Here naverokê

Ahmed el-Şara

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ahmed el-Şara
Image dans Infobox.
Serokkomara Sûriyê (en)
dp.
Jidayikbûn
Navê rastî
أحمد الشرعLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Navê jidayikbûnê
أحمد حسين الشرعLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Nasnav
أبو محمد الجولانيLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Allégeances
Syrian caretaker government (en), SûrîLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Cîwar
Presidential Palace, Damascus (en) (dp. )Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Şoreşger, siyasetmedarLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Salên çalak
Dp. Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Bav
Hussein al-Sharaa (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xwişk û bira
Maher al-Sharaa (en)
Hazem al-Sharaa (en)
Jamal al-Sharaa (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevjîn
Latifa al-Droubi (en) (dp. )Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Endamê
El-Qaîde (-)
Eniya Nusre (en) (-)
Jabhat Fateh al-Sham (d) (-)
Heyeta Tehrîr Şam (-)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Payeya leşkerî
Mîr (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Şerên tevlêbûyî
şanenava Ahmed el-Şara
Şanenav

Ahmed el-Şara (erebî: أحمد حسين الشرع; jdb. 29ê çiriya pêşîna 1982 li Riyad, Erebistana Siûdî), bi navê xwe yê di dema rêxistinên cîhadîst de Abu Muhammed el-Colanî (أبو محمد الجولاني) ji dawiya çileya 2025an ve serokkomarê Komara Ereb ya Sûriyeyê ye û ji dema hilweşîna rejîma Beşar Esedê ve ku di kanûna sala 2024an de pêk hatiye, ew wekî rêberê siyasî ya de facto ya welêt tê hesibandin. Ji sala 2017 heta sala 2025an, ew serokê hevpeymaniya milîsên sûrî Heyeta Tehrîr Şam (HTŞ) bû ku ji aliyê gelek welatan ve wekê rexistineke terorîstî dihate naskirin û yek ji komên cihadîst ên li Sûrîyeyê bû. Ji ber ku HTŞê bi rêxistinên radîkal û terorîstî yên wekê Elqaîde an DAÎŞ re di nav têkiliyê de bû, el-Şara ji sala 2003an heya kanûna 2024an ji aliyê Înterpolê ve wekê keseke terorîst hatibû diyar kirin ku biryara girtina wî derxistibû.

Bavê wî: Husseyin el-Şara 1992 li Şamê

Li gorî bavê el-Şara, malbata wî ji Girên Golanê ye (ji ber vê yekê bernavka wî al-Colanî ye ku bi erebî tê wateya "kesên ku ji Golanê tê").[1] Bapîrê wî yê mezin, Mihemed Xalid el-Şara, di Şoreşa Mezin a Sûriyeyê de li dijî hêzên Fransayê ya Sûriyeyê roleke girîng lîstibû. Ji ber beşdarbûna wî di serhildanê de, ew bi nebûna xwe cezayê darvekirinê lê hat birîn lê cezayê wî qet nehat bicîhanîn.[2]

Bavê wî, Huseyin el-Şara (* 1946) ji malbateke cotkar dihat û li Zanîngeha Bexdayê xwendiye.[3] Di ciwaniya xwe de ji aliyê Cemal Ebdul Nasir ve bandor bûye û hem jî ew nijadperestekî ereb bû. Tê gotin ku bavê wî dijberekî laîsîzm a rejîma Hafiz el-Esed bû.[4] Piştî derbeyan (1961, 1963) ji aliyê neo-Baasîstên Sûrî ve, ku Komara Erebî ya Yekbûyî hilweşand û Partiya Baas a Sosyalîst ya Ereb anî ser desthilatdariyê, bavê wî ji aliyê rejîma Esed ve hate binçavkirin lê di dawiyê de karîbû ku bifiltînê û biçe sirgûnê. Li Erebistana Siûdî, bavê wî wekî aborînas di Wezareta Petrolê dixebitî. Şara dibêje ku ew di 1982an de li Riyadê ji dayik bûye. Birayê wî Maher el-Şara bijîşk e.[5] Di 1989an de, Şara bi bav û xizmên xwe yên nêzîk re vegeriya Sûriyeyê. Ew li nêzîkî Şamê li Mezzeh, navçeyek lîberal û dewlemend, mezin bû.[4] Li vir, diya wî mamoste bû û bavê wî şêwirmendê serokwezîra ve demê Mehmud Zubi di warê pîşesaziya petrolê de bû.[4] Ji ber ku ew bi awayekî pro-filîstînî mezin bû, Întîfadaya Duyemîn a di destpêka hezarsala sedsalê de bandor li wî kir.[4]

