Ahmet Gülabi Dere

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.


Ahmet Gülabi Dere
Jidayikbûn1ê kanûna paşîn a 1971ê (53 salî)
EsilKurd
HevwelatîTirkiye
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ahmet Gülabi Dere rojnamenivîsekî kurd e ku di sala 1971ê de li gundê Kêrsê bi navçeya Varto ya bajarê Mûşê ve girêdayî, ji dayik bûye.

Dibistana bingehî li gund xwendiye. Di sala 1987an de derketiye Ewropayê. Dibistana navîn û ya lîsê li Swîsre xwendiye. Di warê siyasî, dadweriya navneteweyî û dîplomasiyê de li welatên Ewropayê di cur be cur qursên taybet de xwendiye û bûye xwedî zanînekê pisporî.

Di sala 1994an de li Moskovayê dest bi karê rojnamevanî û nivîskariyê kiriye. Di karê destpêkê yê rojnameya Axîna Welat de cih girtiye û nivîskarî kiriye. Bi giranî nivîsandin û xwendina kurdî li Moskovayê, bi alîkariya kurdên Ermenistanê lipêş xistiye. Ji heman demê bişûn de, bi navber be jî, karê nivîskariyê domandiye. Di navbera salên 2002-2009an de ji Azadiya Welat re, di navbera salên 2005-2009an de ji Özgür Politikayê re nivîskarî kiriye. Di salên 2009 û 2010an de jibo Le Monde Dîplomatîk nivîsiye û wergerî kiriye. Ji sala 2010an vir ve ji Rûdawê re nivîskarî dike. Ji destpêka sala 2010an vir ve kovarekê herêmî ya bi navê Avantaj Post derdixe, jê re redaktorî û herwuha nivîskariyê jî dike.

Nivîsên wî ên bi tirkî, fransizî û kurdî di cur be cur kovar û malpereyên înternetê de hatine weşandin û hê jî diweşin.

Pirtûkên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Heya niha 5 pirtûkên wî hatine weşandin[çavkanî hewce ye].

  1. “Yekîtiya Ewropayê û Rastiya Kurd” çapa yekem di meha Êlûn a 2008an de ji aliyê Weşanxaneya Mezopotamyayê ve,
  2. “Gelê ku nehatiye înkarkirin, Kurd” bi zimanê yewnanî li Atînayê di meha nîsan a 2009an de ji aliyê weşanxaneya Gordios ve,
  3. “21. Yüzyılda Kürtler”, bi zimanê tirkî di dawiya 2009an de ji aliyê heman weşanên Gordios ve,
  4. “Kurd, Tirkiye û Hêzên Navneteweyî” bi zimanê fransizî di meha nîsan a 2010an de ji aliyê weşanxaneya HAN ve,
  5. Evîna Azadiyê Cild 1 (Roman) di meha çiriya pêşîn 2013an de, ji aliyê Weşanên HAN ve hatine weşandin. (Li gorî projeya wî divê ev Roman bibe 6 cild)

Ji 20 saliya xwe bişûn de tevlî karê siyasî yên Tekoşîna Rizgariya Gelê Kurd bûye. Di nava cur be cur saziyên kurd de cih girtiye. Li Cenevre, Parîs, Brûksel, Moskova, Atîna û Strasbourgê tevlî karê lobî û dîplomasiya kurd bûye.

Di navbera salên 1992-1994an de li Paris û Brûkselê tevlî karê lobî û dîplomasiya kurd bûye. Di salên 1995-1996an de li Welatên Sovyeta Berê Nûnertiya dîplomatîk ya Eniya Rizgariya Neteweya Kurdistan kiriye. Di navbera salên 1996-2000î de li herêma Rojhilata Navîn tevlî karê pratîk yê Tekoşîna Rizgariya Gelê Kurd bûye. Di sala 2000î de carekê din derbasî Ewropayê bûye. Di damezirandina rêxistina Civaka Demokratîk a Gelê Kurd de cih girtiye û bûye endamê rêveberiya wê. Di navbera salên 2000-2003ê de li welatên Balkanan û herwuha li Kiprosê nûneriya CDKê û herwuha ya Kongreya Neteweya Kurdistan (KNK) kiriye. Di sala 2004an de bûye endamê KNKê. Di salên 2004-2005 de nûnertiya KNKê ya Fransayê kiriye. Di salên 2006-2009an de nûneriya KNK ya li gel saziyên Yekîtiya Ewropayê kiriye. Di Parlamena Ewropayê de weke yekem nûnerê fermî yê KNKê hatiye nas kirin. Di sala 2009an de ji KNKê îstifa kiriye.

Di pirr civîn û konferansên navneteweyî de cih girtiye. Di pêsxistina karê lobiya diyaspora kurd de rolekê girîng leystiye, di nava rêxistinên ewropî de dengê heman diyasporayê daye naskirin. Jiber karê xwe yê siyasî û dîplomatîk rastî cur be cur êrişên dewleta tirk hatiye.

Vê gavê li Fransa, bajarê Strasbourgê dijî. Kurek û sê keçên wî hene.

Endametiya wî li gel saziyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herwiha, li gel Konseya Ewropayê û Komisyona Ewropayê weke rojnamevanê bi akredîte hatiye naskirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

http://farasin.blogspot.com/

https://www.deremedia.fr/