewnaniyan, Rûstavelî ji bo Gurciyan çi be Ehmedê Xanî jî ji Kurdan ew e.

Gotinên ji bo wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rûpelên yekem ên destnivîsek Nûbihara Biçûkan li British Library, Or. 5932, folio 9 recto.
  • Seîdê Nûrsî: "Ehmedê Xanî mamostê min ê manewî ye"[7].
  • Nurettin Turgay: "Li gor berhemên wî, xuya ye ku Ehmedê Xanî kesekî bawermend e: "Jiyana Şêx Ehmedê Xanî di nav perwerdehiyê de derbas bûye. Xanî di medreseyên ku vekiriye, li gel perwerdeya olî, perwerdeya zanistên wek felsefe, dîrok, wêje, erdnigarî û astronomî jî daye zarokan û xwendekarên xwe."
  • Zana Farqînî: "Metaryalên kurdî yekemîn ji bo perwerdeyê, Xanî amade kiriye û ew weke stûna zimanê kurdî ye" [8].
  • Mehmed Uzun: "Ehmedî Xanî, bêgûman, hosteyê ziman û edebiyatê ye. Girîngiya William Shakespeare, Miguel de Cervantes û Firdewsî ji bo ziman, edebiyat û çandên wan çi ye, girîngiya Ehmedî Xanî jî ji bo ziman, edebiyat û çanda kurdî ew e."
  • Abdurrahman Dürre: "Dibêjin ku; di bihiştê da darekî pir bi xêr û bêr, bi bereket û pîroz heye, ku navê wê Tûba ye. Bi her alî da pej û şax daye, bi her şax û çiqil û çepelên wê yên pîroz va, fêkiyên cûr be cûrên lezîz û giranbiha hene, ku herkesên bihîştî, di her demêda dikarin her fêkîyên dilêwan bibêje û bixwaze, ji şaxên wê dara pîroz da biçînin, para xwe jê hilînin.

Dema kû mirov, li şexsiyeta Xanî mêze dike, bi hêsanî dikare bibêje: Kû Xanî jî dara Tûba ya Kurdistanê ye. Pir şaxên wê yên pîroz û bi xêr û bêr jî hene, ku ne bi tenê gelê Kurdistanê, belkî hemû gelê cîhanê dikarin ji wan fêkîyên wî yên ezîz û lezîz îstîfade bikin. Ew şaxên wî yên pîroz kû ez bikarim bihejmêrim eve; helbest û wêjê tesewuf û qeder felsefe û wehdetil-wucûd millet û welatparêziye.

Mamosteyê Sêyemîn Xanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tê pejirandin ku Ehmedê Xanî di nav zanistvanên dinyayê de bi fikr û ramanên xwe mamosteyê sêyemîn e. Yê yekemîn Arîstoteles, yê dûemîn Farabî yê sêyemîn jî Ehmedê Xanî ye.[9]

Karên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Ji bo zarokên kurdan perwerdehî bi zimanê kurdî bibînin, Medrese (Dibistan) ava kir.
  • Hîmê zimanê kurdî avêtê.
  • Herî pêşîn ferhenga kurdî nivîsand.
  • Herî pêşîn bi Zimanê kurdî li ser zanista astronomî û erdnîgariyê pirtûk nivîsand.
  • Ji bo yekîtîya kurdan xebitî.
  • Herî pêşîn (perçebûna) pirsgirêka kurd aniye ser ziman û li ser fikirî û çareseriya wî rave daye.
  • Hîmê Kurdperweriyê avêtê.(Kurdperweriya Xanî neku li ser nijadperestiyê bû, Tenê li dijî kedxwariya Kurdan bû)

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rûpelên yekem ên destnivîsek Mem û Zîn li British Library, Or. 11996, ff. 1v–2r. (1221 PH/1806–1807 PZ)

Ehmedê Xanî di 14 saliya xwe de dest bi nivîsandinê dike, heta dawiya temenê xwe gelek pirtûk bi zimanê kurdî nivîsand, pirtûkên wî yek a helbestan e, yek li ser astronomî û erdnîgariyê ye, yek li ser eşqa Mem û Zînê ye, yek ji bo zarokên kurda ye ku navê Nûbihara biçûkan lê kiriye, yek li ser felsefeyê ye, yên din jî pirtûkên îslamîne. Lê tenê çend pirtûkên wî xwe gihandine destê me ên dinê wendakirî ne.[10]

Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berhemên wêjeyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berhemên zanistê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berhemên Îslamî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berhemên felsefeyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bîbliyografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Ehmedê Xanî (1995/2005). Mem û Zîn. Wergera bi tîpên latînî û kurdiya xwerû: M. Emîn Bozarslan. Deng, Stembol.
  • Ehmedê Xanî (2010). Mem û Zîn. Şirove û bi kurdiya îro, Jan Dost. Avesta, Stembol.
  • Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, [bi kurdî û bi tirkî], Kadri Yıldırım (werg.), Stenbol, Avesta, 2010, 424 r. (ISBN 978-605-5585-38-9)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Shakely, F. (2011). "AḤMAD-E ḴĀNI". Encyclopædia Iranica, online edition (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 16 çiriya pêşîn 2017.
  2. ^ https://www.diyadinnet.com/bilgi-1820-seyx-ehmed-i-hani-kimdir
  3. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 22 tîrmeh 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 25 tebax 2015{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  4. ^ Mihemed Emîn Zekî, Navdarên Kurd û Kurdistanê
  5. ^ http://www.heridan.com/forum/viewtopic.php?f=38&t=341
  6. ^ Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, Nûbihar Yayınlar, ISBN 978-9944-360-71-5
  7. ^ Seîdê Nûrsî, Tarihçe-i Hayat, r. 32
  8. ^ http://www.k24.com.tr/ku/culture/7092000c-2acc-49dd-be90-3655d88be2a5/-Ehmed%C3%AA-Xan%C3%AE-st%C3%BBna-ziman%C3%AA-Kurd%C3%AE-ye-[Girêdan daimî miriye]
  9. ^ H. Mem, İstanbul Kürt Enstitüsü Yayınları, Üçüncü Öğretmen Xanî
  10. ^ Qanatê Kurdo, Tarixa Edebiyata Kurdî