Di dema Elqaîde û el-Nûsrayê de

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Wêneyî Ahmed el-Şara di dema girtina wî ji aliyê hêzên amerîkî

Çend hefte berî dagirkirina Iraqê ji aliyê pêşengiya Amerîkayê di 2003an de, Şara bi navê el-Colanî tevlî Elqaîde li Iraqê bû û yavaş di nav rêxistinê de di rêzên bilind de bilind bû.[2] Rojnameya The Times of Israel îdia dikir ku Şara hevkarê nêzîk ê serokê Elqaîde Ebu Musab El-Zarqawî bû.[6] El-Colanî di 2021an de ev gotin red kir û îdia kir ku wî qet el-Zerqawî nedîtiye û tenê wekî milîsekî di bin Elqaîde de li dijî dagirkirina Iraqê şer kiriye. Di 2006an de, el-Colanî ji aliyê leşkerên amerîkî ve hate girtin û li gorî daxuyaniyên wî ew ji pênc salan zêdetir di girtîgehên leşkerî li Iraqê de ma.[2]

Di adara 2011an de, dema ku serhildana li dijî rejîma Esedê li Sûriyeyê destpêkirin, el-Colanî vegeriya wir û rêxistina terorîstî ya bi navê Eniya el-Nusrayê damezrand, ku wî ji 2012an heta 2016an serokatiya wê kir.[3] Eniya Nusra wekî komeke Sûrî ya Elqaîde di şerê navxweyî yê li Sûriyê de li dijî, di nav yên din de, hikûmeta Beşar Esed, hin beşên Artêşa Azad a Sûriyê, Yekîneyên Parastina Gel ên kurd û ji sibata 2014an vir ve, li dijî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAÎŞ) şer kir. DAÎŞ piştî ku el-Şara - piştî civînek bi Ebûbekir el-Bexdadî (xelîfeyê DAIŞê) re û piştî îdiaya Bexdadî ku Eniya el-Nusra dê tevlî DAIŞê bibe - sond xwar ku bi serokê Elqaîde Eymen el-Zewahirî re dilsoz be û ji ber vê yekê DAÎŞ wekî hêzek parêzvan hilbijart, li dijî Eniya el-Nusra şer îlan kir.[7]

Di 2013an de, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji ber têkiliyên wî yên bi Elqaîde re, el-Colanî wekî terorîst bi nav kir.[8] Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo agahiyên ku bibin sedema girtina wî 10 milyon dolar xelat pêşkêş kir.[9] Ji ber operasyona leşkerî ya Rûsyayê li Sûriyeyê ku di îlona 2015an de destpêkir û êrîşên girêdayî yên hêzên çekdar ên Rûsyayê li dijî nifûsa sivîl a Sûriyeyê, di cotmeha 2015an de Şara bang ji bo cîhadîstên ji Qefqasyaya Bakur kir ku tola xwe ji sivîl û leşkerên rûsî hilînin.[10] Di heman demê de, ew û rêxistina wî vekişiyan parêzgeha Îdlibê, ku ji bo komên serhildêr û zêdetirî du milyon serhildêran bû cihekî penagehê.[7] Li wir wî dest bi veguherandina rêxistinê bo cureyekî de facto hikûmetê kir, xwe ji îdeolojiya cîhadîst a enternasyonal dûr xist û fraksiyona xwe bi awayekî zêdetir di çarçoveya têkoşîneke neteweperest a Sûriyeyê de bi cih kir.[11] Di gulana 2015an de, el-Colanî diyar kir ku, berevajî DAÎŞê, niyeta wî ku êrîşan li dijî cihana rojavayê bike, tunebû.[12] Wî herwiha ragihand ku eger Esed têk biçe, dê êrîşên tolhildanê li dijî kêmaniya elewî li Sûriyeyê, ku malbata Esed jê tê, nebin.[12] Di vîdyoyek tîrmeha 2016an de, el-Colanî eşkere kir ku navê wî Ahmed Huseyyin al-Şar’a ye.[3] Di heman mehê de, wî navê Eniya el-Nusra kir Eniya Fetihkirina Şamê û ji Elqaidê qut bû da ku bi komên din ên serhildêr re bibe yek û komên cîhadîst ên ku berê soza dilsoziya xwe dabûn Elqaîde, bêhêz bike an jî ji holê rake.[13] Wek serokê HTŞê, Şara karîbû ku di warê jiholêrakirina rêxistinên muxafeletê a Artêşa Azad a Sûriyê li parêzgeha Îdlibê de bike û warên xwe jî têne bi rêxistina xwe bi cih bike. Şara ji çend êrîşên Elqaîde û DAIŞê sax filitî.[14] Di çavên gelek îslamîstên radîkal de, ew wekî xayîn tê hesibandin.[14][15]

Hilweşandina rejîma Beşar Esed (2024)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di mijdara 2024an de, Şara fermana êrîşekê li dijî hêzên hikûmeta Sûriyeyê da.[14] Di nav çend rojan de, mîlîsên HTŞê, bi piştgiriya Artêşa Azad a Sûriyê û tevgereke dronan, Heleb, navenda aborî ya Sûriyeyê dagir kir. Li gorî raporan, di dema dagirkirina Helebê de, Şara hewl da ku tirsên di nav xiristiyanan an kêmneteweyên din de kêm bike.[16][17] Wî fermanên eşkere da ku sivîlan xilas bikin û leşkerên Sûrî yên dîlgirtî nekujin. Wî qasid şandin cem civakên xiristiyan ên li Sûriyeyê, yên ku ji wan re piştrast kirin ku divê ew ji ti êrîşan netirsin.[18] Wî ragihand ku hemî şervan dê di nav çend hefteyan de ji Helebê vekişin.[18] Serokatiya serhildêran ragihand ku ew niyeta wan tune ku rêziknameyên cil û berg ji bo jinan derxin.[19]

Di destpêka kanûna pêşîn a 2024an de, wî di hevpeyvînekê de bi rojnameya CNN re soz da ku kêmneteweyan biparêze. Wî herwiha dixwest vegera penaberên sûrî bo welatê wan hêsan bike.[20] Di dema êrîşê de, ku di nav diwanzdeh rojan de bû sedema bidawîbûna rejîma Esed, Şara qasid şandin ku şaredar û milîsên herêmî razî kirin ku bêyî şer teslîm bibin an jî tevlî serhildêran bibin.[21] Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, êrîşê jiyana 910 kesan girt, ku ji wan 392 serhildêr, 380 şervanên alîgirê rejîmê û 138 sivîl bûn.[22] Di 2021an de, hejmara miriyan di şerê navxweyî de bi nîv milyon kes hatibû texmînkirin.[23] Di axaftina xwe ya serkeftinê de piştî hilweşandina hikûmeta Şamê, el-Şera Îran bi karanîna Sûriyeyê wekî piyon û bi pêşxistina mezhebperestî û gendeliyê tawanbar kir.[24] Wî ji raya giştî xwest ku dema pîrozkirina dawiya dîktatoriya Esedê, ji gulebarana pîrozbahiyê dûr bisekinin.[25] Her çend wî di qonaxa dawî ya rejîma Esedê de hewl dabû ku dev ji paşnavê xwe yê şer berde jî,[20] medyayê piştî hilweşîna Esed di raporên xwe de navê wî yê fermî bi qismî pejirand.[26] Piştî ku el-Şara bi Alîkarê Sekreterê Dewletê yê Karûbarên Rojhilata Navîn re civiya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê xelata 10 milyon dolar ya ku di 2017an de li ser serê wî hatibû danîn, di kanûna 2024an de vekişand.[27]

Serokkomarî (2024-)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di nîvê kanûna pêşîn a 2024an de, el-Şara ragihand ku ew ê komên şerker ên rêxistinên serhildêr ji hev veqetîne û endamên wan tevlî hêzên çekdar ên Sûriyeyê bike.[28] Di heman mehê de, birayê wî yê bijîşk Maher el-Şara, di hikûmeta veguhêz de wekî Wezîrê Tenduristiyê hatiye tayînkirin.[5] Di dawiya kanûnê de, wî ragihand ku nivîsandina destûrek nû ya Sûriyeyê dikare sê salan bidome û hilbijartin jî dikarin çar salan bidomin.[29] Ahmed el-Şara ji hêla medyayê ve wekî serwerê de facto yê Sûriyeyê ji dema hilweşîna rejîma Esed di kanûna pêşîn a 2024an de hatiye binavkirin;[30] ew ji 29ê çileya 2025an vir ve serokê demkî yê Komara Erebî ya Sûriyeyê ye.[31] Tayînkirina wî wekî serokê demkî "piştî civînek rayedarên siyasî û leşkerî yên bi bandor" pêk hat.[32]

Di gulana 2025an de, ew li Erebistana Siûdî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re civiya. Civîna di navbera Trump û el-Şaar de, ji 2000an vir ve, dema ku Bill Clinton û Hafiz el-Esed civiyan, yekem hevdîtina di navbera her du rêberan ji wan du dewletan bû.[33]

Ew bi zanyara wêjeyê Latife el-Durubi re zewicî ye û sê zarokên wî hene. Di sibata 2025an de, el-Şara bi jina xwe re di yekem gera xwe ya derveyî welat de wekî serokkomar çû Erebistana Siûdî û Tirkiyeyê, bi vî awayî rola wê ya giştî wekî "Xanima Yekem" (inglîzî: First Lady) nas kir.[34]

  1. ^ "Abu Mohammad al-Jolani". FRONTLINE (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 10 hezîran 2025.
  2. ^ a b c جزماتي, حسام (10 îlon 2024). "سيرة والد الجولاني بقلمه". الجمهورية.نت (bi erebî). Roja gihiştinê 10 hezîran 2025.
  3. ^ a b c محرر 03 (28 tîrmeh 2016). "مصادر: الجولاني قريب فاروق الشرع.. درس الفقه على يد عالم دمشقي في المزة". عنب بلدي (bi erebî). Roja gihiştinê 10 hezîran 2025.{{cite web}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  4. ^ a b c d "Milizenführer al-Dscholani: Wer ist der Mann, der Assad stürzte?". tagesschau.de (bi almanî). Roja gihiştinê 10 hezîran 2025.
  5. ^ a b محمد, كريمة (21 kanûna pêşîn 2024). "نشرات تحذيرية.. ثلوج في الجزائر وارتفاع لسرعة الرياح". قناة ومنصة المشهد (bi erebî). Roja gihiştinê 10 hezîran 2025.
  6. ^ Abdul-Zahra, Qassim; Karam, Zeina. "Elusive Al-Qaeda leader in Syria stays in shadows". www.timesofisrael.com (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 10 hezîran 2025.
  7. ^ a b Lüders, Michael (2017). Kein richtiges Leben im falschen: Baschar al-Assad setzt auf Gewalt. Verlag C.H.BECK oHG. rr. 55–66.
  8. ^ "The Designated Terrorist and the Fight Over the Future of Syria". FRONTLINE (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 10 hezîran 2025.
  9. ^ "Erdogans Syrien-Pakt: Warum der türkische Präsident mit einem der gefährlichsten Terroristen zusammenarbeitet". HuffPost Deutschland (bi almanî). 9 çiriya paşîn 2017. Ji orîjînalê di 2 tebax 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 10 hezîran 2025.
  10. ^ "Syrien-Konflikt: Nusra-Front ruft zu Terror gegen Russen auf". FAZ.NET (bi almanî). 13 çiriya pêşîn 2015. Roja gihiştinê 10 hezîran 2025.
  11. ^ "Examining Extremism: Hayat Tahrir Al-Sham (HTS) | Examining Extremism | CSIS". www.csis.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 10 hezîran 2025.
  12. ^ a b "Assads schlimmster Albtraum: Dieser Mann leitet die Dschihadisten-Armee in Syrien". t-online (bi almanî). 3 kanûna pêşîn 2024. Roja gihiştinê 10 hezîran 2025.
  13. ^ NACHRICHTEN, n-tv. "Nusra-Front kappt Verbindungen zu Al-Kaida". n-tv.de (bi almanî). Roja gihiştinê 10 hezîran 2025.
  14. ^ a b c Schnell, Alexander (2024). Schwarzer Spiegel. Klostermann. rr. 30–38. ISBN 978-3-465-14652-0.
  15. ^ "The role of personality in Syrian history: How al-Julani rose to power through ISIS and al-Qaeda to become a "Traitor to Jihad"". The Insider (bi rûsî). Roja gihiştinê 10 hezîran 2025.
  16. ^ "Eroberung von Aleppo nur Zwischenziel für syrische Rebellen". www.handelsblatt.com. Roja gihiştinê 10 hezîran 2025.
  17. ^ Fluchtforschung, Netzwerk (7 kanûna pêşîn 2015). "Der Tagesspiegel und Zeit Online berichten über die Arbeit des Netzwerks Flüchtlingsforschung: „Wir wissen noch zu wenig über Flucht"". doi.org. Roja gihiştinê 10 hezîran 2025.
  18. ^ a b Lüders, Michael (2017). Kein richtiges Leben im falschen: Baschar al-Assad setzt auf Gewalt. Verlag C.H.BECK oHG. rr. 55–66.
  19. ^ tagesschau.de. "Liveblog zur Lage in Syrien: ++ Erdogan will Grenzübergang zu Syrien öffnen ++". tagesschau.de (bi almanî). Roja gihiştinê 10 hezîran 2025.
  20. ^ a b Kourdi, Jomana Karadsheh, Gul Tuysuz, Brice Laine, Lauren Kent, Eyad (6 kanûna pêşîn 2024). "Syrian rebel leader says goal is to 'overthrow' Assad regime". CNN (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 10 hezîran 2025.{{cite web}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  21. ^ Thumann, Michael (2024). 14 Rebellen Widerstand von rechts. Verlag C.H.BECK oHG. rr. 239–252. ISBN 978-3-406-81889-9.
  22. ^ Rede, gehalten am 18. Dezember 1949 auf dem Parteitag des Partido Nacionalista de Puerto Rico in Arecibo. Vervuert Verlagsgesellschaft. 31 kanûna pêşîn 1998. rr. 125–134.
  23. ^ Geyer, Steven (6 kanûna pêşîn 2024). "Bürgerkrieg in Syrien: Was sind die Ursachen und wer sind die Rebellen?". www.rnd.de (bi almanî). Roja gihiştinê 10 hezîran 2025.
  24. ^ Robertson, Nic (8 kanûna pêşîn 2024). "Syrian rebel leader's victory speech holds a message for Iran – and for Trump and Israel too". CNN (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 10 hezîran 2025.
  25. ^ "Nach Freitagsgebeten: Syrien feiert den Sturz des Assad-Regimes". tagesschau.de (bi almanî). Roja gihiştinê 10 hezîran 2025.
  26. ^ "UN-Sondergesandter trifft HTS-Chef al-Scharaa in Syrien". tagesschau.de (bi almanî). Roja gihiştinê 10 hezîran 2025.
  27. ^ deutschlandfunk.de (21 kanûna pêşîn 2024). "Nach Assad-Sturz - USA ziehen das Kopfgeld auf Chef der HTS-Miliz in Syrien zurück". Die Nachrichten (bi almanî). Roja gihiştinê 10 hezîran 2025.
  28. ^ tagesschau.de. "Nahost-Liveblog: ++ Caritas warnt vor "humanitärer Katastrophe" in Syrien ++". tagesschau.de (bi almanî). Roja gihiştinê 10 hezîran 2025.
  29. ^ [29] Pressenotiz über die Sitzung des »Einheitsausschusses Groß-Berlin der vier antifaschistisch-demokratischen Parteien« am 22. Dezember 1945 (Neue Zeit, Nr. 132 vom 23. Dezember 1945). De Gruyter. 31 kanûna pêşîn 1990. rr. 221–221.
  30. ^ "Syrien und Ukraine nehmen wieder diplomatische Beziehungen auf". tagesschau.de (bi almanî). Roja gihiştinê 10 hezîran 2025.
  31. ^ "Staatsagentur: Al-Sharaa ist Übergangspräsident Syriens". DER STANDARD (bi Austrian German). Roja gihiştinê 10 hezîran 2025.
  32. ^ "Machthaber Al-Scharaa zum Übergangspräsidenten in Syrien ernannt". tagesschau.de (bi almanî). Roja gihiştinê 10 hezîran 2025.
  33. ^ tagesschau.de. "Trump fordert Syrien zur Anerkennung Israels auf". tagesschau.de (bi almanî). Roja gihiştinê 10 hezîran 2025.
  34. ^ "Syriens neue First Lady soll den Westen beruhigen". augsburger-allgemeine (bi almanî). 11 sibat 2025. Roja gihiştinê 10 hezîran 2025.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Wikimedia Commons medyayên di warê Ahmed el-Şara de hene